Zengilora Kurdistanê „Riya Hermûşê„

Bavê min ,Kekê min hûn wek xwendevanên min ji min çi dixwezine. Ma ez ji we re çawa reiyekî veşikêvim.

Meger ne hûn her tiştî ji min dixwezin kerem kin çawa ez jî jibo her tiştî fikrekê berpêşî we dikim,wê ez derbarê stratejieke leşkerî yeka nû ji we re binexşînim.

Gêrartêşî û stratejiya min ev e

Fermo ji we re

Gêrartêşiya nû a bizava rizgariya kurdistanê weç e ji nû ve bê gengeşandin. PKK û hemû hêzên din ên netewî ên Kurdistanê pêwist in li hev bicivin rûnin û statejiyeke nû binexşînin.

Ew hewcedariya ji ku derket ?

Ka bila bisekinin ez ji we re amaje bikim.

Piştî derax û demajoya 7. Hezîranê heta 1. Mijdarê 2015 jibo kurdan gelekî hewaleke giring da nîşan ku di agahnameya dûgela tirk de veristina kêşeya kurd li ser hîmê biratî û demokrasiyê tune bûye, Dûgela tirk tu caran bi riyên aştiyane û bi riyên mirovane çi xweswerî dibe çi serxwebûn dibe çi jî azadî dibe mecalê nade kurdan ku kurd jiyanek aza û asa ava bikin

Ev yek eşkere û bû ,bel bû ,azlû bû pend bû.Tu kes êdî nikare bi kurdan re bibêje ku bi şêwazên aştiyane daxwazên xwe ên netewî bicirin.

Êdî ew ne gengaz e

Ew jî azlû bû.

Ne xwedîparskên aliyê cemawera tirkan ,ne dûgelên ewropî ên kenehû demokratî û serbestîparêz,,ne jî kurdên qaşo aştîxwez dikanin bibêjin hê rêgehinên din ên aştiyane hene ku kurd di van riyan re dişin mafên xwe ên bingehîn û hîmîn bihecilînin.

Min berê jî gotûbû ku dûgela tirk a ku mongolan ji xwe re wek embaz û nimûne hilgirtiye ji tu deverean, ji tu welatan bi riyên aştiyane û bi rêgehên beraftî derneketiye,ser de jî ew welatan û deveran kirine kavil û wêran piştre bi zext û kotekiyê vekişiya ye.

Kurdan zendeyek din a mezin ji hilbijartinên navborî derxistin,ango divêtin derxistibin ,Ew jî ev e ku tu kes, tu dûgel ,tu xuheremndên biyan alikariya kurdan nakin. Kurd di şerê mirin û manê de,ê li hemberê dûgela tirk a hov û wehş de mixabin bi tenê ne. Wê an bi serkevin an jî bimehin.

Ew ne dirûşme ye ew rastiyeke giyansoj e. Dê bi tenê li hemberê dewleta tirk şerê mirin û mane bidin.

Rastî ev e

Dûgela tirk ku weke min berê jî got û di her fersendê de jî dibêjim dûgela mongolan ji xwe re weke gelaleya weynê dibîne û lewma bawer dike ku ew tenê dikane bi tenê ji tundî û tûjiyê,tenê ji zext û kotekiyê bijî û seba wê jî tenê ji wî zimanî ango zimanê tundî û tûjî,zext û kotekiiyê fêhm dike.Ji vê sedemê ye ku ez dûgela tirk bi kûrahî têgihijim û lewma ez wisa ji pêş de dikanim pêşbîniyan bikim.

Erê êdî tucar mîna berê nabe. Êdî dema aştiyê û ashiyê rabirt. Bira tu kurd nebêje es di silametiyê de rûniştime û kêfa min bas e.

Tirk jî dizanin dilê kurdan bi tirkan naşewite,kurd êdî bi tirkan nanayirin û kurd jî dizanin dku tirk dixwezin,bila dûgela tirkan ripinê kurdan rabikole.

Ew êdî rabirt.

Ango

„Mîro borî„

Nika li beranberê kurdan riyek tenê heye , ew jî ev e; şer ,ceng, koş û xiroş,têkoşîn,hewldan û mirin . Ji vê sate pê ve ger kurd teslîm bin jî ,ger kurd,xwe bispêrin jî,biaşêrin jî,li ber dûgela tirk bimerixin jî, dewleta tirkan vê yekê êdî tucar pejir nake ,çim ku wan jî çi riyên aştiyane,çi riyên tundiyane dibe bila bibe,wê kurd gava derfeta azadiyê dîtin wê ji tirkiyê veqetin

Ew jî rastiyeke din a giyansoj jibo dûgela tirk e. Divê wan jî ev rastî têgihiştîbûn.

Hem dûgela tirk rastî dîtin hem jî kurdan rastiya dûgela tirk bikûrahî fêhm kirin

Ne kurd ji azadiya xwe nihanê didin ,ne tirk gavek erdê kurdan,dergelek mafê kurdan bi riyê aştiyane didin

Weke tîmê taybetê Erdoxanê gurcînijad li dîwarên Cizîr û Farqînê û her wisa li şahrên din ên kurdan li dîwaran dirûşmeyên xwe nivîsandinî; „Ger tirk î,şanaz be,ne tirkî dabixwe„. Êdî dûgela tirk a ku ji kurdan gurivîn û daxwerinê dixweze ne wek berê vê yekê vedişêre,berevajî vê daxweza xwe a gemar pendî ji kurdan dipê.Êdî eşkere dibêje ev dewlet,dewleta tirkan e û hûn jî bindestên me ne ger we pejirand base di şert û mercên xwe ên rojgarîn de jiyana xwe a bi arinc û renc bidomînen ,nexwe hûn wê bimirin.

Kurd jî li aliyê din wisa dibêjin bi devê kekê minê hêja Selahaddîn ;„ev hemû kuştarên li ser kurdan ,stem û zexta li ser kurdan ji bêdewletiyê dibe„ ango bê dûgela kurd a dadwer ê dî kurd nikanin jiyana bidomînin.

Dûgela kurd pêwist e jî jêveneger e,jênerev e. Kurdan bi berxwedana xwe bi koş xiroşa xwe bi hemû dinyayê,bi hemû raya giştî a tirkan daye xunadnin ku êdî kurd ji azadiya xwe ,ji zimanê xwe ji namûsa xwe dev bernadin.

Hingahinan çi berma,çi rûda,çi qewimî ?

Hingahinan li ber me şerekî dijwar tenê ma

Erê şerekî dijwar û xwînrêj,cengeke erjeng
Ango şerê rizgariyê,şerê felatê,şerê rihayê

Divê kurd ji vê yekê re amade bin .Heta nika PKK tu car nexwest vê rastiyê têbihiihje lê êdî têgihişt.

Yan PKK wê şerekî encamhingij serfetihîne an jî dûgela tirk a hov dê PKK bi didanên xwe bixeniqîne.

Erê PKK wê şerekî çawa dest pê bike?

Şifta Sîlopî heta Mûrawandayê, Zengelora Kurdistanê

Şerê ji aliyê PKK de hate nika hatiye dayin,jibo vejandina hestiyariyên netewî ên kurdan bûn ku ew zû de ji aliyê dûgela kurd ve hatibûn kuştin. Di vî şerî de aliyê kurdan bi serketin lê gelekî dereng man. 30 sal rabirt. Gelên din 3 salan de ev venişteha radibihorîn,lê kurdan mixabin sih sal hewce dîtin ji bo vê hêwrê.

Şehitîneke PKK heye ku gelekî giring e. PKK hê jî bi çalakiyên xwe nîşan dide ku wê hê veniştgeha nû a bizava rizgariya netewî fêhm nekiriye. Ez pendî û azlû dibêjim ku êdî gihaneka „bangeşeya çekdar„ derpast. Divê PKK vê rastiyê pejir bike ku êdî hemû kurdan fêhm kirin ku dûgeleke kurd weç e,hemû kurdan têgihiştin ku dûgela tirk kurd xapandine û welat û namûsa wan ji dest wan girtiye. Lewma zelal e ku heyna bangeşeya çekdar rabirt. Divê êdî PKK ji „kurdan re bangeşeye kurdan„ neke.

Nika dem dema rizgariya kurdistanê ye ku divê nexşeriyek têkûz û nerîtbar bê vesazandin da ku serkeftin misoger be,

Ez miovekî netiştane li vi dixwezim hinek meng û ramanên xwe ji we re rave bikim .

Jibo azadiya kurdistanê giringtirîn herêm ev herêm e.

Şifta rizagariyê „riya hermûşê„

Şifta riya hermûşê mirov dikane wisa bide xuyandinê. Gerûya şerê azadiya kurdistanê Mûrawanda ye,ango îskenderûn e

Ger kurd navbêyna dûgela tirk û kendava îskenderûn kurt nekin wê tucaran kurdistana azad nabînin.

Berdêla wê çi dibe bila bibe,divê kendava Murawanda ye yanî îskenderûnê ji aliyên hêzên kurd ve bê zeft kirin.

Nika ez ji we re şifta dendika kurdistana bakûr didim nîşan daku ev der ji aliyê kurdan ve berî her tiştî bê rizgar kirin.

• Şifta bakrojava bakûr ev şift e Ji Kinikan de ango ji Osmaniyê de dest pê dike pê di pê de , Dilok,Semsûr Amed,Êlih,Sêrt hetanî Şirnexê,

• Şifta rojavayê başûr ji Mûrawanda ye serdikuşe pê di pê de Kilîs Bêlqîs, Riha Wêranşar Serêkaniyê, Qoser, , Mêrdîn,, Nisêbîn,, Cizîr, heta Silopiyê,

Ger herêma navbera van her du şiftan seranserê tixûbê şapînoz ê Sûriyê bê rizgar kirinê wê deverên din ên Kurdisanê bixwe bixwe werin rizgar kirin. Çim ku ev der zengilora Kurdistanê ye. Lewma dûgela tirk a xeniqok destê xwe kirye zengilora Kurdistan gava kurd di cihê xwe de qeliqin tavilê zengilora kurda diguvişe. Eger ew de bê kurtisandin wê tu car êdî dûgela tirk nikar di nava kurdistanê keve wê her ku çû dev ji kurdistanê ber de. Dive hêzê azadiya kurdistanê erdêma di vê navberê de rizgar bike daku rizgariya kurdên Sûriyê jî
bê dabîn kirin,azadiya kurdên başûr bê sewgirandin û azadiya kurdên bakûr bê hêsan kirin û deriyê têkoşîna azadiya kurdên rojhilat jî bê vekirin.

Kilîd azadiya kurdistanê ev e.

Hiz û vejena gelê kurd di Geliyên Doskî de zêhakirin,ne karekî bivac û hişane ye. Heta ku riya hermûşê di destê dewleta tirk a xwînmij de dimîne gengaz nabe ku li serî çiya herêmên azad bên ava kirin. Çim ku riya hermûşê riya raguhastina vehêwirandina leşkerê dagirker ê tirkan e. Ger ev riya hêwrkariya leşkerî bê kurtandin ew tu car nikanin di geliya doskî bighijin.

Arîşe ev e

Kudandina şerê Gerîlla li li Serxetê û Koçgiriyê û Xerzanê

Pêwistî heye ku şerê gerîlla li çeperê Kurdisanê berdewam bibe.Çim ku li van deveran hê aja rizgariyê hêşîn nebûye. Ev yek,yek ji giringtirîn xala gêrartêşiyê bona serfiraziyê ye ku vejandina hestên kurdayetiyê sobe dişe bi şerî gerîlla li çeperê kurdisanê li bakûr û rojava dive bê zexmandin.Ew jibo qelihandina pêjnên faşît jî li van herêman fer e,daku ev cihan ji ji şengistên dijmin bên paqijandin û viyana kurdên li van deverean dijîn bê xurtandin.

Raseriya hewayî

Wekû herkes dizane gerilla ji aliyê fen û tekniljiyê ve gelek paşve ya,gelek qels û kas e. Gerilla tu caran serweriya hewayî li dij dûgela tirk nehecilandiye. Ev giringtirîn merca serfiraziya gelekî ye ku armancan azadî be. Serweriya hewayî pişta gerilla dişkîne. Gerilla nikane li dij Helîkopter û firokeyên cengê ,li dij firokeyên bêmirov şerekî hîkar û bibandor birewîne. Ger serweriya hewayî nebe helbet serweriya nêvengî jî tu caran nayê bi deset xisitin.

Raseriya bejayî bi çekên dij-zirerpoşî

Jibo serweriya nêvengê pêwist e çekên dij – zirxpoş wek debabe,û dij firokeyan divêt taf bên bi dest xistin. Êdî azadiya kurdistanê ne karekî siyasî û îdeolojîk e . Êdî karekî fenî,karekî teknîkî ye. Divê bes rayedarên PKK vê rastiyê biderkînîn li pey wê bibizivin. Weç e ku taf çekên dij zirepoşî bên hinkivandin.

Hilberandina çekan li Kurdistanê

Xaleke din jî heye ku girîngtirîn xala guherandin û bilkewşandina gêrartêşiya rizgariya Kurdistnê ye. Ew jî hilberandina çekan bi destê xwe û li xaka xwe.Min ew tişt hê fêhm nekiriye ku çima serkirdetiya siyaseta kurdan jibo çi li ser arîşeya hilberandina çekan li welatê û bi derfetên xwe serê xwe nearihandiye. Ew rewş min beng û har dike. Mêjiy min difitiqe û kiloxê min diderize. PKK çil sala têkoşînê dike. PDK heftê sal e xebtûkoşê dike YNK pence sal e keftûleftê dike ,çira nikanîn kêrekî ,kahûrekî saz bikin ,çira nikanîn mûşekek û sarûxekê hilberînin.?

Wele mirov lê behît dimîne.

Ger hilberîan çekan li welatê xwe û bi ked û kêfareta xwe nayê kirin,divê kurd jî azadiyê û rizgariyê jibîr bikin

Erê ez nika cardin gêrartêşiya xwe li vir biwekilînim;Ji bo cengekî rasteqîn pêwistî bi van tiştan heye ango divê wajeya nû ev be viyaneke xurt jibo şerekî rasteqîn,bi armanca bidestxistina Riya Hermûşê bi raseriya heweyî û bejayî bi amrazên çekên nû ên ku mirov bi destê xwe li welatî xwe hildiberîne

Ev dirba min a azadiyê

Silav ji wan kesan re ku li riya azadî û rizgariya kurdistanê dixebitin!

Silav û rêz

08. Kanûnê 2015

11 Gedanken zu „Zengilora Kurdistanê „Riya Hermûşê„“

  1. Pingback: Homepage
  2. Pingback: My Homepage
  3. Pingback: he said
  4. Pingback: Best DMPK Services
  5. Pingback: visit the site
  6. Pingback: Stix Events
  7. Pingback: SEO company

Schreiben Sie einen Kommentar

Ihre E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.