Sonda Fiş Û Lotika Leyla Xanimê

Hinkeft

Piştî çaryek salî Leyla Xanimê carekî din derket kursiya Encûmena netewî a mezin a komara Tirkiyê cardin lotikek avêt û xwe derxiste agahnameya dûgela tirk û civaka tirk û kurdan . Tevgereke vala û pûç e . Daxwezên xwe neli rê ne û ne jî li rewacê ne. Leyistina bi minhoya sonda encûmena dûgela tirk ne riyeke dirûst e.

Ger e ew sond bi tevahî bê guhartin. Ew sonda her aliyê xwe bi gû ye. Mirov nikane aliyêkî wê çê ke û bixwîne û bipejirîne . Ew wek korgirêyeke bigû ye ku mirov naşe wê bidestan an bi didanan verêse .

Ew wek doza li dadgeha Ewropa ku kurdan xwestin pîtên kurdî di nava elîbêtika tirk bixin lê ji aliyê dadgehê ve kurd niheq hatin dîtin û doza wan hat tirot kirin. Çim ku ew dawez ne dicî de bû. Tu kes nikane ji alfabeya zimanekî xirab bike . û hinekê jî alfabeya zimanekî din di nava wê ke. A dirûst ev e ku Dûgela tirk zimanê kurdî wek zimanê fermî nas bike,elîbêtika kurdî jî wek alfabeyeke serbixwe û fermî nas bike.

Sonda encûmenê jî karekî wisa ye. Dûgela tirk bi tevahî li ser faşîzma nijadperesitiya tirkan hatiye damezirandin. Ji destûra bingehîn de bigirin heta sonda Meclîsê ,heta qanûnan wisa ye. Divê kurd yan dûgeleke federal a kurd û tirkan bixwezin an jî dûgela xwe a dadmend a bi sere xwe damezirîne. Mirov nikane wek zaroyan çend heb peyvan xelet bixwîne û xwe ji wê berpirsyariya dîrokî rizgar bike. Ev ne gengaz e.

Em îcar werin ser têksta sondê

Tirk bi Tirkiye ve yek in,yeksan in. Di navbera wan de tu ciyawazî û felq tune. Tirk nave neteweyekî ye û Tirkiye jî welatê wî neteweyî ye. Tu felq nîne.

Naveroka sondê û gazinca Leyla xanimê

Di serî de ez dixwezim minhoya sondê wergerînim kurdî . Kurdî zimanê aştiyê ye Lewma ziştiya sondê di kurdî de hê bel û berzeq ddixuyin.

Fermo metna sondê;

„`Ez li hafa neteweyê tirk ê mezin li ser avrû û firaziya xwe sond dixwim ku ez dê heyî û serxwebûna dewletê,sehîtiya yekpare a niştiman û netewe,serweriya netewe ê bê kend û kosp biparêzim,li raseriya dadweriyê,li komara demokratî û elmanî û li rêgez û şoreşên Atatûrk vebestî bimînim,jibo aramî û gumrahiya civakê bixebitim, mengiya ku di çarçoveya dad û piştevaniya netewî de her kes ji mafên mirovan ji azadiyên bingehîn wê sûd wergire bişopînim û ji pabendiya destûra bingehîn venaqetim.„

Gozarstmetiyê dûgela tirk ne yek in ne jî didu ne,bi hezaran in. Ev sond jî yek ji van e.

Tirkiya vê sondê weke gelek minhoyê dûgela tirk wek destûra bingehîn sermeselan hemû mişt ji xeletiyan e.Ev têks çeft hatiye nivîsandin tirkiya wê ne tirkiyeke dirûst e.Hemû eletewş hatiye nivîsandinê. Goya xwesitine tirkiyeke bala bi kar bînin,daku bi gel dijwar bixuye ku ew qîma xwe bînin ku nivîskarên vê minhoyê mirovinên biaqil û xwenda ne. Bi rastî ew bomikên herî bêfiraz ê cihanê bûn ku sewrekarên bêyom didangivandin.

Xwedêgiravî nikarin sondekê bi tirkî binivisînin û wê jî sih salî nikanin biguhêrin. Ev behiteke mezin e.

Hafa Neteweyê Tirk ê Mezin

Li hafa netewê tirk ê mezin rastûrê faşîzm û nijadperestî gelmişandiye,bihûjandiye. Ev hem gelê kurd mandele dike, hem jî gelên din biçûk dike. Netewê tirkê mezin misoger biwêjeke nemirovî ye,nedemoqratîk e.

Rêgezên Atatûrk

Di nava rêgezên atatûrk de gelekî xalên li dij kurdan hene,hê rastir evê ku dûgela tirk bi dehsalan e di devê xwe de kirye benîş û dibêje rêgezên Atatûrk bi rastî bi tevahî rêgezinên li dij gelê kurd in,rêgezinên li ser bigeha qelaçoya kurdan hatine ava kirin .Rastî ev e.Eger te got ezê ji rêgez û şoreşên Atatûrk birêçînim,hingahinan tu dibêjî,ezê qedexekirina kurdî bipejirinim,ezê şeniqandina Seyîd Riza û hevalên wî,Şêx Seyîd û hevalên wî,hemû qelaçoyên li hemberê kurdan,rûman,ermenian,sûriyaniyan û gelên din pesend dikim. Çim ku Atatûrk di nav hemû van karên gemar de hebû.Atatûrk leşkerek endamê „teşkilat-i mahsûse„ ango rêxistina nefsî a der-qanûnî bû ku li dijê gelên azadixwez ên wek bulgar yewnan,rûm,ermenî,sûryanî, erebe ,kurd hwd. hatibû damezirandin daku wan bi her şêwazê bikospîne ku ew dev ji azadî û rizgariya xwe berdin,meger ne wan kûştar bike û biqelihîne,tew ji ribin de wan bimehîne.

Parastina dûgel Tirk a faşîst

Heyîya dewletê û serxwebûna wê, bi xwe parastina faşîzmê ye. Di destpêkê de li dewsa ku dabaşa gel û xelk û mirovan bike,dewletê evra dike,pîroz dike. Ev li dijî mirovatiyê ye. Mirovan biçûk dibîne,dûgelê mezin dike,dûgelê wek heyiyeke pîroz û evra diberisîne. Ev tişt nayê pejir kirin.

Sehîtiya Yekpare

Sehîtiya yekpare a niştiman û netewe tê wê wateyê ku kurdistan tune,gelê kurd jî tune. Ev welatê tirkiyê hemû welateke û li ser wê jî gelek,neteweyek tenê dijî ew jî tirkin. Ne welat dikane bibe federalî an xweserî,ne jî di nava vî gelî de gelekî din wekî kurdan tê pejirandin

Serweriya netewe a bê kend û kosp
„Serweriya netewe a bê kend û kosp„ jî bê guman di vê tekstê de arîşeyekê di hindûrê xwe de dihewîne..Ew jî ew ku neteweyê yek parçe diberisîne, wê jî bi awayê plebîsîtê dirawirîne destê niwêneran ,niwêner jî wê serwerî radestê dîktatorekî dikin. Di vê şêwaya kenehû serwerî ya netewe ye de,dîktatorî li ser navê gel tê meşandinê. Ew awayek zorbaziyê ye. Bi van rejîman re dibêjin faşizm. Ev çi Romanya çi Almanya ,çi li Îtalya dibe bila bibe faşîzm e. Şêweyeke din a faşîzmê jî despotizm e. Despotîzm faşîzma rojhilata naverast re tê gotin. Despot bi yewnanî diwate Malxwê ango xwediyê malê. Ev dîktatorê ku şiyankarî bi awayekî pîşadî bi dest xist,ew êdî xwe wek efendiyê welêt dinase. Despot ango zorbaz heta ku zorbazekî din wî ji ser textî wernegerîne wê li cihê xwe bisekine.

Navê Tirkiyê Ê Gozartmet Ê ku Ji Aliyê Kor Kemo ve hatî Kuşirandin

Weke her kes pê dizane Atatûrk mirovekî bîvêr bû, zorbazekî bêparsk bû. Wî dixwest her tişt li pey kêfa wî be. Li aliyê din ew mirovek nezan û naşî bû,mirovekî weke Kenan Evrenê cahîl bû. Ne haya xwe ji dîrokê hebû ne haya xwe ji çandê hebû. Lewma wî nave Diyarbekir ango Amedê di rojekê de kir Diyarbakir goya cihê misê, wek Tuncelî ango cihê misîzerê. Weke ku her kes pê dizane nave Diyarbekrê,ji Dêra Bikrê ango dêra hezretî Meyremoka doter tê. Dêra Meyra Makê hê jî li Diyarbekrê weke cihekî geştiyarî li paydar e.
Lewma wî nave tirikiye jî ji navî dewleta osmanî xelet wergiritiye. Jibo ku em têbigihijin ku nave tirkye ji ku hatiye,dive em ewilîn li nave dûgeal osmanî binêrin. Navê dûgela osmanî wisa bû ;Dewletî alî Osamniye,Deweletî Osmaniye,Dewletî Osmaniye,memleketî Osmaniye,Memalikî Osmaniye . Ev guhartonan hemû hebûn. Lê nave xwe ê fermî „Dewletî aliyeyî Osmaniye„ ango `Dûgela Mezin a Osmaniyan` bû . Nika em li vê navandinê dinêrin,dibînin ku ev terkîba hanê bi bi zimanê osmanî ye ku zimanê osmanî zimanekî amêjen bû ji sê zimanan û tew ji hê zêde zimanan pêk dihat. Ew zimaninan erebî ,farsaî û tirkî bûn. Nika ew qedîneke ku nave Osmaniyan dide ango Dewletî aliyeyî Osmaniye ger em bi farîsî bibêjin wisa ye; dûwletî aliyî Osmanî. Erebiya wê jî wisa ye. El dewlet ûl aliyet ûl Osmaniye. Ew `iye dawiyê qedînekê kifşe ku qertafa erebî a xoyetiyê ango xwedîtiyê ye. Kor Kemo ango Atatûrk çi kiriye ev qertafa xoyetiyê a erebî hilgirtiye rastûrê xistiye dawiya wîşeya „tûrk` û nave welatê tirkan bi dest xistiye ango tûrkiye. Eger navê tirkiye wek berê terkîb ango qedinek erebî bûya wê wisa bûye cumhuriyet-i turkiye,an devlet-i turkiye an memleket-I turkiye . Çimku qedinek bi zimanê osmanî ye lewma ew I ya dawiyê peyva pêşîn ji farsî tê,ew qeertafaq dawiya peyva duyemin jî ji erebî tê. Tirkiya wê dive wisa be tûrk devletî an tûrk memleketî an tûrk yurdu,tûrkelî hwd. Kabra peyv ji tirkî hilgirtiye qertaf ji erebî hilgirtiye û bi vî awayî tiştekî zehar û sosret peydandiye.

Lewma di navber tûrkiye mîlletî û tûrk mîlletî du cudahî tune,tûrkiye Milletî ango neteweyê Tirkiye û tûrk millet neteweyê tikr yeksan in,heman in

Tûrk millet ango neteweyê tirk rast hatiye nivîsandin `tûrkiye milletî` çeft hatiye nivîsandin.
`Tûrkelî cûmhûriyetî` rast e ,`Tûrkiye cumhuriyetî` çeft hatiye nivîsandin. `Tûrk cumhuriyetî` rast e `tûrkiye cumhurieti` çeft hatiye derbirin. `Turkiye Cumhuriyetî` dive wisa be `tûrk Cumhuriyetî` Tûrkiye dive bi `tûrkelî` be. `Tûrkiye devletî` jî fer e wekû `tûrk devletî` bê nivîsandin û xwendin. Kurdiya wan wisa ne `dûgela tirkî`,`komara tirkî` û `welatê tirkî` an `Tirkistan` e

Dive wisa be, ev tiştê din hemû bi rastî ji cahiltî û serhişkiya ya Atatûrk pêk hatine, ne ji sedeminên din
Ew qes mirovên zana û xired hebûn wî zameanî tu kesî jî bi kabra re negotine „kuro rawest ma tu çi gozartmetiyê dikî„ .Lê mixabin kesek nabêje û ev kar jî ji min re ma. Ma ne şerm e ev qes zimanas hene ev hinde nivîskar û bîrewer hene bi Kor Kemo neketîbû ku bi navên welatan bileyîze qedera gelan bixêze, li ser zimanan bizîzikînî.

Mixabin kesî gazincên xwe nekirin.

Îcar em werin ser mijara herî girîng

Tirhêwa Dûgela Tirk a sedsalî

Gelek bîrewer û ronakbîr û rewşenbîr ên tirk hene ku sere care vê angaştê diponcin û li ser wê direwiqînin.

Dibêjin tirk an tûrk nave neteweyê tirk tenê nîne navê bala ê hemû millet û gelên li van xakan dijîn re tê gotin.

Ew dereweke dewleta tirkan a herî mezin e . Ew sed sal in vê tirhêwê dikien. Bi vê yaweyê ev dixwezin ku kurd bawer bikin ew jî keriyek ji netewê tirk in parçeyeke ji neteweyê tirk in.

Bi rastî ew dereweke pendî û azlû ye. Li ber çavan e. Gava dûgela tirk dibêje `diş tûrkler` ango tirkên derve tu caran behsa kurdan nake. Gava dibêje `tûrk dûnyasi` ew behsa kurdên îraq û sûriye û îranê nakin. Dema ew dibêjin tûrk kûltûrû çêla çanda tirkî tenê dikin. Wexta ku ew dibêjin tûrk dîlî ,ew sobe dabaşa tirkî dikin. Ew sed sal in kurd ji xwe re kirine kole,ji wan bac û xûgiyê distînin jibo geşedana tirkî herc dikin,mûçe û mehanê didin keno profesorên nijadperest. Hemû rewşenbîr û akademisyênên tirrkiyê di xizmeta dûgela tirk de dirikifînin ser kurdî û kurdî mandele dikin û tirkî pesn dikin.

Ew kurdan vediqetînin, kurdan vediwêrin û ji hemû tiştî mihûz dihêlin.

Ew bi kurdan dikenin wan dikin halekî mehtirûmîn

Bi Sonda Teretûre Mirov derewîn û Xiniz Nabe

Dawiyê dawîn ez dixwezim rûdaneke din li vi rave bikim û vepasînim ku niwênerekî kurd dikane wê sondê bixwîne û ne pêwist e xwe girêdayî wê sondê bibîne. Çim ku ew sond sondeke faşîst e sondeke betal û netêw e. Bi wê sondê mirov tu caran derewîn nabe. Bi wê sondê ne Leyla xanim ne jî newengerên din ên kurdan ne jî newengerên partiyên din ji wî sondê bawer dikin. Di serî de Erdoxanê gurcînijad bi xwe jî vê sondê pejir nake û bixwe jî li dijî hem qaşo rêgezên Atatûrk e. Vê yekê her kes dizane. Ew ra dibe li kursiyê vê sondê Ew hem nijadperest ,hem çeft e ,hem kevn e û hem jî ji aliyê sewrekaran ve hatiye nivîsandin.

Bi baweriya min nivîskarê wê Orhan Aldiqaçtî ye ku ew solalêsê Kenan Evrenê xwînmij bû.Gava min têksta destûra bingehîn a tirkiyê jî wergerand kurdî min werqiland ku ev her dû metn xudanê yek zimanî ne. Bi heman zimanê çepel hatiye nivîsandin.

Êdî bes e Zaroktî

Dema ez wisa li peşarên kurdan dinêrim ,dibînim ku ew hê jî wek zaroyan diqeliqin. Fer e ku kurd êdî ji zaroktiyê dev biqerin.Divê kurd piştrast bin, daxwezên xwe ên netewî bê kend û kosp bê merc û bend bînin zimên. Divê kurd li pey hiqûqa navnetewî bibizivin. Berî ku çalakiyek bikin divê li ser encamên wê bi dadnasan re bê lecandin û gengeşandin.

Silav û rêz

Cellikanî

16 Kanûnê 2015

Zengilora Kurdistanê „Riya Hermûşê„

Bavê min ,Kekê min hûn wek xwendevanên min ji min çi dixwezine. Ma ez ji we re çawa reiyekî veşikêvim.

Meger ne hûn her tiştî ji min dixwezin kerem kin çawa ez jî jibo her tiştî fikrekê berpêşî we dikim,wê ez derbarê stratejieke leşkerî yeka nû ji we re binexşînim.

Gêrartêşî û stratejiya min ev e

Fermo ji we re

Gêrartêşiya nû a bizava rizgariya kurdistanê weç e ji nû ve bê gengeşandin. PKK û hemû hêzên din ên netewî ên Kurdistanê pêwist in li hev bicivin rûnin û statejiyeke nû binexşînin.

Ew hewcedariya ji ku derket ?

Ka bila bisekinin ez ji we re amaje bikim.

Piştî derax û demajoya 7. Hezîranê heta 1. Mijdarê 2015 jibo kurdan gelekî hewaleke giring da nîşan ku di agahnameya dûgela tirk de veristina kêşeya kurd li ser hîmê biratî û demokrasiyê tune bûye, Dûgela tirk tu caran bi riyên aştiyane û bi riyên mirovane çi xweswerî dibe çi serxwebûn dibe çi jî azadî dibe mecalê nade kurdan ku kurd jiyanek aza û asa ava bikin

Ev yek eşkere û bû ,bel bû ,azlû bû pend bû.Tu kes êdî nikare bi kurdan re bibêje ku bi şêwazên aştiyane daxwazên xwe ên netewî bicirin.

Êdî ew ne gengaz e

Ew jî azlû bû.

Ne xwedîparskên aliyê cemawera tirkan ,ne dûgelên ewropî ên kenehû demokratî û serbestîparêz,,ne jî kurdên qaşo aştîxwez dikanin bibêjin hê rêgehinên din ên aştiyane hene ku kurd di van riyan re dişin mafên xwe ên bingehîn û hîmîn bihecilînin.

Min berê jî gotûbû ku dûgela tirk a ku mongolan ji xwe re wek embaz û nimûne hilgirtiye ji tu deverean, ji tu welatan bi riyên aştiyane û bi rêgehên beraftî derneketiye,ser de jî ew welatan û deveran kirine kavil û wêran piştre bi zext û kotekiyê vekişiya ye.

Kurdan zendeyek din a mezin ji hilbijartinên navborî derxistin,ango divêtin derxistibin ,Ew jî ev e ku tu kes, tu dûgel ,tu xuheremndên biyan alikariya kurdan nakin. Kurd di şerê mirin û manê de,ê li hemberê dûgela tirk a hov û wehş de mixabin bi tenê ne. Wê an bi serkevin an jî bimehin.

Ew ne dirûşme ye ew rastiyeke giyansoj e. Dê bi tenê li hemberê dewleta tirk şerê mirin û mane bidin.

Rastî ev e

Dûgela tirk ku weke min berê jî got û di her fersendê de jî dibêjim dûgela mongolan ji xwe re weke gelaleya weynê dibîne û lewma bawer dike ku ew tenê dikane bi tenê ji tundî û tûjiyê,tenê ji zext û kotekiyê bijî û seba wê jî tenê ji wî zimanî ango zimanê tundî û tûjî,zext û kotekiiyê fêhm dike.Ji vê sedemê ye ku ez dûgela tirk bi kûrahî têgihijim û lewma ez wisa ji pêş de dikanim pêşbîniyan bikim.

Erê êdî tucar mîna berê nabe. Êdî dema aştiyê û ashiyê rabirt. Bira tu kurd nebêje es di silametiyê de rûniştime û kêfa min bas e.

Tirk jî dizanin dilê kurdan bi tirkan naşewite,kurd êdî bi tirkan nanayirin û kurd jî dizanin dku tirk dixwezin,bila dûgela tirkan ripinê kurdan rabikole.

Ew êdî rabirt.

Ango

„Mîro borî„

Nika li beranberê kurdan riyek tenê heye , ew jî ev e; şer ,ceng, koş û xiroş,têkoşîn,hewldan û mirin . Ji vê sate pê ve ger kurd teslîm bin jî ,ger kurd,xwe bispêrin jî,biaşêrin jî,li ber dûgela tirk bimerixin jî, dewleta tirkan vê yekê êdî tucar pejir nake ,çim ku wan jî çi riyên aştiyane,çi riyên tundiyane dibe bila bibe,wê kurd gava derfeta azadiyê dîtin wê ji tirkiyê veqetin

Ew jî rastiyeke din a giyansoj jibo dûgela tirk e. Divê wan jî ev rastî têgihiştîbûn.

Hem dûgela tirk rastî dîtin hem jî kurdan rastiya dûgela tirk bikûrahî fêhm kirin

Ne kurd ji azadiya xwe nihanê didin ,ne tirk gavek erdê kurdan,dergelek mafê kurdan bi riyê aştiyane didin

Weke tîmê taybetê Erdoxanê gurcînijad li dîwarên Cizîr û Farqînê û her wisa li şahrên din ên kurdan li dîwaran dirûşmeyên xwe nivîsandinî; „Ger tirk î,şanaz be,ne tirkî dabixwe„. Êdî dûgela tirk a ku ji kurdan gurivîn û daxwerinê dixweze ne wek berê vê yekê vedişêre,berevajî vê daxweza xwe a gemar pendî ji kurdan dipê.Êdî eşkere dibêje ev dewlet,dewleta tirkan e û hûn jî bindestên me ne ger we pejirand base di şert û mercên xwe ên rojgarîn de jiyana xwe a bi arinc û renc bidomînen ,nexwe hûn wê bimirin.

Kurd jî li aliyê din wisa dibêjin bi devê kekê minê hêja Selahaddîn ;„ev hemû kuştarên li ser kurdan ,stem û zexta li ser kurdan ji bêdewletiyê dibe„ ango bê dûgela kurd a dadwer ê dî kurd nikanin jiyana bidomînin.

Dûgela kurd pêwist e jî jêveneger e,jênerev e. Kurdan bi berxwedana xwe bi koş xiroşa xwe bi hemû dinyayê,bi hemû raya giştî a tirkan daye xunadnin ku êdî kurd ji azadiya xwe ,ji zimanê xwe ji namûsa xwe dev bernadin.

Hingahinan çi berma,çi rûda,çi qewimî ?

Hingahinan li ber me şerekî dijwar tenê ma

Erê şerekî dijwar û xwînrêj,cengeke erjeng
Ango şerê rizgariyê,şerê felatê,şerê rihayê

Divê kurd ji vê yekê re amade bin .Heta nika PKK tu car nexwest vê rastiyê têbihiihje lê êdî têgihişt.

Yan PKK wê şerekî encamhingij serfetihîne an jî dûgela tirk a hov dê PKK bi didanên xwe bixeniqîne.

Erê PKK wê şerekî çawa dest pê bike?

Şifta Sîlopî heta Mûrawandayê, Zengelora Kurdistanê

Şerê ji aliyê PKK de hate nika hatiye dayin,jibo vejandina hestiyariyên netewî ên kurdan bûn ku ew zû de ji aliyê dûgela kurd ve hatibûn kuştin. Di vî şerî de aliyê kurdan bi serketin lê gelekî dereng man. 30 sal rabirt. Gelên din 3 salan de ev venişteha radibihorîn,lê kurdan mixabin sih sal hewce dîtin ji bo vê hêwrê.

Şehitîneke PKK heye ku gelekî giring e. PKK hê jî bi çalakiyên xwe nîşan dide ku wê hê veniştgeha nû a bizava rizgariya netewî fêhm nekiriye. Ez pendî û azlû dibêjim ku êdî gihaneka „bangeşeya çekdar„ derpast. Divê PKK vê rastiyê pejir bike ku êdî hemû kurdan fêhm kirin ku dûgeleke kurd weç e,hemû kurdan têgihiştin ku dûgela tirk kurd xapandine û welat û namûsa wan ji dest wan girtiye. Lewma zelal e ku heyna bangeşeya çekdar rabirt. Divê êdî PKK ji „kurdan re bangeşeye kurdan„ neke.

Nika dem dema rizgariya kurdistanê ye ku divê nexşeriyek têkûz û nerîtbar bê vesazandin da ku serkeftin misoger be,

Ez miovekî netiştane li vi dixwezim hinek meng û ramanên xwe ji we re rave bikim .

Jibo azadiya kurdistanê giringtirîn herêm ev herêm e.

Şifta rizagariyê „riya hermûşê„

Şifta riya hermûşê mirov dikane wisa bide xuyandinê. Gerûya şerê azadiya kurdistanê Mûrawanda ye,ango îskenderûn e

Ger kurd navbêyna dûgela tirk û kendava îskenderûn kurt nekin wê tucaran kurdistana azad nabînin.

Berdêla wê çi dibe bila bibe,divê kendava Murawanda ye yanî îskenderûnê ji aliyên hêzên kurd ve bê zeft kirin.

Nika ez ji we re şifta dendika kurdistana bakûr didim nîşan daku ev der ji aliyê kurdan ve berî her tiştî bê rizgar kirin.

• Şifta bakrojava bakûr ev şift e Ji Kinikan de ango ji Osmaniyê de dest pê dike pê di pê de , Dilok,Semsûr Amed,Êlih,Sêrt hetanî Şirnexê,

• Şifta rojavayê başûr ji Mûrawanda ye serdikuşe pê di pê de Kilîs Bêlqîs, Riha Wêranşar Serêkaniyê, Qoser, , Mêrdîn,, Nisêbîn,, Cizîr, heta Silopiyê,

Ger herêma navbera van her du şiftan seranserê tixûbê şapînoz ê Sûriyê bê rizgar kirinê wê deverên din ên Kurdisanê bixwe bixwe werin rizgar kirin. Çim ku ev der zengilora Kurdistanê ye. Lewma dûgela tirk a xeniqok destê xwe kirye zengilora Kurdistan gava kurd di cihê xwe de qeliqin tavilê zengilora kurda diguvişe. Eger ew de bê kurtisandin wê tu car êdî dûgela tirk nikar di nava kurdistanê keve wê her ku çû dev ji kurdistanê ber de. Dive hêzê azadiya kurdistanê erdêma di vê navberê de rizgar bike daku rizgariya kurdên Sûriyê jî
bê dabîn kirin,azadiya kurdên başûr bê sewgirandin û azadiya kurdên bakûr bê hêsan kirin û deriyê têkoşîna azadiya kurdên rojhilat jî bê vekirin.

Kilîd azadiya kurdistanê ev e.

Hiz û vejena gelê kurd di Geliyên Doskî de zêhakirin,ne karekî bivac û hişane ye. Heta ku riya hermûşê di destê dewleta tirk a xwînmij de dimîne gengaz nabe ku li serî çiya herêmên azad bên ava kirin. Çim ku riya hermûşê riya raguhastina vehêwirandina leşkerê dagirker ê tirkan e. Ger ev riya hêwrkariya leşkerî bê kurtandin ew tu car nikanin di geliya doskî bighijin.

Arîşe ev e

Kudandina şerê Gerîlla li li Serxetê û Koçgiriyê û Xerzanê

Pêwistî heye ku şerê gerîlla li çeperê Kurdisanê berdewam bibe.Çim ku li van deveran hê aja rizgariyê hêşîn nebûye. Ev yek,yek ji giringtirîn xala gêrartêşiyê bona serfiraziyê ye ku vejandina hestên kurdayetiyê sobe dişe bi şerî gerîlla li çeperê kurdisanê li bakûr û rojava dive bê zexmandin.Ew jibo qelihandina pêjnên faşît jî li van herêman fer e,daku ev cihan ji ji şengistên dijmin bên paqijandin û viyana kurdên li van deverean dijîn bê xurtandin.

Raseriya hewayî

Wekû herkes dizane gerilla ji aliyê fen û tekniljiyê ve gelek paşve ya,gelek qels û kas e. Gerilla tu caran serweriya hewayî li dij dûgela tirk nehecilandiye. Ev giringtirîn merca serfiraziya gelekî ye ku armancan azadî be. Serweriya hewayî pişta gerilla dişkîne. Gerilla nikane li dij Helîkopter û firokeyên cengê ,li dij firokeyên bêmirov şerekî hîkar û bibandor birewîne. Ger serweriya hewayî nebe helbet serweriya nêvengî jî tu caran nayê bi deset xisitin.

Raseriya bejayî bi çekên dij-zirerpoşî

Jibo serweriya nêvengê pêwist e çekên dij – zirxpoş wek debabe,û dij firokeyan divêt taf bên bi dest xistin. Êdî azadiya kurdistanê ne karekî siyasî û îdeolojîk e . Êdî karekî fenî,karekî teknîkî ye. Divê bes rayedarên PKK vê rastiyê biderkînîn li pey wê bibizivin. Weç e ku taf çekên dij zirepoşî bên hinkivandin.

Hilberandina çekan li Kurdistanê

Xaleke din jî heye ku girîngtirîn xala guherandin û bilkewşandina gêrartêşiya rizgariya Kurdistnê ye. Ew jî hilberandina çekan bi destê xwe û li xaka xwe.Min ew tişt hê fêhm nekiriye ku çima serkirdetiya siyaseta kurdan jibo çi li ser arîşeya hilberandina çekan li welatê û bi derfetên xwe serê xwe nearihandiye. Ew rewş min beng û har dike. Mêjiy min difitiqe û kiloxê min diderize. PKK çil sala têkoşînê dike. PDK heftê sal e xebtûkoşê dike YNK pence sal e keftûleftê dike ,çira nikanîn kêrekî ,kahûrekî saz bikin ,çira nikanîn mûşekek û sarûxekê hilberînin.?

Wele mirov lê behît dimîne.

Ger hilberîan çekan li welatê xwe û bi ked û kêfareta xwe nayê kirin,divê kurd jî azadiyê û rizgariyê jibîr bikin

Erê ez nika cardin gêrartêşiya xwe li vir biwekilînim;Ji bo cengekî rasteqîn pêwistî bi van tiştan heye ango divê wajeya nû ev be viyaneke xurt jibo şerekî rasteqîn,bi armanca bidestxistina Riya Hermûşê bi raseriya heweyî û bejayî bi amrazên çekên nû ên ku mirov bi destê xwe li welatî xwe hildiberîne

Ev dirba min a azadiyê

Silav ji wan kesan re ku li riya azadî û rizgariya kurdistanê dixebitin!

Silav û rêz

08. Kanûnê 2015

Robot û Ûrib

Gelo rojekê wê robotên cihê mirovan bigirin,wê rojekê serxwebûna xwe dabixuyînin an ne .Gav min li derdora van pirsan diponijî nişk ve ripina peyva robot hat bîra min ku ew ji ku de hati be.Min gercûstek kin û hêsan di navtorê de kir ez tûşî peyveka hind û ewropî hatim

Ew jî peyveke silavî ye ku wateya wê kole ye erê bi rastî wateya peyva robot bi zimanê çekî kole bûye.

Li pey agahiyên ansîklobediya ripinnasiya zimanên hind û ewropî ev peyv ji zimanê Çekî rawiriye zimanê îngîlkî robotnik bûye robot. Robot bi zamanê çekî karê zeverî ye. Ango bêgarî ye. Ev peyv jî ji ku de hatiye ketiye çekî,ji ji silavkî robû,ew ji ji orbû hatiye. Ew jî helbet ji zimanê proto hind ewropî derketiye ji peyva orbh. Ji vê peyvê bo embaz ev peyvinan jî piraştine; yek ji wan Orphan agno bi îngîlkî Sêwî ,kesê bê dê û bav,kesê berdest e. Peveka din jî ew ku arbeit `a gemankî ye. Ango arbeit bi xwe karê zeverî ye, karê herewez e.

Ger mirov peyva almankî a arbeit `ê wisa dibîne hingahê dizane çima zwangsarbeit,ango karê zeverî,baregehên civandinê,şêl û helwesta almanan der bare kar de,bi me dide nişan ku çire di almankî de ev peyv derketiye pêş. Ango her tiştî dîrokek xwe heye. Tiştek ji binê erdê ji nişk ve dernakeve.

Ev di hinek zimanên din de jî bi hinek guhartoyan cihê xwe girtiye.

Yek ji wan hitîtkî ye ku di zimanê wan de wek harba ye. Di latînkî de orbus e. Em werin sanskriîtî. Di wê de jî arbhah e. di ermenkî de orb e . di Îrkiya kevin de orb di gotî de arbja,di almankî de peyveke din heye ku ew jî erbe bûye. Di îngîlkî de ierfa, mêratxwer e. erbed di firîsî û îngîlkya kevin t diwate dijwarî û zextî yê.

Erê nika we got temam bavo ev gist hene ma bi me çiye. Kekê min ev peyv di kurdî de jî heye. Di kurdiya nav anadolê de em biwêjekê de ev peyva razhingij bi awayekî dizî û veşartî jiyana xwe berdewam kiriye. Lewma min jî ev nivîsar gaziyê vê peyva giranbiha kiriye

Wisa dibêjin .filankes mîna ûriban dixebite. Bêvankes wek ûrib e. Ev peyv tenê di babeta kar û şixûlan de radibire. Ûrib nav e. Kesên kar û barên giran û dijwar dikin re ûrib tê gotin. Ew kesê ku kar û şixûlên dijwar heqinan dikin re jî di kurdiya andola navîn de dibêjin `mina ûriba`,`wek ûriba`

Ew tê wê wateyê ku peyva ûrib bi peyva îngîlkî `robot` ê ve ji aliyê ripin û wateyê ve ye bûye. Digel ev qes dûringiyê,digel ev hinde demê ku bihûrtiye dîsa vê peyva bêzin û kêmpeyda esl û ripina xwe ,reseniya xwe parastiye û jiyana xwe a dijwar û tije serborî kudandiye.

Nika min jî xwest vê peyvê biparêzim ji qelihîn û mehînê rizgar bikim ,wê tomar bikim tew wek peyveke nû û nûjen li cihê peyva `robot`ê ango wekû bergind û bergîdaniya peyva robot`ê `ûrib`a kurdî bienderzînim daku hem kurdî be, hem resen be, hem jî jiyana peyvê bê filitandin.

Ez hêvîdarim wê bi destekariya xwendevanên kurdî,bi arîkariya hezkiriyên kurdî,bi piştevaniya axêvkarên kurdî ve ev peyv di zimanê kurdî ê nivîskî û devkî de cihê xwe ê bêhempa sermedîn bigire.

Silav li kurdîperweran be