Deh Derewên Bala A Dûgela Tirk A Vala

Deh Derewên Bala A Dûgela Tirk A Vala

1. Bira kurd bi riyên aştiyane û demokratîk li dûv heq û mafên xwe bigerin`

Ev ne gengaz e.
Ûşta yekem: li tirkiyê demokrasî nîn e
Ûştda duyem:li tirkiyê riyên aştiyane nîn in
Ûşta seyem di şert û mercên niha de bi rê û rêgehên ,aştiyane,bi amraz û dezgehên demokratîk mafên kurdan nayên hecilandin.
Dewleta tirk ji sed salî pêve tê dikoşe ku kurdan bibişêve û ji nêveng û meyanê hilke. Ji bona vê mebestê wê curbicur bazî û yarî neritandine. Biyanî ji derwelat anîne û li şar û şarçeyên kurdan danişandine. Kurd ji cih û warên wan qetandine û ew mişext kirine. Aboriya wan qels kiriye daku ew ji welatê xwe koç bikin.nijdevanî û cerdevanî di nava civata kurd de damezirand. Cerdevanan kurdên welatparêz ji walatê wan derdixist,di heman demê de nijdevanan jî kurd ji Tirkiyê bi keştî û kelekan direvandin biyanistanê. Gelek ji wan jî ji qesta li ser riya penaberiyê dixeniqandin.hemû kurdiya nivîskî ji holê rakir. Pirtûk û destnivîsên kurdan şewitandin û neyandin.bazar û navend ji cihwariyên gelê wan tirk hildibijart daku zimanê bazarê û bajêr kurdî nebe tirkî be.Ji ansîklobediyan navên kurdan bi bertîldayînê derdixist.navên mirovan,ajalan çiya û baniyan her çi bi kurdî ye guhart, kir tirkî.

Ev pêvajo wê çawa bê zivirandin. ? Ew bi awayek aştiyena nabe. Bi hikma dûgelî dibe. Eger serwerî û fermanrewayî nekeve destê kurdan vegerandina vê pêvajoya bêyom ne gengaz dixuye.
Wê çerxê jî kuştara kurdan a sor û spî serencam û bertemam dibe û wek hecel ek din mina quraftina Ermeniyan li xaneya dûgela tirk,dêlegura devbixîn, zêdek tê nivîsandin.
Bi vê rewşê jî dûgela tirk zengilan bixwe ve dike û direqise
2. `Li tirkiyê cudakarî nîn e kurd dibin wezîr, dibin nezîr, dibin rezîl…dibin filan û bêvan…`
Ev fenekiyek zîrek e, lê tenê pê debeng têne xapandin.
Li tirkiyê bi rastî cudakarî nîne, lê yektakarî heye. Cudakarî çi hinde tawana e, tawanek li dijî miroavtiyê, ew hinde yektakarî jî tawanek mirovatiyê. Yektakarî, dûgel an go desthelatek zorbaz bi zext û pestê, bi zever û tundê dixwezê mirovên ne wek hev mirovên cihê û cuda wek hev bike mîna hev bike. Wan di heman reng û qalibî kin daku cihêtî nemîne.
Nijadperestî bi du awayan dibin yek cudakarî e du yektakarî ye.Çim ku cudakarî ne gengaz e li welatek wek tirkyê û kurdistanê ku mirov di dûvdirêjiya dîrokê de lihev didirûve ramyariya cudakariyê keritî ye, debengî ye. Ji vê sedemê dolîwger û saziyên dûgelê fikirîn û planek darêştin .Lipey vê pilanê Kurd wê bên tirkandin, elewî wê bên sinniyandin, fileh wê bên qeşirandin mişextkirin.
Kekê Îsmail Beşîcî kekê Mehmet Bayrak bi xebatên xwe ên nemir û giranbiha rûyê gemar a dûgela tirk j zûde derxistine holê. Berhemên wan pelgeh û peytên hoviyiya dûgela tirk, dêlegura debbixwîn in.
3. `Me bişaftin û ramyariya tirotî û mandelê li ser kurdan hilanî`
Bişaftin û tirotî mandel hê berdewam e. dûgela tirk tenya xweşbêjiya xwe guhart û di rastiyê de siyaseta xwe a li ser kurdan bi hemû hêz û tunda xwe didomîne.
Dûgela tirk, dêlagura devbixwîn çima xweşbêjî ango retorîka xwe bi destê xûhermenda Erdogan`ê gurcînijad guhêrand. Çim ku êdî gengaziya tirotî û mandeleya kurdan li cihanê nemabû û dûgela tirk, dêlegura devbixwîn di nav nêvenga navnetewî de wek qeşmeran dihat pêrgandin. Ew gelek biken û bikênc dibû gava wê digot li Tirkiyê kurd nîn in.
Erdogan`ê gurcînijad bi rê û rêgehek jîrane hinek guhêrandinên riyal û mostere derxistin pêş kurdan û raya giştî a cîhanê daku keysinan bi dest xwe bixe û hevkêşe û hevsengiya asûna bişaftina kurdan a ku bi destê kemalîstên faşîst di hindûrê 80 salî de hatiye damezirandin bikude.
4. `em wê di yekitiya ewropa kevin`
Tucar negengaz e. dûgela tirk dêlegura devbixwîn tucaran nexwest têkeve nava dûgelên ewropa çire çirku Ew ewropa wek rikeber û dijeber heta wek dijminê xwe dizanin û dinasin. Kîn û girr û kerba wan li dij ewropa tucar netemirî. Ew çawa bi hemû însanetiyê re dijmintiyê dikin wisa jî bi ewropa û çanda ewropa, nirxên ewropa û nirxên filetiyê re neyartiyê dikin.
Bi kinasi di vê dabaşê de em dikarin bibêjin dûgela tirk, dêlegura devbixwîn ne tenê dijminê kurdan e hem vêre dijminê mirovatiyê ne jî.
5. `em hem li welêt hem jî li derwelêt aştiyê dixwezin`
Bi tevahî derew e hem jî derwek biboç e.
Dûgela tirk di sedsala bîstan de, di dawaiya sedsala 19 de û di destpêka sedsala 21 de Hertim şer ceng derxisitine û hertim bi der ûcîranên xwe re keftieye pevçûnan. Dûgela tirk di 1908 de damezirî.ji demê pêve heta niha ez ji wer e şerên sereke ku dûgela tirk bi cîranên xwe kiriye hilbijimêrim:
Cenga Balkana yekemîn bi Yewnan Bulgar û bi sirpan re
Cengê Balkan a duyemîn dîsan bi heman dûgelan re
Cengî cîhanê a yekemîn bi hemi cîhan re
Cengî yewnanistanê
Kuştara Koçgiriyê
Kuştara Agirî
Kuştara Dersîme
Cengê Koreyê
Cengê Kibrisê
Cengên navxoyî ên berî sewra generalî sewrebaz, Kenan Evren`ê sebav
Ceng û quraftina li dij Kurdan a dawiya sih salî
Ev aştîxweziya dûgela tirk e, wê ma ger wê şer bixwesta wê ç bibûya.
Yezdanê dilovan me ji sere dûgela tirk, dêlegura devbixwîn biparêze.
6. `Em bihostek erdê xwe nadin kesî û çavê me li bihostek erdê kesê din tune ye`
Dîroka Tirkiyê dîroka erddayîn û erdstandinê ye.Her ku delîv dikeve destê dûgela tirk, welatên din erd û mewdayên gelên derdor dadigire û wan ji ax û baxên wan mişext dike, li ser milkê wan serweriya xwe ya xwînawî dadimezirîne.
Dûgela tirk diangêşe ku li ser axa wê 33 dûgelên nû hatine damezirandin. Hûn divên wê wisa şîrove bikin, tê wê wateyê ku dûgela tirk berê axa 33 dewletan dagir kiriye.
Gava dûgela tirk, dêlegura devbixîn delîv bidest dikeve tavilê dest bi dagirkeriyê dike. Wek embaz Antaqya û Qibris. Heman ew ji destê cîranên xwe girtin.
Dûgela tirk hê dirike ku li sedsala 21 hê jî Kurdistan bi amyarên zirxîn di destê xwe de bigire.

7. `Em stem û tadeyê nizanin me tucar li kesî nekir û nakin jî`

Dûgela herî tadekar û stemkar dûgela tirk e.dûgela tirk quraftin û kuştarên herî mezin ên sedasala 20 navîşandiye, îmza xwe li bin xistiye. Di dîroka mirovatiyê de hê tu dûgelê van ne hatine .Mirovatiyê tucaran bi rengî zilm û zor nedîtiye.
Quraftina gelê Ermenî
Quraftina gelê Sûryanî
Kuştara Elewiyan
Kuştar û meşexta rûmiyan
Kuştara êzidiyan
Quraftin kuştara kurdan
Dûgela tirk di stem û tadeyê de tu tixûban nanase. Ew suxreya xwe id vê beware de bêengast û bêkêmasî diçespîne.
Di ser vê dûgela tirk, dêlegura devbixwîn bêtir dûgela alman a nazist hebû.belku ew di ser vê re be. Lê bi baweriya min tu kes di vê beware de avê li destê dûgela tirk nake.
8. `dûgela me ango dûgel tirk bihêztirîn dûgela cîhanê ye`
Berevajî dûgela herî tirsonek û bizdonek dûgela tirk e.Dûgela herî lawaz ,herî hejar û herî bêxut,herî bêpertav û bêtirûş dûgela tirk e.Belam weke min berê jî gotibû ku dûgela tirk amraza derewan e jibona vê xwe bi derew û viran xwe wek bihêz,qelew,pertavdar dinimîne.
Riyalî û mosteretî karê dûgela tirk a taybet e.
9. `Em wê nêzikî dewlemend bibin û biperesin`
Di emrê min de min bi çavên xwe dît kû çil sal rabirt, dûgela tirk dabaşa peresîn û pêşdeçûnê dike lê tucaran gavek neavêtiye û naavêje jî.
Derdê dûgela tirk ne pêşdeçûn e.derdê wan parastina demanên nijadperestên li ser hûkmê ne.Ew ji wan demanan nihan nade.
10. `Em gişt bira ne`
Ji xwe û ji fermanrewayên xwe bêtir bira nanase. Ergenekonvan,Mêrkûj,teşkeşkên,nijadperest,zivêrkar,kemalîst,dînbaz,dekbaz,fenbaz,dexelkar,dîlbz ,bertîlxûr,hemî birayê hevin.
Kurd, elewî, hindikahiyên wek ermenan û rûman, karker, cotyar, feqîr, reben, karmend û karsaz, dîndar dijminê dewleta tirk in. Nivîskar, welatparêz, hunermend, pîşekar, bîrewer û rewşenbîr zanyar, nasyar ji herkesî bêtir dijminê dûgela tirk, dêlegura devbixwîn in.
Dinya li dinyayê ez neyarê dûgela tirk im, dûgela tirk jî neyarê min e
Yek ji me li ser vê cîhanê zêde ye .Dinya ji me herdukan re teng e. Yan ewê he be, yan ezê hebim

Ez her hebim…

Pêncşem, 11 Cotmeh 2012

Schreiben Sie einen Kommentar

Ihre E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.