Kurmancî an Tirkmancî

Kurmancî an Tirkmancî

Li hêlekê siyaseta tirkomaniya a dûgela tirk kurd kirine nava fikara û û nava têkoşîneke mezin li aliyê din ji aliyê zimên ve erişeke mezin li ser çanda kurdî,ferhenga kurdî heye ku haya kurdan jê tune ye.

Mixabin hestiyariya peşariyê ji pêjnkariya çandê zêdetir e. Her çi hinde gelê kurd bi tevahî ji aliyê siyasetmedariyê ve di hindaveke dirûst de ne jî ji rex çandî ve tu pêngav û helcên tewa nehatine avêtin.

Nefsî ji aliyê zimên ve ango kurdî û kurmancî
Edetkî me kurdan gotiye emê heqê xwe bistînin lê heta ku em heqê xw bistînin di vê kêliyê de kurdiyeke ku em biaxêvin namîne.

Wisa dixuye…

Em vê rastiyê bipejirînin ev sersariya zimanê kurdî bixabin ji helwesta Ocalan piraştiye. Ocalan di demeke dirêj de digot,kurdî hîç ne girînge,di heman demê de giranî dida ser tirkî û bi tirkiya xwe zehf kêfxweş dibû ku ew wê baş diaxêve. Heta me dibîst ku wî jibo axaftina tirkiyeke qenc mamosteyê dîksiyonê jî ragirtine.

Helbet ev eybî û şermiyeke mezin bû ku kesek derkeve qadê ku bibêje gelê kurdîno dê ezê we rizgar bikim û piştre kurdî xore bibîne gelek gunehe.

Piştî Ocalan hemû kadroyên PKK û endamên pêkhatên KCK her wisa hemû kurdên bakûr ên di binê hîkariya bizava Ocalan de jî bi ber wî bayê ketin û gotin girîngtirîn berê azadî ye paşê ziman e û gotin emê zimên li dûv bidestxistina azadiyê car din bihînin agahnameyê û wê sererast bikin

Fiş ! tewş e mixabin gelek helwestek vala û pûç e

Bi vê helwesta xwe PKK û serokê wê birêz Öcalan bi hemû kurdên bakûrî tirkî evisand û nika hemû zar û zêçên kurdan tirkî diaxêvin.

Ew kesên ku kurdî diaxêvin jî mixabin bi zimanekî neqeba kurmancî û tirkî de dişitexilin.

Ez bi vê zimanî re dibêjim „tirkmancî„. Erê „tirkmancî„

Tirkmancî zimanek e,zimanê wan kesan e ku ew bi tirkî raman dikin û bi kurdiyeke qels û qewarî qise dikin. Haya wan ji çand û huner,ji rê û dirba kurdî tune bû û tune ye,wê tucaran jî tu nabe.

Yek ji wan kesên ku tirkmancî dinivisînin Cemîl Bayik e. Erê we çeft nabihîst di nava lijneya KCK de ew kesê tenê û sobe bi kurdî hinekî hewl dide ku binivîsîne Cemil Bayik e ,lewra ew jî bi tirkmancî dinivîsîne

Ka werin ez nimûneyên ji galeriya durên birqonek ên tirkmancîaxêvan vebijêrim û li jêr bi didime hevnasandin.

„Parastina cewherî„ ango „oz savunma„

Lawo kuro xwelk xwedê bi we dikene. Lawo parastina cewherî çiye ma ev we ji ku derixst ?

Parastin bi tirkî korumak muhafaza etmek e cewherî jî peyveke ne kurdî ye kurdiya wê gewher e ku ew jibo çişt û şengistan tê siviyandinê

Özsavunma xweqedxenî ye ka em bibêjin ev nayê zanin xweparastin e, tew xweqorimîşkirin jî dibe lê peyveke sosret weke „parastina cewherî„ tenê apocî difikirin çim ku mêjiyên wan çi hîkmet nizanim derbarê kurdî de berevajî dixebite.
Qedixîn qedixandin bi kurdî savunma ye rastiya wê dive xweqedxenî be. Ango bi îngîlkî self-defense

Mirov dikare bibêje xweparastin an xweparêzî xweberevanî ew jî dibe self-protection .Rinde bila wisa be lê mixabin wê jî nasiviyînin.

Ez li vir carekî din diwekilînim. Kurdiya “özsavunma“ yê xweqedxenî ye

Parastina cewherî tenê karê mirovê kanc û kang e

Di kurdî de çend cure peyv hene ku bergindên “öz“ a tirkî ne. Em nika ji wan hinek nimûne bidin xwendevanên xwe;

Öz kendî, ben kendim, ez bixwe
Öz özsavunma xweqedxenî
Öz hil meselenin özü hila mijarê
Öz pûxte sozûn kisasi pûxteya qiseyê
Öz hilîlk isin pûf noktasi hilîlka vî karî
Oz hilav meyve suyu hilava sêvê,hilava hinarê
Oz Özkardeşim birayê min ê hur
üvey kardeşim birayê min ê zir
Öz saf penêrî safî
Öz arî bi dil û mêjiyekî zelal û arî
Öz derûn rih û derûna min terbende ye
Öz nefs kendisi: Nefs bixwe
Öz çil nefis çil,çilûs,çilek

Gava mirov xwest têgîneke kurdî bi kar bîne an peyvekê jibo xuyangeke nû bisiviyîne,pêwist ji hinek kesên zimanzan û pispor rapirse û wisa bibizive. Divê hemû partî û medyaya kurdî pisporên xwe ên kurdî hebin,hindiktirîn kesinên pêzana di nava saziyên xwe de bixebitînin.

Lê em lê dinêrin hîç tiştek wisa nîne, herkes ji hûrê xwe dinefilîne. Tu kes kesê din di ser xwe re nabîne.

Her kes dibêje

Ez û ez

Erê hilîlka arişeyê jî ev e ango xweperestî ye.

Lewma em îfleh nabin

Em nika jî li hinek têgînên siyasî binêrin ku hem di devê apociyan de bûne benîşt, hem jî xelet û çeft tên siviyandinê;

Self-protection xweparastin özkorunma
Self-defence xweqedxenî özsavunma
Self-determination, xwevebuhtin özbelirleme
Self-governance xwedolivî özyönetim
Self-sovereignty: Xweserwerî özegemenlik
Self-saficiency: xwedebarî özyeterlik
Autonomy xweserî özerklik
Self-control xweperiştin özdenetim
Self-management xwegêrî özyönetim
Self-economy xweaborî özekonomi

Dive tavilê kesên bi karê peşariyê re dibilin,bala xwe bidin cihêtî û têveliya van têgînan daku a rast bi kar bînin. Bi vî awayî gel jî dikane ji wan bihêsanî bievîse. Ger serê wan tevlihev be wê çawa bikanin bi gel bidin evîsandinê û têgihandinê.

Mixabin tiştek î wisa ne gengaz e

Em îcar werin ser nivîsar û gotarên Cemîl Bayik

Kekê min xwedê ji wî razî be û xwedêgiravî dixweze ku ew bi kurdî binivisîne daku tirk peyama wî ji kurdî bistînin,bi vî awayî tirk fêrî kurdî bibin. Alaza wî ,şêla wî,helwesta wî pakij e,arî ye lê kurdiya wî,nêrîna wî li kurdî,vac û mêjiyê wî çeft û xelet e.

Ser meselan;

Wisa nivîsiye „findê derewkaran heta razanê pêdikeve„

Erê ew bi xwe skandaleke ango bi kurdî gosartmetî ye. Vê gotina pêşiyan tu têkiliya xwe bi zimanê kurdî re tune ye,tu gizdariya xwe bi ferhanga kurdî re tune ye. Ew rastûrê hetîketî ye. Mirovekî wek serok û rêberê kurdan tê berisandin wisa diaxêve.. Welle ez vê yekî pejir nakim,pesend nakim.

Berginda vê gotina pêşiyan ên tirkan bi kurdî sihê wisa ye

„xwediyê virê, kezîkurê„ yalancinin mumu yatsiya kadar yanar

Hirs: xirs Hêrs ,azwerî, çilûsî

Xezm: hezm kirin, hers anjî givêrî herisandin,dehandin,gewirandin,givêr

Dîsa di nivîsarek din de kekê min dibêje

Êl bi hêz ,beg bi hêze ango ji tirkî wergerandiyê kurdi eva tir wisa `el mi yaman bey mi yaman`. Di vir de yaman tu caran wek hêz nayê zivartin.çim ku yaman kurdiya xwe heye ew jî `no` ye

Ger mirov gotina pêşiyan ê tirkî peyv bi peyv bizivirîne kurdî wê wisa bûya. Êl no ye an beg no ye

Lê belê gotinên pêşiyan peyv peyv nayên wergerandin,ew tenê û sobe hilîlka wê wateya wê tê qûlipandin. Erê gengaz e ku mirov jibo agihandina xwîner peyvsaziya wê jî amaje bike. Lê arîşe ne ew e. Ger mirov bixweze nivîsara xwe bi gotineke pêşiyan ango bi pîrependekê bixwmilîne,divê mirov bizanimbe ku pîrependên kurdî ji ên tirkî cuda ne û mirov nikane wan wergerîne. Ger mirov wisa biek hîngê ew nabe kurdî dibe tirkmancî

Kifşe ku ew kesên navên bajarên kurdan nizanin û ên tirkî dizivirînin kurdî, ew kesên pîrependên tirkî werdigerînin kurdî hê tênegihiştine ku kurdî zimanekî kevnar û bibinyad e û her cûre navê bajar û gund û şaredeyên li kurdistanê navên xwe ên xwerû û resen hene. Ew kesên wisa dikin ku bel diyar e,berzeq e ku hêjta xwe ji binê bandora pişaftinê û xwepişaftinê rizgar nekirine ,kêmtirîn ji aliyê çandî ve.

Kurdiya wê dîsa heye û wisa ye

Êl hebe, êlbeg jî heye

Ev gotina pêşiyan başebaş û sihê,bi tevahî berginda û hevtayê gotina pêşiyan ê tirkî ye

Di nivîsarek xwe de dîsa kekê Cemîl wisa nivisîndiyê, qebedayitî. Ev dîsa nimûneyeke diyar a tirkmanciyê ye.

Bêge an Qûbede jixwe bi kurdî ye û qûbedetî an bêgetî bi heman wate ye. Lî divê vê yekê kesek ji kekê Cemîl re amaje bike

„Pirsgirêk„ bixwe jî peyveke berzeq e ku ji aliyê apociyan ve hatiyê kuşirandin. Peyv şapînoz e û li rih û giyanê kurdî narikibe. Peyveke wisa di kurdî de ne hewceye lewra di kurdî de bêdira peyvên bergind hene. Bo nimûne: `arîşe`: sorun, kêşe: case an bi almanî fall dibêjin ku arîşeyeke diyar û tixûbandî bi nav dike.Lewma ger mirov behsa pirsgirêka kurdî bike divê bibêje kêşeya kurdî an jî arîşeya kurdî bê siviyandinê. Weke em hemû jî dizanin apocî zehmet nake ku kurdî hîn bibe baştire bi nefilandinê peyvan saz bikin. Lewma herin ku herin apocî li ku ye tikmancî diaxêve, kesê tirkmancî diaxêvin jî misoger apocî ne

Erê gelek mixabin wisa ye.

Em nika werin ser hinek nimûneyên din ên tirkmanî û kurmancî daku mijara me bêtir bê têgihîştin.

Tirkmancî Kurmancî
Destê kurdan pancara hûrnake Dest û mistên kurdan nebestî ne

Karê mirov niwênika mirov e Karkirê xwe yo, şîrînê ber dilê xelkê yo

‘ba çandin, firtona çinîn’. Kî ba diçîne wê bahoz hilçine

Yê minareyê bidize qewlikê wê hazir dike, Yê ku hêştiran xwedî dike serderiyê xwe bilind çê dike

pirsgirêka kurdî kêşeya kurdî
li ser vî esasî bi vî awayî,berahîn,li ser vê bingehê,hîmane,xîmane

Gelek mixabin ew bêpûteyî dibe sedema jibîrkirin û kerixîna ji zimanê kurdî û rê li ber xwepişaftinê ango xwe asîmîlê kirinê dike. Lewma her ku diçe,siyaseta kurdan berbilav dibe lê zimanê kurdî kêmtir dibe.Kurd bi tevahî bi zimanê tirkî siyasetê dikin. Bi zimanê tirkî alav û amrazên navgînên ragihandinê derdixin. Di nerîtê de xizmetê çanda tirkî li Kurdistanê û li nava kurda dikin.

Min gelek kurd dîtine ku ji parçeyên din ên kurdistanê hatine û tev kurdên apocî hînî tikî bûne û kurdiya xwe jî winda kirin e.

Ev rewş dubendiyeke zehf no ye

Armanc û mebesta min zivêrandina kurdên siyasetmedar nîne. Armanca min ew ku ,kesên li ser navên kurdan peşariyê dikin,divên bizanin ku kurdî çawa tê axaftin.Pêwist e li ser çanda kurdî hinekî serê xwe biêşînin.

Dive taf berhingariyên we bên hilgirtin

Cellikanî

8. Mijdarê 2015

Zûrîx

Pîrependên Kurdî li Ser Werzên Salê û Mehên Salnameya kurdî

 

Hoza Kejan

Ez biçûk bûm jar û hejar bûm di nava lingên diya xwe de şerpeze bûm,dîsa jî l pey wê,tevde diya xwe kar û barên malê dikirin. Min wa zemanan ji devê diya xwe hinek bizelêv dibihîstin,lewra ez biçûk min hişê min nedigihîtşin ku ew çi dibêje.Lê belê dem bihûrî,wext xuricî hêdî hêdî min hinek ji wan bizelêvên wê ji nû ve di bîr anîn ku ew bi rastî bizelêvinên li ser salnameya kurdî bûye û gelek hêja bûne.

Yek ji wan pîrpendên ku diya min a gorbihûşt diwekiland ew bû „Nîsan, dew li hindê pîsan„

Ji bikî wê jî hîç tiştek nayê xêva min.

Lewma min jî biryar girt ku jibo bîranîna diya xwe ez wan gotinên pêşiyan ji nû ve derxîninm holê û da ku ji bîr nebin. Min wisa jî kir ji nav hezaran pîrependên kurdî de ên derbarê salnameyê vebijêrandin û li ser rûyê vê kaxizê bi cih kirin.Nivîsarek hêja derket holê .Ez nika wê pêşkêşî wê dikim

A Pîrependên kurdî li ser mehên salnameya kurdî

1. Çile; Meha yekemîn a salnameya kurdî

Bextê çil roj çile tajiyê tûle û hespê qûle tune
Çile sar e, cilik sitar e
Çile sare, cilek ne qahr
Çile ye, gur file ye
Mîna gurê çile pîrepîreyî
Wekî gurê çileyê erbayîn
Mîna Çilê zemheriyê

2. Sibat; meha duyemîn a salnamey a kurdî
Sibat e ,libat e

Gîsk dibêje: “Çirt û çirt sibatokê, ez gihame adarokê, bezê kevnê di kuwarokê
Gîsk dibêje: Tirt u tirt sibatokê, ez gihame xwehka xwe adarokê, va min xwar serê gingilokê
Mîna gurê sibatê
Pîra sibatê, wê ji nû ve biçe Iiqatê.2
Sibat dibêje: “Xwîşka adar, bide min sê rojên xedar, ez lingê gîsikê bigirim, ji sergehê bikime xwar
Sibat e, selewat e
Sibat hat û bihurtî, nav dilê gîsikan bezgirtî
Sibat tiro viro, adar ma bîst û du ro
Sibatê bang kir adarê, got: “Se rojan bide min bi deyn, ez e gîsikan ji tehtan bînim xware
Sibate bang kir adarê, got: “Xwîşka min adarê, bide min çend roje xedarê, ez e gîskê ji tehtê bînim xwarê
Sibate gote adarê: “Xwehka min adar, tu bide min du rojen xedar, da ez gîske di ting ve bikime xwar.
Wekî sibatoka dînik bûn

3. Adar ; Meha seyemîn a Salnameya kurdî

Adarê, seg kete binê darê
Adar bi toz, nîsan bi baran, gulan bi ba, mala xwediyê debaran bû ava
Adar bû heyşt, qulingan hêla deşt
Adar e berf giha guliyê dar e, nema danê êvar e
Adar e meşk li dar e, ne li hera, li beriya Sîngar
Adar e, dew li dar e, şivanî xwemal e, kebanî bi kar û bar e
Adar e, dew li dar e.
Adar e meşk li dar e
Adar e, dew li dar e.
Adarê, agir xweştir e ji savarê
Adarê, agir xweştire ji savarê
Adarê, befir hate gulya darê, nema bêriya danê êvarê
Adare, gelek xedare û ximsê birrî tixare
Adarê, meşke li darê ne li vir li çiyayê Şingarê
Hijdeye adare nagire ji bihare dur nîne du bohisted befire bene xware
Hijdeye adare, melkejat hate xware peva kir gîhaye bihare
Meha adare av firî sere dare, bizin kalî ser kare, nîsanen bihare
Meha adarê, av firî serê darê, liât bêhna biharê
Pîrê tir kir adarê, gîsik filîtin biharê
Ya dada adar, bide min rojeke sar, da gîskê pê bikime xarê

4. Nîsan: Meha çaremîn a salnameya kurdî

Bûka sale, meha nîsanê
Denge ezmana, nîsana barana
Li nisana guregura dengê ezmana nîşana barana
Meha nîsanê, meşka baranê
Navbera Nîsanê û gulanê, taveke baranê, çêtire ji bagurdanê zêrî, li nîva eywanê
Nîsan bê serî, gulan bê pirnar naçe
Nîsan bê serî, gulan bê pirnar naçe
Nîsan e çilka baranê bi kêsan e
Nîsan e çipik (çilkek) bi kîsan e, li dere hemî kesan e
Nîsan e, dew li kîsan
Nîsan e, buka salan
Nîsan e ,dew li hindê pîsan e

5. Gulan; Meha pêncemîn a Salnameya kurdî
Gulan e, dew li cem hemiyan e
Gulan e, singîniya dasan e
Gulan e, şingîniya dasan e
Hîva gulanê, gamêşa qiranê, ne li vir û ne li Behra Wanê

6. Hezîran; Meha şeşemîn a Salnameya kurdî

Hezîran, hezra teyran

7. Temûz: Meha Heftemîn a salnameya kurdî

Temûz e kakil ket gûz e
Temûz, kakil ket gûz
Temûz dipêje,tebax dirêje
8. Tebax Meha heyştemîn a salnameya kurdî
tebax e, tirî bûye laxe
tebax e tirî bûye gilaxe
Temûz dipêje,tebax dirêje
9. Îlon Meha nehemîn a Salnameya kurdî
Îlon e, pez û maz bez û don e
1. Çirî; Meha dehemûn a salnameya kurdî
Çirî ye û çirî ye, mal mişt teyr û tajî ye
Çirî ye mal tijî teyr û tajî ye

2. Mijdar; Meha yanzdehemîn a salnameya kurdî
Mijdar e, mij û sar e
Sal mij e mal tij e
Îro mij e ,gur gij e

12. Meha danzdehemîn a salnameya kurdî

Dehê kanûnê, rojê berê xwe da havînê.
Befra Kanûnê wê bimînê heya qanûnê
Berfa kanûnê wê bimîne heta qanûnê
Kanûn e, berf û pûk qanûn e
Xewên kanûnan, tir û fisên xatûnan

B Werzên Salê di pîrependên kurdî de

Di pîrependên kurdî de bi asasî çar werz hene hene ku wan jî em hemû dizanin. Ango di navê dansalan de tu tiştê behît nîn e. Her tişt asa û vêsa ye. Çar demên salê hene ku ew jî bihar,havîn payîz û zivistan in.

Bihar; Werza Yekemîn A Salnameya Kurdî

Axlêve; Berbihar,peşkek ji dansala biharê
• Hîn axlêve ye,neketiyê havînê

• Xwîşka Guharê, arê kewarê, em ê tev bixwin heta biharê”
• Bihar hat rakirin, payiz hat dakirin
• Bihar û havînê rez, zivistanê jî pez
• Biharê xwe têr neke, payizê xwe derengî nexe
• Axlêve Hîn axlêve ye, neketiye havînê.3
• Gulê nemir, bihar tê
• Pîrê nemir bihar tê, kero nemir qiwar tê
• Hem bihar e, hem zivistan e
• Her warek biharek e
• Kê dîtiyê, kalê biguhar, pîra lingxirxal, zivistana dûv bihar
• Meha adarê, av firî serê darê, hât bêhna biharê
• Meha adarê av firî serê darê, bizin kalî ser karê, nîşanân biharê
• Mîna taviya biharê
• Pîrê tir kir adarê, gîsk filîtin biharê
• Qûtê kewarê, heta biharê
• Wekî ewrê biharê li hev kelîn
• Werdek derdikeve ser darê û dibêje Xwezî bi mehên biharê
• Zîlika biharê ,debara malê
• Bext ne giyayê biharê ye
• Dizî biharê, peyîzî li xarê
• Newroza siltanî, dar gopale xwe hilanî, bihar û zivistan ji hev deranî
• Rojek rijiya, rojek pijiya û bihar qediya
• Rokê riziya, rokê qetiya, bihar qediya
• Sal ew sal e lê bihar ne ew bihar e.
• War ew war e, le bihar ne ew bihar e
• Bi gulekê bihar nayê
• Xewna gayê bihar e, Xewna kerê qîvar e,a serê axeyekî çarnikar e
• Kalo nemre bihar tê, pîrê nemre pincar tê
• Dilê xweş her lê bihar e
• Li cem bêara her bihar e!
• Biharê girt û lê kir, payîzê jê kir
• Biharê pez, payîzê rez, zivistanê ez

Havîn: werza duyemîna salnamaeya kurdî
• Barana havînan, şil kir biné kulînan (kadîn).
• Havîn e, xemrvîn e
• Hîn axlêve ye,neketiyê havînê
• Ilavîne to xwar, zivistane gû xwar.
• Kevirê havînê,bavêje kadînê.
• Kevrê havîna bavêj pişt kulîna
• Miriyê par havînê, teze hatiye şînê
• Ne zivistana bêberf û ne jî havîna bêtav
• Zivistanê bêxew havînê bêdew nabe

Payîz; Werza Seyemîn a Salnameya kurdî
• Payîzê gote çiya, bila rewî ranewestin li ser riya”
• Payîzê li me kir gazî, dar man rût û tazî
• Bihar hat rakirin, payiz hat dakirin
• Dizî biharê,payîzî li xarê
• Pîrê payîzê çu legatê
• Payîz e zav zîz e
• Mastê payîzan bidin ezîzan
• Biharê girt û lê kir, payîzê jê kir
• Biharê pez, payîzê rez, zivistanê ez

Zivistan; Werza Çaremîn a salnameya kurdî
Zemherî, peşkek ji dansala werza Zivistanê ji 21 kanûnê de dest pê dike heta 30 meha Çileyê
Pêndixe,pênc rojên ji 25 mahe 12. Ango meha kanûnê heta 30 heman mehê
Pêndixe ,derbaz nabin bê tilxe
• Mîna çilê zemheriyê
• Dûpişk tu zivistanê ne diyarî? Got: “Pa ne, havînê min gelek rû li ba we heye?”
• Ne zivistana bêberf û ne jî havîna bêtav
• Zivistanê bêxew havînê bêdew nabe
• Hem bihar e, hem zivistan e
• Newroza siltanî, dar gopale xwe hilanî, bihar û zivistan ji hev deranî
• Biharê girt û lê kir, payîzê jê kir
• Biharê pez, payîzê rez, zivistanê ez
• Barana zivistanê mîna ava pizdanê

Weke em dibînin bi rastî di kevneşopî û di kelepora kurdî de mehên salê hem hene û û bi teraneya kurdî ew hatinê dirb kirin daku hem herkes navên wan hêsan bievîse hem jî derbarê wê behê de fikr û qinyatek di sere wan de xasima jî di sere zarokan te bê ava kirin. Weke ku em hemû baû pê dizanin ku pîrepend ango gotinên pêşiyan daraz û ferwerên gelekî zexm û xurt pêşniyar dikin. Ew ji parzûna herzar salan hatine dapalandin û wek daneyên gewheran derketina hole.

Lewma gelekî kêfa min jê re hat min li ser wan nivîsarek berdest kir,daku mirov bihêsanî wan bi dest bixe û bixwîne,daku navên meha bi hêsanî di bîra wan de ,di mêjiê wan de bimîne.

Nika min seba her mehê pîrependeke guncan hilbijart û ew carekî din li hev kemperandin ka baş li kiloxê mirov de cih digire an ne. Ez bawer dikim wê jibo zaroka gelekî baş be.

Çile Çile sar e, cil sitar e

Sibat Sibat e, libat e

Adar Adar e, meşk li dar e

Nîsan Nîsan e, dew li kîsan e

Gulan Gulan e, şîngniya dasan e

Hezîran Hezîran, hezra teyran

Temûz Temûz, kakil ket gûz

Tebax Tebax e, tirî bûye laxe

Îlon Îlon e, maz bi don e

Çirî Çirî ye, mal tijî teyr û tajî ye

Mijdar Mijdar e, mij û sar e

Kanûn Kanûn e, berf û pûk qanûn e

Cellikanî

Zûrîx

2.Mijdar 2015

Pîta Razhingêj A Kurmancî

Qay min digot ew ji ku tê. Zehf li ser rawestîm, gelek serî derizand û mêjî fitiqand.

 

Lêkerên kurdî bi asayî makder û raderên xwe `in` e .Ger mirov li zimanên arî dinêre ,dibîne ku zehfaniya wan jî hê makder` n` disiviyînin. Min ji xwe  pirsî ma çima di dimbilkî de ku yek ji zimanên kurdî ye `n` tune ye hêjî ser de `ş` heye.

 

Ma çima di kurmancî de makder bi `n`ê tê bûnandin bes di dimbilkî de bi pîta `ş`ê tê hilçinandin?

 

Min bersîva vê pirsa dijwar gava min zimanê pehlewî hinekî palmisand da. Ez ji mêj de dizanim ku farsî jî `gerundium`a `ş` heye. Ger em nimûneyek bidin wiha ye; `reften` makder,`refteş` gerundium ango hoker/lêker. Ev xwîngiya hanê bel e ku ji zimanên arî a rawirtiye zimanê tirkî jî wek `geçmek` û `geçiş`. Di kurmancî de xuya e xwe paş de kişandiye û hema hema mehiye,tûnema ku bê mesaxtin. Lêbelê di hinek peyvan de xwe zeliqandiye û rûyê xwe bi vî awayî dinimîne. Ser mesalan `rewş`.

 

Meger ne di zimanê hevbeş a kurdî de ango em dikanin bibêjin proto-kurdî de du cure makder hebûne yek ji wan bi pîta `n`ê tê mezirandin a din jî bi pîta `ş`ê tê ava kirin.

 

Min bîna ku di pehlewî de makdera asa bi `n`ê tê dirûst kirin ,a lêker û nav ango gerundium hem bi `ş` hem jî bi `n`ê tevde tê ava kirin.

 

Ger em bişin nimûneyek bidin ew jî wisa ye „menîden„ fikirîn ramanîn ango `manîn`,`ponijîn`  hwd. ger lêker-nav agno gerondiumek jê ava bikin wisa dibe „menişn„.

 

Kurdî her du form jî wek kenzek di zikê xwe de veşartine. `n` di kurmankî de û `ş` di dimbilkî de hevişandiye. „Wendiş„ di dimbilî de „xwendin„ jî di kurmancî de,sermeselan her du jî makder in.

 

Lê belê gava ez li ser kurmancî xebitiyam, ez werqiliyam ku ew pîta `ş` a ku di proto/kurdî de weke `gerundium` divatinî, di kurmacî de weyneke din hecilandiye û cihê makderê weke pîteke kelijandinê ji lêkerên kin lêkerinên din bi wateyên din diafirîne. Wê pîta winda meger ne xwe zivirandiye „j„ û di nava lêkeran de xwe nixûmandiye û xûmartiye.

 

Ji vê hawî û bi vê awayê teşeyeke avakirina lêkerên nû derxistiye meyanê û perû û tevkariyeke mezin diyariya kurmancî kiriye.

 

Ango ew fesala wê raweya pehlewî ku wek `menişn` wate: thinking,di kurmancî

de bûye ponijîn wate: to think.

 

Nika em dikanin ji van tevkariyên vê pîta razkêş hinek nimûneyên di kurmancî de bi we bidin nasandinê;

 

 

Ponijîn:

 

Binemala vê lêkera kurdî a giranbûha bi binyada lêkera pehlewî a wek `menişn` a tên nasandin ve yek e. Her du jî têne wateya fikirîn û ramanîn.

 

Bêhnijîn:

 

Binema ji bêhnê tê û bêhn jî  ji `bêhîn`ê tê. Bêhîn bi xwe jî lêkereke bingehîn û kurt û sereta ye. Bi wateya bêhn jê hatin`ê ye lêkereke pasîf û întransîtîf e ango tebat û neguhêzbar e. Bo embaz `sêv gelek xweş dibêhe` ango bêhnke gelek xweş ji sêvê tê. Li pey rêgeza hindiktirîn hiz,fizûntirin peyam` vê lêkera kurmancî bi saya `j` de jiyana xwe ji qûraftinê ji mehandinê filitinadiye.

 

Tamijîn:

 

Ev lêkera kurdî jî wek ên din ji reha tamê bi alikariya `j` çêbûye.Wateya wê jî çêjtin,çêjîn,tamkirin,tehm kirin û hwd. e.

 

Girnijîn:

 

Kenîna sosret a ku mirov jê naeve re dibêjin girnijîn. Va lêkera xuya ye ku ji onoma `girn`ê piraştiye.

 

Qirrijîn;

Bi ser tiştekî an kesekî de erişîn bi hev re bi lez çûn tiştekê yan derekê. Ew jî wisa dixuye ku onom e. Ji tengê sirûştê hatiye bastûrandin.

 

Tengijîn:

Teng bûn tore bûn aciz bûn regeşbûn,hers ketin

 

Firijîn :

 

Bi wateya dengê ajal û terşan ku helma xwe dikişînin cegerên xwe û bi pest pozê xwe dipakijin.

 

Pakijîn:

 

Dîsa di vir de jî em dibînin ji peyv ango ji rengdêre pak`ê lêkerek pakijînê hatiye ava kirin.

 

Hênijîn: Ev lêker ji makderek kin ji hênîn an yeka wisa derçûye. Hênîn tê çi maneyê nê kifş e .Lê jiwê lêkerek wek `xewde çûn hatiye mezrandin.

 

Nermijîn:

 

Li vir tiştek din qewimiye. Îcar ji regdêrek bi saya pîta me wek bozona Higgs xwe veqilozandiye lêkerekê. Ew jî xweş li hev hatiye, guncan bûye ,lê rikibiye.

 

 

 

Buhijîn :

 

Ev kirar jî kirarekî xweser û xwerû ye ,gelek bêyin tê sivizandin. Weç e ku vê di nava kurdî de belav bikî. Maneyên wê jî wiha ne; li hev qelibîn,bişaftin, li hev gerîn telihev bûn,helîn,.

Cihê tevlihevbûn û li hev keftinê fer e ku vê kirarê bixebitînî. Jibo zimanekî wêjeyî û zengîn biafirînî ew ji me re pêwîstiyeke newexirbar e.

 

Helmijîn:

 

Helmijîn jî weke lêkerek ji helmîn`ê tê ku ew jî bixwe ji helmê t.Helm henase ye ,bûx e,ba ye,nefes e,helmebûx e. Bi vê kirarê ve bêhn vedan nazik û nazdar bûye. Hesê wê xweş tê guhê mirovan.

 

Gurmijîn

 

Erişbirin ser,ser yekî de hicûm kirin,erişîn,

 

Hirmijîn

 

Hirmijîn jî bi heman wateya jorîn tê bikar anîn ku sînonimê hev in.

 

Gijgijîn:

 

Maneya vê kararê jî xwe ji tund û tûjiyê re amade kirin e. Xwe ji lêdanê re veperimandin e.

 

Perqijîn:

 

Pirtikîn, bizdîn

 

Lewkijîn:

 

Dîsa ev lêkera kurmancî a balkêş jî bi arîkariya pîta bêhempa û hêjîn hatiye raçandin. Wateya wê jî wisa ye: dest û ling li nav hev ketin ,lekijîn ,lebikîn rageş bûn telaşe kirin.

 

Pelijîn :

 

Ev lêker ji pelandinê bi saya pîta j ve hatiye avadan.Wateyên wê ên serek mirov dikan wisa rêz bike;bizivîn , xebitîn,ketin nava xebtûlebtê,keftûleft kirin,koşûxiroş kirin ma ez hîn çi bibêjim.

 

Hejijîn

 

Pêl dan m,mewicîn,milmilîn,qirqilîn,pêlpêlîn .bi heman van maneyan ve tevde ev lêker kêrê wêjeya kurdî tê.

 

Firajîn:

 

Kirareke xweşik e ku mirov dikare dêl lêkera pişkiftin,vekirin,pişkovkdan,pişkdanê bi kar bîne.Herwiha ev lêker bi diwatê peresîn û pêşkeftinê jî

 

 

Genijîn:

 

Ev ji genîbûn derdikeve. Genî bi ji lêkera genînê tê. Forma herzeg a genînê jî gendin e. Peyva gendelî û gendel û hwd. jî ji vê reha jorîn a `gen` ê derdikevin . Genijîn`ê jî hinek maneya wê hatiye guhartin belam maneya wê ya binyadîn hê jî sekiniye.

 

Girijîn:

 

Xwe şîrîn nimandin,şalûzî kirin,şelafî kirin,xwe nêzikê yekî ana yeke nîşandan. Malava di kurdî de ev lêker jî heye. Helbet kurd bixwe hay jê nîne.

 

Kilijîn:

 

Mirovê pîs,mirovê keslan û teral,mirovê ximbil ku tu kar û xebata nake wek terşên lewlês û çilek û silek,wek ajalên çilêz li ser dirûngehên xwelkê digere re tê sivizandnê û ev rewş û derawa bi vê kirarê kurmancî tê derbirin.

 

Lalijîn:

 

Wateya vê kirarê jî xelî nêzike lêkera jorîn  e û ,çav li çilekiyê û li silekiyê gerandinê re dibêjin lalijîn.

 

Serencam

 

Ev kirarinan gurmijîn,hirmijîn,gijgijîn bêtir didirûvin onoman,ango ew ji onoman hatine dirûst kirin.Ev her sê peyv gurmijîn,hirmijîn,gijgijîn ku ji aliyê teşenasiy ve li dûv rezika me dibizivin şîmane ye ku ji aliyê watenasiyê ve li pey angaşta me nîn e

 

Lêbelê hemû lêkerên din weke me li jor bêt,ji aliyê pîta j ku makdereke proto kurdî bû ve hatine avakirin û çekilandin. Bi vê awayê kurdî  ew şêwaza makderavakirinê di dilê xwe veşartiye û bi riyeke din ji xwe ev vatiniya sivizandiye.

 

Hem xwe pê dewlemend kiriye hem jî li reh û riçala xwe xwedî derkeftiye

 

Kurdî her tim li pêş kurdan diçe û ji wan re rêbertiyê dike

 

 

Silav li kurdî û kurdîperweran !

 

Cellikanî

 

5 Adarê 2014