Behr û Zê, Ro, Co û Zirê

Di kurdî de derbarê avên mezin de hinek peyv hene ku rewşa van avên mezin derbirin dikin. Ev peyvinan behr û zê,ro û co û zirê ne.

Behr : Ev weke ku em gişt pê dizanin wîşeyeke erebî ye. Di zimanê erebî û her zimanên samî de ev peyv heye direwice û zindî ye. Bes ne tenê zimanê erebî û zimanên samî de ev peyva erebî heye,him vê re di gelek zimanên din de ev wîşeya hanê bejn û balayê nîşan dide. Bo nimûne di zimanê kurdî ,de di zimanê farsî de û her xasma di zimanê tirkî cihekî bêhempa girtiye. Ser mesela di zimanê tirkî de ji ber qaşo şoreşa zimnên ji aliyê kor kemo de hatibû serfetihandin ev peyv bêhnijîbû nava tirkî.Bahriye,bahri,bahriye nezaretî hwd. Ji ûrdû û hindî bigire heta balkanan ev peyv gelek pijiliye.

Lê belê ger mirvo li zimanên din ên der dora behra naverast an behra spî dinêre di wan zimanan de jî bi behrê re dibêjin mare,mehr,mer,marine,maritimûs her wek din. Pak û bala ! Ev „behr„ û „meer„ çima wisa dişbin hevûdin . Gelob ehr ji mehrê hatiye an mehr ji behrê ? pîrependek kurdî heye ku dibêje . „Delîlê baran anî an baranê delîl anî.„ ango bi wateya mamika ku dibêje „hêk ji mirîşkê der ket an mirîşk ji hêkê derket.

Min çi kir ? ez çûm serê meseleyê û min li peyva bingehîn a hindû ewropî nihêrî. Min zimanê hîmîn û bingehîn a zimanên gûrfa hindû ewropî ku kurdî jî di nava van zimanên cîhanê de ye palmisand ma ez çi bibînim. Meger ne di proto hind û ewrope de jî peyva ku wateya behrê digerewîne ew e;„morî„ latînkiya wê jî „mare„ ye. Ew tê ç wateyê . Wisa dixuye ku ev peyv jî pyeveke gelekî kevn e. Ziman çend kevn e, ev peyv jî ew çend kevn e. Rêç dîsa diajo ser wî zimanê ku makezimanê hemû mirovatiyê bû. Rastî ev e. Ew ziman jî ew makezar e ku di navbera 12 hezar salî berê û heta 6 hezar salî berê li hîvoka birişt derketiya holê.

Lewma jî di kurdî de cihê xwe wisa qêm û zexm e. Kifş e ku ev peyv ne tenê bi pêla zimanê erebî re ketiyê zimanê kurdî,nemaze ew di heyn û heyamên berê de di kurdî de hebû ye û bi bandora erebî ji „mehrê ber bi „behr„ê hilqiloziye. Eger kurdiya wê a resen ji bavû kalê xwe ji proto hind û ewropî ango ji zimanê arî her bidomanda wê îro me bi behrê re bigota „mehr„. Jibo di nava dîrokê de gelekî hêwirze û sêlûbelî pêk hatine vê peyva xizan û bêguneh jî riya xwe winda kiriye.

Îcar em werin ser mijara „zê„ ye. Di kurdî de peyveke wisa wek zê jî heye. Bi wateya ,kanî,çaviya kaniyê,çem û robarê biçûk tê siviyandinê. Ev peyv jî diyar e ku bi peyva zimanên germankî ve hevripin in. Bi îngîlkî dibêjin Sea bi wateya behrê,bi almankî dibêjin „See„, bi holandkî tê gotin „zee„ hwd. Lê belê ev ji kîjan peyva arî ango proto hind û ewropî piraştiye ne kifş e.

Tiştekî gelekî ecêb û balkêş heye ku di zimanên arî de ev her dû peyv her tim hatine veguhêrandin her daîm cih guhêrandine. Hinekan bi zê re gotine behr ,hinekan bi behrê re gotine bêrm. Ev diyardeya her wisa di kurdî de jî hê berdewam û ku bi gola wanê re me gotiye „Behra Wanê„ digel di kurdî de behr bi wateya derya ango bi kurdiay resen zirê tê siviyandinê jî.

Peyva farsî Derya jî di kurdî de cih digire. Ger peyva orîjiînal a kurdî hebûya ,wê wek zirê bûya. Ez bawer dikim ev peyv heye û hê jî jiyana xwe li hinek deverên nevediyar di nava zext û dijwariyan de dikudîne. Lê zirê di zimanî arî de „streu„ ye û bi wateya „herikîn„ê ye. Ev peyv di almanî de wek Strom,di îngîlkî de wek stream dixuye. Peyva herikîn jî di kurdî de ji vê peyvê hatiye miyanê.
Di kurdî de xuyanekek din jî dijî ku navên avan her tim bi peyva „bar„ ve zeliqiye. Ew bar di rastiye xwe de „ber„ û derdor e çim ku avên mezin ji derdorên xwe nayen vebizdandin. Her aveke mezin sazûmanek e. Lewma mirov xwestiye ku avê bixwe ji derdorê di mêjiyê xwe ji hev cuda bike çim av bixwe û derdor ne yek û ew jî derkeke jiyanî ye. Lewma di kurdî de co heye cobar heye, ro heye robar heye,zê heye zêbar heye, zirê heye, lê zirêbar tune ye, mehr hebûya wê mehrabar jî hebûya. Gelo ma „behr„ ne quncisandina „mehrbar„ê be?

Wele ez ew hindê nizanim.

Weke me li jor dît û bîna di kurdî de tu peyvinên vala û pûç,hinên beredayî û netê, hinênn pîşadî û tûşhatî tu kurdî de tune ne. Her wîşeyekî dîrokeke dûmdirêj li pişt heye,her peyvekê hilawiyeke xwe a xwerû heye.

Ew kurdên ku hêj û nirxa kurdî nizanin û giraniyê didin ser tirkî ,li cihê kurdî her roj bi tirkî bi zimanê ango bi zimanê rikêvkaran erîşê ser gelê kurd dikin û gelê kurd nîşan digirin bi zanayî û bi qesdanî pelemarên qutifîner digurmijînin ser gelê kurd û zimanê kurdî wê rojekî têbigihijîn ku kûrahiya dîrokê kurdî afirandiye him jî weke sipendeke di zikê xwe de mirariyan diafirîne.

Silav li kurdînivîsan be

Cellikanî

14.03.2016