Noel Baba bi kurdî çiye ?

Bi Noel Baba re bi kurdî dibêjin Kalê Gaxendê, bi cejna vê demê re jî dibêjin `Cejna Gaxendê`. Ev cejn hê jî li hin deverên Kurdistanê nexasim li derdora Dêrsîmê bi awayekî adetî û toretî tê piroz kirinê. Wê rewşê helbet gelekî bala min kişand. Min bixwe jî hê nû evisî.

Çawa dibe ku ev çejna mesihiyan hê di nava kurdan de jî berdewam e,digel kurd misilmend in û berê jî tu caran nebûne fileh,ne bûne mexîn ne jî mesîhî?

Lewma min jî hinekî li ser cejna Noêlê û ango Gaxendê gercûst kir,di encamê de peyidand ku ev cejna hanê gelek ji berê xwedêdana Hz. Îsa hebûye. Navê Hz. Îsa jî di kurdî de heye ku Yeho vê re dibêjin. Ji mêj de ev cejn hebûye ku li gel destpêka şaristaniyê ango bi şorêşa Neolîtîkê re peyda bûye derketiyê naverastê. Hingah pê ve ev cejn bi coşî li gelek deverên cîhanê nefsê di nava gelên mesihî de tê pîroz kirinê. Lê binyada wê cejnê wekû hemû cejnên din ên cîhanê sirûştî ne. hemû cejn û pîrozbahiyên din ên olî berahîn xwezayî ne.

Binyada peyvên Kalê Gaxendê û cejna Gaxendê çi ne ?

Peyva `gaxan`ê ji peyva `gaxend`ê tê ku rastnivîsa wê jî `gaxend` e ne gaxan e. Gaxend cejeneke pir kevn e û ji berî Yeho ang Hz. Îsa û Miho ango Hz. Mûsa her wisa ji ber Niho ango Hz. Nûh û ji ber û Cewo ango Camer ango Hz. Adem jî ev cejn hebûye. Ma helbestvanê nemir Ahmet Arîf netê gotiye;`landik dişandin min ji Niho re`. Peyva kurdî ji `Gaxenq`ê piraştiye ku di nava gel de bi fikreke giharî bi wateya gaxeniqandinê ye ku zehf berf dibare û gayan dixeniqîne,ango merc zor dijwar in. Lêkera `xeniqandinê` carinan di kurmancî de wek `qendiqandin` jî tê siviyandinê ku ew jî berbelav tê zanîn. Aha ev e ku peyva `gaxend`ê ji derhatiye.Lê belê her çi di nava gel de ango Ga di mîtolojiya arî de jî hêma û nîşana erdê ye. Geo,cih, ca, gah, geh,ev hemû bi eslê xwe ji peyva `ga`yê ango boxe derketine. Ev çejne ne netê ye ku di dawiya hefteya sale ango şeva 25 ê kanûnê Ev zûla demê nîşana hefteya dawîn a meha kanûnê ku ji 24 mehê de heta dawiya mehê didome dike ku dema herî sar a zivistanê ye. Helbet ev cejn cejeneke nûberdî ango neolîtîkî ye.Di wê demê de gelekî berf dibare,serma û zeqem zehf e. Di destpêka wî zemanî de gel gelek ditirse û ku wê karesatek were serê wan û piştî ku we dem bihûrî wê pîrozbahiyan li dar dixin. navê wê demê hê di kurdî de heye ku vê re dibêjin `Pêndixe`. Derbarê pêndixeyê de pîrependek jî heye ku dibêje `pêndixe derbaz nabe bêtilxe`. di vir de tilxe jî kurtûnên berfê ne.Lewma ev xuyanga heyamî,seqayî weke cejnên mexîntiyê ango mesîhtiyê di nava civakan da cih girtine û di dema Hz. Mesîh ango Yehoyê Misto diwelide gel bi nîgeranî û bi şayiş dipê û gava pêndixe rabirt bi hênceta serê salê şahiyan li dar dixin. Di heynên neolîtîkê de ango nûberdê de hê serê salê ne yekê çileyê bû.

Kalê gaxendê jî Noel baba ye, Lê mixabin bi kurdî nave kale gaxendê hatiye ji bîr kirin lewma cihê Noel Baba a ku bi tirkî ye hê baştir bi farsî ye tê siviyandinê. Bi rastî jî kalê gaxendê sihê berginda Noel Baba ye. Cejn ew cejn e kal ew kal e, ripin ew ripin e. lewma divê kurdî vê peyvê di zikê xwe de bicih bike ev misoger e.

Noel jî bi rastî ji peyva Natalis ango zan, welidîn hatin dine, zîn, zîstinê naye, Noel bi rastî ji yewnanî derketiye û ji du peyvan ciriye yek neos ango nû ye ê din jî helios ango roj e. tevde dibin neohel ango nûroj ango newroz e. Çawa em kurd li 21 Adara cejna newrozê evra dikin wiha jî gelên bakûrê giloverê jî wê cejnê hinekî ji ber me dikin di nava zemheriya zivistanê de serê salê û pîroz dikin.

Her çi hinde mesîhî diangêşin ku ev cejn cejna welidîna Hz. Îsa ye jî bi rastî rehê vê cejnê hê kûr e. Mexînan ev cejna kevnar mesihandine û kirine mewlûda Hz Îsa.

Ev cejna kevnar û pîroz bira li hemû mirovatiyê bixêr be!

Cellikanî

21. Kanûn 2016

Zûrîx

Dîlemmaya Demokrasîxwezî Û Sewreperestiyê Li Ser Sewreya 15`ê Pûşperê û Şiyankariya Zorbaz A Erdoxanê Gurcînijad

Ez ne alîgirê sewrê me lê ev zorbaz dê çawa ji şiyanê bê gêr kirin ? Vê pirsê gelek kes ji xwe dike. Kifş û bel e ku ji bilî min û te gelek kesî din jî ev pirs ji xwe kirin e.Çim ku êdî jiyana gelên Tirkiyê, jiyna nîveya gelên tirkiyê nefsê kurd û elewiyan di xetereyê de ye. Êdî azadiya mirovan ,namûsa mirovan ne ewle ye, ne sewgir e. Çim ku êdî tu riyên aştiyane nemane ku şiyankariyê bê guhartinê. Êdî mecal nemaye.

Ev bi rastî belênayeke mezin li ber mirovan bû

Mirovê ne têkildarê koşa şiyanê ne hewce ye ku piştevaniya sewrekaran bike daku mirovekî hilbijartî ji aliyê sewrekaran ve bê wergerandin û piştre sazûmaneke nû a zorbaziya xwe ava bike. Kesê ku bi darê zorê bê ser şiyankariyê wê bi darê zorê jî bidolivîne. Ev hertim rêzikeke zêrîn e. Lê belê eger zorbazek bi riyên awişt û rewişt û bê sere xuhremendiyê, were ser text an hilkişe ser hûkmê, lewre biriyên bêrewişt û bêsinc hemû cokû cihokên serperiştiya şiyanê niximandin,tibaliya rê û regehên gihiştina şiyanê stimandin, sercemiya peywendiyên peşar û mirovên heyidî remilandin,dê çawa ew zorbaz wek peykerê demokrasiyê bê pejir kirin û dê çawa wek sparteya evra bê pesind kirin, dê çawa wek qidoşê nepelbar bê berisandin ?

Ev çi dubendiyeke bêhempa ye.

Bi kurdî derbeya leşkerî çiye sewre ye. Sewre peyveke erebî ye lê ji mêj ve di kurdî de cih girtiye sewrekar ango mîlîterputsch putschist jî sewrekar e hemd û sena ji xwedê re be ku di kurdî de kesek sewrekariyê û şoreşgeriyê nagelmişîne. Her kes dizane şoreş çiye û sewre çiye.

Ev sewreya ji aliyê NATO ve hat kirin kesên ku ev derbe xwestin li Erdoxanê gurcînijad bixin hêzên rojavayî bûn ango Emerîqa, Îngîlistan û Frenkistan bûn Ev her sê dûgel û hevpemanên wan ên NATO`ê xwestin derbeyekê li Erdoxanî bixin

Rastî ev e

Di navbera Tirkiyê û Frenkistanê de li ser Sûriyê gengeşe û şer hebû ev şer xwe wek terorê dinimand her du aliyan li hev dû dixisitn bi nave DEÎŞê lê belê dawiyê ku gava Erdoxanê
navdar, navnas û li wir bi qamyonê hovane gel û geştiyarên ji hemû cîhanê da hincirandinê, Serok û pêşnişînê dûgela Frenkistanê birêz Hollande ji Pentagonê re telefon kir û got êdî mecala me namaye ku em bi vî Erdoxanê Gurcînijad û xwînxwer re, bi nevîçirkê Hûlagû re şer bikin hûn kerema xwe vî bênamûsî, vî bêarî êdî bisekinînin, bisewrînin. Pentagon jî ket xolê ango dewrê û xwest wî bikuje û ji ser şiyankariyê wergerîne.

Serencam ew peyana sewrekariyê ji aliyê dûgelêan NATO`ê ve, ên sereke ve hat eywezandin û neritandin.

Hemû mesele ev bû

Lê bi ser neket.

Min tu caran hezî Erdoxanî gucînijad nekiriye, lêbelê ez tu caran navêm ku sewreyek biqewime û şiyankariyeke leşkerî bitifike û bê serê dewletê. Ev helbet xetereyeke ji Erdoxanî jî mezintir e. Ewê ku sewrê bikin Korkemoparêzên faşîst û nijadperest in û ji hemû şiyankaran bi xeteretir in, jakawtirin, erjengtir in. Lêbelê piştî derbeyê mirov dibîne ku partiya Nijdiyan an Nijdevanan ku AKP î ango Partiya Dad û Geşê ne ku navê wan di heyna `şerê sirîn` a berê derbeya 12 yê îlonê 1980 yî radibire de helwesteke din nîşan dan û bi gotina Erdoxanê Gurcînijad ew sewre ji xwe re wekû `niwasta Xwedê` pejirand û ew derawaya sewreyê bedkarane siviyand. Wî ew barûdox ji xwe re kir hincêt û arav zorbaziya xwe pê zeximand.

Partiya Nijdiyan ku ji kujer û talankerên berê sewreya 12 îlonê 1980 hatibû damezirandinê, ji aliyê NATO ve jibo li dijî Çepparêzan û alîgirên Sovyêtan şer bikin hatibûn veçinandin û vebihandin û peywirandin. Berê bi wan re akincilar ango nijdiyan ango nijdevan dihat gotin. Lewma ew alîgirên AKP-PDG gelek kêfxweş dibin gava mirov bi partiya wan re dibêje AK Partî. Berê 12 yê Îlonê hemû saziyên wan bi nave AK ê destpê dikir ku ew ji kurteya `akincilar` ê ye weke ak sendika,, ak zexnepûrt, heta ku îro AK pelesî derketibe.

Bira li welatekî dîktator hebin bira du diktator tune bin ger du diktator hebûn delîl li halê hejaran, wax li halê feqîran û way li rewşa kurdan.

Wê malik li me divirite

Lewme ez ji ber hemûyan û azlû û awêne helwesta xwe daxuyan dikim û dibêjim ez li dij hemû sewrekariyan im, ez li hember derbekarên bear im. Ew kesên ku bi sewrê,ango bi zor û zeverê bên ser karê wê çi xêra me jê hebe.

Hîç

Sersedema vê sewrê bi rastî jî Tombalacî Recep ango Recoyê Terpilbaz e, Erdoxanê gurcînijad e . Wî welatekî nîv-demokratîk , kir dîktatoriyeke bi rêk û pêk . Êdî kes nikane bibêje li Tirkiyê demokrasî heye, şiyangelî heye, kes nikane bibêje mafên mirovan hene, heq heye hiqûq heye, dad heye darêzgêriya serbest heye. Bi rastî jî îro jî û ji ber sewreya 15 tîrmehê jî Erdoxanê gurcînijad Tirkiye kir dîktatoriyek,lê belê hemû astengiyên xwe bi arava sewreya 15 tîrmehê jî yeko yeko ji hole rakirin. Ew nika bi tenê serê xwe ,sobe welatekî bi wajoya xwe tenê didolivîne. Ew êdî nema bi dilê xwe ji ser text,ji ser hûkmê,ji ser şiyankariyê diçe. Heta zorbazekî wekû nefsê xwe dernekeve û bi pêhnê li serê wî nejene ew ji wan deveran danayê xarê. Êdî ne hilbijartin tên daraştin ne jî dabaşa demokrasiyê tê kirin. Ew tiştan êdî li Tirkiyê nayên mijaran.

Kurteya peyvê ev ku erdoxanê gurcînijad di nava sewreyê de sewre li sewrê kir û bi xwe jî bû sersewrekar.

Rastî ev e

Wî li 7 pûşperê sala bihûrtî gava hilbijartin hatin li dar xistin encamên wê qebûl nekirin û hilbijartin betal kir û cardin di nava keftelefta şer û cewşeniyê de hilbijartin kirin da,wê roja hanê helca dawîn a ber bi dîktariyê ve bû. Li 7 pûşperê dê Erdoxanê gurcînijad hat terqa riyê an ber bi dîktatoriyê biçûya an jî ji ser hûkmê daketa. Gelek mixabin ew tirsiya û wî riya dîktatoriyê da ber xwe û bû dîktator . Piştra derbe bû mixrikên wî xwestin vî kesê nagunce rêzikên lîstikê li derî rêzikên lîztikê ji ser text wergerînin. Lê Erdoxanê gurcînijad hêgîn û cerbez derket û mixrikên xwe beralî kirin li ser têxt ma. Hemû mixrik û rikeberên xwe derdest û destgîr kirin,hemû mal û milkê wan çopand. Hemû rêber û peşarên kurdên diyar û berbiçav barimte kirin.

Lêbelê hê karesatinên mezintir li pêş me ne ,ger hêzên navnetewî nekevin xolê û wî dîktatorê bêşerm û bêheya ranewestînin,ew bi sere xwe re tevde sere gelekan bixwe. Rewş wisa dixuye.

Ev rastî bê guman e

Dewletên sereke ên NATO`yê Emerîqa, Îngîlistan û Frenkistan e. Dûgela Almanyê hertim piştevaniya dûgela tirk û hikûmeta Erdixan dike. Nika dûgela Alman û dûgela Tirk hevalbendên hev in. Bira tu kes li dijî vê pênihatê tu dozên din neavêjin naverastê.

Piştî terora dûgela tirk a bi destê DEÎŞê li şehrê Nice`ê ku ji berî wê jî gelek çalakî û pelamarên sawkar li van welatên ewropî ji aliyê dûgela tirk a ku di bin zorbaziya Erdoxanê gurcînijad de ye hatine rewandin,navenda NATO` yê li hev civiyan û gotin êdî bes e ji vê Erdogxanê gurcînijad re û sewrekeyeke ku ji berê de amade kirine, kirin nerîtê û peyana 15 tîrmehê rû da.

Fettulah Gülen bi destê dûgela tirk hat dirêjandin,mezinandin. Ew bi xwe dermaleya dûgela tirk bû. Bê guman ew bixwe endamê sîxûrtiya dûgela tirk bû. Li ser sixûrtiya dûgela tirk hê sixûtrtiya dûgela Amerîqa`yê jî heye mirov nizane ku endamekî rêxistinên zanyariyê ji bilî dûgela herêmê ka suxreya kîjan hêzên giloverî dikin. Her endamekî hêzên herêmî di heman demê de endamê hêzeke navnetewî ye ango hêzeke giloverî ye jî.

Ew jî awêne û pendî ye

Mûhterem Fettullah Gulen effendî hazretlerî ku nişk ve bû feto helbet maya xwe di nava sewreya 15 tîrmehê de heye lê ew tenê zembereyeke biçûk e. Ve zembereyê ku ji sewreya 1960 pê ve tê eywezandin peywira xwe di vê derbê de tenê îstixbarat bû ango zanyarî

Vê yekê her kes dizane.

Lêbelê gava ew ket bin serperiştiya NATO` yê wî piştevaniya NATO` yê kir ku derbeyek li Erdoxanê Gurcînijad bixin û wî ji ser şiyankariyê bipengizînin û qûnê ser wî re biqilozînin.

Arîşeya Erdoxanî ew bû ku bi xelîfe be, bi Siltan be û şehînşahiya Osmniyan cardin ava bike. Ji vî hawî bi vê awayî wî maya xwe kir Sûriyê,maya xwe kir Qibtê û Hebeşistanê. Armanca wî marastina Hebeşistanê û hê bi berfirehî hemû Efrîqa bû û ku di wir re derkeve sûka Efrîqayê. Hem ji xwe re kanistanên nû bi peyidîne hem jî ji xwe sûkên nû marastgehinên nû ji gilaheyê xwe ên nûgihiştî re bihinkivîne. Derdê wî marastkariya nû ango kolonyalizma nû bû. Wî jî wek Îtaliyê berê çawa hinek gemirî çav berda Hebeşistanê ku Hebeşistan welatê feqîran e lewma ji hejaran da serdifetihinîn. Mala minê çi guneh e ku Ev Hebeşisan jî wek Efxanistanê ye wek Kurdistanê ye, kî bitir bû ,kî har û hêç bû kê benê stûyê xwe qetand dadibeze van welatên feqîran.

Hem li hebeşistanê hem jî li Sûriyê,bi wê nebû him ji li Qibtê ango li Misrê tûşî berjewendiyên Frenkistanê bû. Erê Erdoxanê Gurcînijad çû çû tiliya xwe qûlê dupişkê re kir û dûpişkê jî bi wî ve de. Nika diqîre û dijine ku dûpişkê pêve daye.

De here bira diya te tiliya te bimije.

Çend cûre Deîşê (Dewleta Îraq û Şamê) hene

1. DEÎŞ a ku ji aliyê Firengistanê ve hatiye damezirandinê ku hem li Tirkiyê hem jî li Sûriyê bergîdank û berginda terora dûgela tirk dike, gerewa êriş û rikêfên dewleta tirk a maytêker dike.
2. DEÎŞ a ku ji aliyê tirkiyê ve hem li Tirkiyê hem li Ewropa hem li Sûriyê hem jî damezirandiye ku li Tirkiyê li kurdan dixe xasma jî li HDP dixe,li Sûriyê li hemberê YPG şer dike. Li Ewropa li Frenkistanê û hevpeymanê wê Belgiyê dixe,
3. DEÎŞ a ku Emerîqa li Îraqê ava kiriye ku li aliyekî pê xuhermenda Bexdayê dizgîn dike li aliyê din jî jibo berfireh kirina erdê xweseriya Kurdistanê dike hincêt da ku Pêşmerge ango artêşa Kurdistanê ev warên ku kurdnişîn bûn lê ji tirs Îranê û Tirkiyê re Emerîqa nediwêrî hemûyan bi Kurdistanê ve bibende, bi hêsanî di bin pişkinîn xwe ke.
4. DEÎŞ a ku ji aliyê dûgela Sûriyê ve hatiye damezirandinê ku li Sûriyê cihê ku rejîm tê nagihije di binê pişkinîna xwe ke dakû mixirkên Esad li wan deveran bisernekevin. Li aliyekî jî gerewa êrişên artêşa tirk a xwînrêj bi awayekî nixaftî dide li ser nave DEÎŞ`ê.
5. DEÎŞ a ku ji aliyê dûgela tirk ve li îraqê hatiye ava kirin ku ji aliyekî de Mûsil dagir kir ji aliyekî ve êrişa li ser Kêrkûkê daraşt li aliyê din jî li ser navê sîxûrtiya tirkiyê dibizive û li dij kurdên êzîdî êriş kirin û nijadkujiya Êzîdiyan pêk anî hê jî li wan deveran karûbarên xwe ên gemar didomîne.
6. Ez pê hê sihê bawer neme ku ka DEÎŞ `eke ji aliyê Rûsyayê ve jî hatiye damezirandinê heye an ne.

Hafilî li nêveng û naverastê gelek cûre DEÎŞ hene ku hemû rêxistinên sawkar û hov ên dûgelên giloverî û dûgelên herêmî ne. Tu DEÎŞ ên bi sere xwe, azadane,serbest an ji nava gel derketibin tune ne. Van rêxistinan tu peywendiyên xwe bi misilmendiyê re jî tune ne. Erdoxanê Gurcînijad çi hinde misilmend e,ev rêxistina sawkariyê jî ango DEÎŞ jî ew hinde misilmend e.

Rastî ev e û tu caran nayê serpoşandin.

Ev şerê seyemîn ê cîhanê ye. Hêviya min ew e ku hê gur nebe. Lê belê wisa dixuye ku mirovatiyê ji şerên cîhanê ên yekemîn û duyemîn hê tu zende wernegirtine. Hê devên wan germ in û şerekî cîhanê ê seyemeîn û gir û gewre li beranberê gelên cîhanê dibelite.Lewma li Tirkiyê jî rewş her ku diçe xirab dibe û wê hê jî xirab bibe. Heta Edoxaxanê gurcînijad û zorbaz li ser şiyangeliyê ma û bi darê zorê welat dolivand û debirand tu caran aştî nayê welatên me û tu caran demokrasî bicih nabe.

Nika êdî li Tirkiyê tu kêşeya kurdî nema. Kêşaya kurdan û tirkan a herî bilez û sojinde hilweşandin şiyankariya zorbazê mezin ê herêmê Erdoxanê Gurcînijad e.

Peywir û erka herî giring û pêşîn ev e.

Cellikanî

Zûrîx

02.11.2016

Tombalacî Recep ango Recoyê Terpilbaz

Siyaseta Dewleta Tirk, Rêjîma Erdoxanê Gurcînijad li ser siyaseta rehîneyê hatiye ava kirinê.

Derbarê girtina serok Selehadîn de dewsa protestoyekê ez vê nivîsarê jibo xatirê wî diwesînim. Ez silav û hûrmetên xwe ji kek Selehedîn û hevalên wî ên bêhempa û berhilîstkar re dişînim. Wêr û aramiyê jî û wê hevalên wî re dadixwezim.

Ez wê Erdoxanê gurcînijad û nijdevan û cerdevanên wî hemûyan bi qurbane binê lingê kekê Selehedîn bikim

Azadiya we azadiya me hemûyan e ! Rizgariya we dahatûya me ya ron û rewşen e !

Dûgela tirk ,rêjîma Erdoxanê Gurcînijad ê zorbaz peşar û siyasetmedarên kurd ên pêşeng û serkeftî, ên delal û dilsoz tevde girtin û binçav kirin piştre jî derdest kirin.

Em pê mirin û biheciyan û peqiyan! Te zikê me êşand , Xwedê jî zikî te biêşîne ho Terpilbaz Reco!

Dûgela tirk ji heynên şahînşahiya Osmaniyan pê ve delk û dolabek fêr bûye û wê delkê her tim disiviyîne. Ew jî siyaseta rehîneyê,ango peşariya barimteyê. Dewleta tirk tu caran gelê xwe berpeyv pejir nake. Ew tim bi dewletên din ên gir û girs re mixatab dibe û gelê xwe jî wek rehîne bi kar tîne ango gelên di bin hûkmraniya xwe de wek barimte û gereweyan bi kar tine. Ji hêrsa rûsan gelê ermenî qelaço kir, ji hêrsa îngîlan gelê rûm qir kir. Ji hêrsa emerika nika gelê kurd qir dike. Di mêjiyê dûgela tirk de merdanî,lewendî,mirovanî,lehengî tune,li dêl wê boketî,berimtegirî,dagirkerî, lîstik û firîwî hene.

Erdoxanê zorbaz û gurcînijad vê taktîkê vê leyistokê vê rêwaziyê her har û hov bi kar tine. Girtina hevserokê PDG ango Partiya Demokratîk a Gelan birêz Selehedîn û hevalên wî ji qehra Amerika ye ku Erdoxanê Zorbaz tevlî operasyona Reqqeyê nekirine. Wî hêrsa xwe, kîn û rika xwe ,kerxa xwe a li dijî Dûgelên Yekbûyiên Emerika bi sicnkirina newengerên kurdan ên ezîz û delal derxist. Wî wek bavekî kiholxur û araqxur jin û zarokên xwe barimte û gerewe digire û li hemberê polêsan wek sîper û senger bi kar tine, gelê kurd û newengerên wî hovane hetikane avêt hindûr û bi vî awayî xwest kurden xore bike,biçûk biêxe û ser de jî Emerika gef û gûr bike.

Pêvajoya çareseriyê jî ku dûgela tirk navekî ecêb û sosret danîbû ser proseya veristina kêşeya kurdî jibo armancên xwe ên nihênî wisa bi nav kiribû ji nişkan ve da bû ber kurdan nika hê baştir tê têgihiştin ku wan ji sedema şerê sûrî anîne agahnameyê.Wan xwestine ku `bi pelekî sê kelan` wergerînin. Armanca wan a sereke û binyadîn dagirkirina Helebê bûye. Armanca Recebê tombalabaz a duyemîn jî rûxandina KCK û PKK bûye û armanca sêyemîn jî qeleçokirina kurdên sûriyê bûye. Nika hê azlûtir û hê awênetir derdikve ber roniya rojê. Dûgela tirk bi rastî jî leyistoka xwe a herî xiniz herî xwînrêj amade kiriye û nexşeya xwe xêzandiye û dafika xwe jibo kurdan daniye. Lê belê bi saya birêz Ocalan û bi arava Qendîlê ava plana qirkirina kurdan şehitiye.

Wan xwestin PKK û birêz ocalan iqna bikin û berdin ser Sûriyê û hemû gerillayan di wî şerî de bidin kuştin û kurdên Binxetê jî perîşan û şerpeze bikin û xwe bi firîskekê re jî ji PKK û gerillla riha û Rizgar bikin. Xweşbextane birêz Ocalan bi wan nexapiye,hê ser de jî ew xapandine û ewiqandine û gêzirandine daku kurdên Binxetê ango kurdên Rajavayê Kurdistanê xwe berhev bikin,xwevecivînin. Kurdên Binxetê wisa jî kirin. Nika bi operasyona Reqqeyê serkeftin û serfiraziya rêwazî û artêşgêriya Ocalan û PKK ango aliyê kurdan bi zelalî derket mazatê. Êdî kurdên Binxetê hevalbendên hêzên serekî ên navnetewî ne. Êdî dûgela Tirkiyê tu caran riya wan nikane kend û kosb bike.

Derdê wan ew bûye nika hê bêtir hat berçavan,hê bêtir hat fehimandin. Kifş bû dewleta tirk ku tucaran serweriyê bi kurdan re venabehrîne. Birêz Ocalan û PKK jî bê serwerî ku ew dibêjin `niyasîna vîna gel` ango naskirina îradeya gel tu caran bi hinek şikeste û kurtêlan naxapin, dev ji daxaziyên kurdan naqerin.

Wisa baş jî kirin..

Pêşengên azadiya gelê Kurdistanê jî bi rastî hem zîrek û hem ji bi zereng in bi hêsanî fen û fûtên dûgela tirk a firîw naxapin. Ew jî dilê me diferihîne û di ferixîne.

Recebê Tombalabaz ango Tombalaci Recep, Recoyê Terpilbaz firîwê herî mezin di nav rêveberên dûgela tirk de ye. Ew ewqes firîw û delkbaz e ku ji Kor Kemo û ji Enwerê Çerkez jî wêdetir e.Bi rastî wî hêgîniyeke taybet heye. Hêgîniya wî ji berê de tê. Ji biçûktiya wî de pêve tê. Gava min guhdarê nasekî wî ê biçûktiy kir, min helwest û şêla wî a dolivandinê hê baştir fêhm kir. Ew hevalê Erdoxanê Gurcînijad nas dike wî bi pîşadî di demên zaroktiyê de nas dike. Ji min re hinekî behsa wî kir . Şêl û tevger û lebata Erdoxanê Gurcînijad sihê li behsa hevalê Erdoxan tê, li wî dişike. Min ji wî bawer kir ku bi rastî jî gotinên hevalê Erdoxanê Gurcînijad li wî bi xwe dirikibin. Lewma min jî gotinên wî li jêr bi wer e vebehrandin:

„Ez wî nas dikim mala me li Dolapdere` ya Stembolê bû. Min çayfroşî dikir li ber sînemaya Kurtuluşê, gava ez deh salî bûm. Wî kabrayî, ango Erdoxanê Gurcînijad bavê xwe li Kasimpaşayê beqalî dikir, beqaliya xwe hebû. Erdoxan gava dihat dikanê bavê wî ew nedikir hûndir. Çim ku bi wî ne bawer bû, wî dizî dikir,pere ji bavê xwe didizîn,tiştê dikanê ji bavê xwe didizî. Ew xortekî tirsonek bû wer tirsonek bû ku tev hevalan digeriya û lewma jî piştre çeteyeke biçûk damerzirand.. Ewilî wî Tombalabazî dikir û mirov difirîwandin. Piştre wî çend komên Tombalabazan ava kirin û ji wan xerac distand. Deminan cerd ango çeteyek ava kir . Çeteya wî ji pênc û şeş heb xortan pêk hati bû. Wan li devera Kasimpaşa,Dolapdere Kurtuluş û Pankalti`yê cerd dikir ango ew cerde bû Wî ji Tombalaciyan xerac top dikir, paşê dest bi sûkereşiyê kir. Biletên sînemaya Kurtuluşê û Pankaltiyê ên filmên rind,ên balkêş ji pêş de dikirîn û li sûkereşê bibiha difirot. Bi xwe jî ji fîlmên Mankurt û ên Kartal Tîbet û Cûneyd Arkin hez dikir û belaş temaşa dikir. Ew fîlman bi sedan caran seh kirine û binê karîgeriya wan fîlmên şovenîst de maye. Di nava kolanan de gogpê dilîst. Mirovekî xeracxur bû. Bi tenê jî pir tirsonek bû. Bavê wî lewma ew da Debiristana Mele û Axundan (lîseya Îmam û Xatiban) daku ew hinekî bimirov be û heramiyê neke. Dîplomê wî sexte ye. Wî ew dîplope xwe bi sêsed hezar dolar kirî û bû serokwezîr. Carekî gundiyek me hebû tombelecî bû hat cem min bi min re got; ez perişan bûm! Min got;çima ? Got: „îro çeteya Kasimpaşayê ango cerdeyên Tombalacî Receb ez şêlandim û hemû cixare û pareyên min ji dest min hilgirtin. Çima ku min xeraca wan bi derengiyê xistiye„. Carekî yekî din li devera wan bilêt standin ji sînemayê û xwest ji xwe re bibiha bifroşe. Lê çeteya Tayyib ew girtin û li wî dan û duta ceza lê birîn.„

Bi rastî jî gava mirov li şêl û şêwaza wî a peşariyê dinêre ,dibîne ku ew mirovekî Tombalabaz bûye. Ger mirov wê bizivirîne kurdî dibe terpilbaz. Terpilbaz ew hem tûrê tombalayan diterpilîne,hem jî mirovên tên wir û dilîzin diterpilîne. Ang leyistok di nava leyistokê de heye. Erdoxanê gurcînijad leyistokên hêsan û sayî hez nake ,ew yên dijwar û gelemişe hez dike. Leyistoka Çareseriyê jî di derbarê kurdan de bi rastî jî leyostokeke gelekî tevlihev û xelitî û piçikî bû.

Lê kurdan ev leyistok bi serkeftî bihûrand. Nika êdî li Sûriyê jî Kurdistanek ava bûye. Bi biryara Emerika a dawî ku bi tenê QSD ango Hêzên Sûriyê ên Demokratî tev li operasyona Reqqeyê bibin,xuya bû ku êdî Emerika û welatên Ewropa biryara xwe dane ku bila kurdên Sûriyê jî mafên xwe ên Siyasî bistînin hindiktirîn di nava federasyonekê ango hevsondiyekê de jiyana xwe û welatê xwe ji nû ve ava bikin. Bi kurtasî kurdistanek jî li Sûriyê êdî ava bûye. Bi vê encamê Ocalan heta niha du kurdistan ava kirin yek li Îraqê ê din jî li Sûriyê. Helbet dê beşa Kurdistanê a li bakûr jî rizgar bibe. Ew rojên hanê ne dûrin. Rizgarkirina Welatekî wek Kurdistanê ne hêsan bû û ne hêsan e jî.

Lewma Erdoxanê terpilbaz wek gayekî çavsor û seyekî devbigiliz raserî kurdan dike

Erê ewê cane kurdan biêşîne bi gez kirinê lê e mew qes zêde ne ku li dawiyê dawingê didan di devê wî de namînin û ew nema kesî din gez dike.

Serkeftin nêzik e

Her serkeftî bin

Cellikanî

Zûrix

10.11.2016