Safî şemirand,vexwerî durdî
Manendê durê,zimanê kurdî
(Xanî)

Durxaneya Cellikanî

Dewleta tirk bi rastî gelek ehmeq e. Debengî û bomikiya dûgela tirk li ser vê cihanê bi nav û deng e. Her kes dizane ev dûgel çawa behle ye.

Nîşaneyeka vê behletiya dûgela tirk yek jî navê Diyarbekrê ye

Gelo navê Diyarbekrê ji ku piraştiye. Diyarbekr ji ku peyda bûye ? Navek ji navê Amedê Diyarbekr ji ku de peyda bûye.

Weke ku em dizanin çend heb navên vê şehra mirêsdar,kevnar û perşikestî hene Yek ji wan Diyarbekr e,yek Amed e,yek jî Dîgranakert e,hinek din jî hene lê ew navan bi hîmane ji van her sê navan derketine.

Em ji navê goya tirkî de serbikuşin.

Hûn çiroka Diyabakirê dizanin Kor Kemo gava xwest vê şehra kevnar ziyaret bike birê de fikreke gewcane tê bîrê û dibêje hîn ku ez diçim vî bajarî ez navê wî bajarî jî bitirkînim. Ew Ataturk ango Zincîtirk ango bapîrê tirkan ku bi xwe dolê tirkan bû û pişt re tirk kirin dolê xwe bi aqilê xwe ê qesî nîskan hênijî û ponijî got ma ev peyva Diyarbekr ne Diyarbakir be? Wî xwe Arşîmed û Newton berisand, pê nekir,xwe Aynştayn hesiband, hilfiriya, hilpekiya ji palgeha xwe a nefsi di trênê de li ser riya diyarbekra perşkestî bi solalûs û yawer û şalûsên xwe re qiriya got `behemehal telgrafa bişînin Enqerê daku navê Diyarbekr bikin Diyarbakir`. Eger pêwist be hinek jî dîrok û çîrokan derbarê navê wê de bikuşirînin.Çimku ev şehr ji mêj de tirkan ava kir û navê wê jî kirin Diyarbakir ji sedema zêdebûna misê ango paxir li vê diyarê zêd bûye. Lewma bapîr û zinciyên me bê wê re gotinê `devera misê` `.

Bi rasti jî li Diyarbekr ne kanên misê hebûn ne berbesên misê hebûn, ne jî kalik û pîrikên Kor Kemoyê makêdonî ne jî ên tirkan li van deverên pîroz hebûn. Wî kabrayî ji zikê xwe de nefiland û got ev bajar bi esasî bajarê tirkan e, tirkan ew berê demên nezan ava kirine û navê wê jî danîne `warê misê` ango `devera paxirî`. Lê belê gava diyarbekr ava bûyî kalikê Kor Kemoyê Makedonî û kalik û zinciyên tirkan hê li ser daran dijiyan.

Lewma jî ne diyar tirkî bû ne paxir,ne jî mis hebû li Diyarbekr. Gava tirk hatibûn Amedê temenê wê 11 hezar sal bûn. Gava makêdonî hatibûn Diyarbekr emrê wî bajarî 10 hezar sal bûn

Ger mirov di ansiklobediyên bi tirkî lêgerînan dike dibîne ku di gelekan de gava behsa navê diyarbekr radibire tê gotin ku ev nav ji erebî hatiye û wateya wê `diyar ûl bekr` hatiye û Bekr aşîreteke ereb bûye û ji mêj de li van cihan war girtiye û Diyarbekr jî ava kiriye. Gelek der dorên misilmend vê dozê û vê angaştê wekû rastiyeke bêgengeş dipejirînin. Di dilê wan de radibire ku bira bi rastî jî ev bajar ji aliyê erebên misilmend ve bihata ava kirinê. Ew bi vê xiyalî, bi vê aşopê mest dibin û her roj vê xewnê radibin û rûdinin. Goya bi vê dixwezin bibêjin ku misilmend mirovinên medenî bûn,şareza bûn,wan gelekî şaristanî ava kirine. Bi rastî erebên misilmend tu ciyawaziya xwe bi mongolên piştî wan hemû şaristaniya rojhilata naverast rûxandibûn tune bû,ew jî wek mongolan talanker û diz bûn,hemû welatên herêmê,hemû şehr û gund û şaredêyên herêmê talan kirin,gelên van deveran qeleço kirin. Gava qaşo erebên misilmend hatin herêmê temenê Diyarbekrê deh hezar sal bû.

Lê berahîn ne ereb hebûn li Diyarbekrê ne jî aşîreteke bi navê `Bekr` hebû. Ne jî ew misilmed bûn

Li pey hinek rewşenbîrên Ermenî jî navê Diyarbekrê `Tîgranakert` e. Lê belê bi rastî ev bajarê ku Tîgranê Duyemîn ku ava kirî û navê xwe lê kirî ne Diyarbekr e,ew der li Farqîn e. Farqîn bi navê wê ê tirkî ku bi binyadê xwe kurdî ye sîlvan e. Sîlvan ji hoza silîvan piraştiye. Navê Farqînê berê Mîpherkêt bûye ew nav wek Farqîn di nava kurdan de bich bûye. Çi mixab e ku doza birayên me ermeniyan jî ne rast e. Tîgranakert ne Amed e,lê Farqîn e. Kifş e ku Mîpherkêt jî ermenkî ye lê navê ku Tîgranê duyemîn danîye ser vê şehrê ji aliyê gel ve nehatiye hez kirin û lewma kes behsa wê nake. Ez pêwist im ku navê wê yewnankî jî li vir dabaş bikim da ku xatirê wan neşkê. Bi Farqînê re jî yewnanan gotine Martyropolîs ango `bajarê şehîdan`.

Lê navê bajarê amedê ango Diyarbekrê ne ermenkî ye ne jî yewnankî ye. Diyarbekrê gelek têjik xwedî kirine du heb ji wan jî yewnan û ermen in. Wan jî guhanê Diyarbekê ku nav li ser e wek Meyremoka Doter memik tîk û hişk wek gûşiyên tirî bûn mêtin e û cardin li paş xwe nenihêrtin e. Ew bajarê pîroz û evra di destê têjikên Mongolên wehş û hov ên wek Erdoxanê gurcînijad de hilîştine.

Serencam gava ermen hatibûn Diyarbekr emrê wê 9 hezar sal bûn

Hinek kurdên me hene wan jî pelîseya xwe ji bêdira ji Korkemoparêziyê hilgirtine û bi vac û hişê wan digirine û îcar diyarbekrê dikine Amed û Amedê jî dikine `A – med` ango dikine bajarê Medan. Ango ew jî dixwezine ji xwe bajarê kurdan Amedê bikurdînin. Amed navekî tewr hindik 12 hezar salî ye û ji kûrahiya dîrokê hilpijqiye. Mirov nizane ka ew bi rastî ji Horiyan de maye an j Mîtaniyan de maye.Navê Amedê azlû ye ku di dema şoreşa berdê û ango Neolîtîkê de tevde zimanan piraştiye û ji hingahê pê ve jî xwe digihêrîne û hildikewişe.
Wele mirov hejmekar dimîne. Mat dibîne li hemberê van derewên tirk û kurdên mêjîtirk. Amed navekê dêrîn û kevnar e ji berî romî û romayiyan hebû û tu têkiliya xwe be Medan re tune ye.

Wexta Med û Pers hatibûn herêmê temenê şehrê Amedê 9 hezar salî bû

Lewma ev bajar ne kurdan avakir û ne jî navê wê kurdan lê kir.Ne Med kurd bûn û ne jî wan va bajara ava kir.

Bajarê 12 hezar salî çawa dibe ji aliyê kurdan ve an ji aliyê tirkan ve tê ava kirin ? wê gave ne tirk hebûn ne kurd hebûn ne jî ziman derketibûn

Di dema aramiyan re romiyan ev bajarê heyî veherandin û keleh û sûra wê ji nû ve avakirin û navê wê Amed wekû ku wan ji Mîtaniyan û Horiyan hilgirtibûn her domandin. Lê piştre Sûryaniyan li wir cih bûn û beşdariya xwe a diroki li bajêr xericandin û şehr kirin navendeke herêmî. Bi araviya Sûryaniyan de ev bajar îro bû paytexta Kurdistanê. Ger em bi rastî jî li wî gelî digerin ku tevkariya herî mezin daye bajêr,ew gel Sûryanî ne. Sûryaniyan bi tevkariyeke herî mezin ev bajar vezivirandine navenda herêmî. Fer e ku em pûteyeke mezin bi vî gelî bindest din ,qedrê wan bizanin û jiyana wan, navê wan û dîroka wan bi ro de bernedin.

Navê Diyarbekrê bi esasî `Deyrûbikr` e û bi wateya `Dêra Bikrê` ango dêra Meyremoka Doter e. Bikr bi sûyranî doterî ye ango keçinî ye ew jî navê dayika hezret Îsa ye ango Yehoyê Misto ye. Herkes dizane ku mesihî bawer dikin ku Meyrê ango dayika Hezretê Îsa kurê xwe Îsa nezewicî û bi keçinî anî dinê. Bi gotinek din Hezretê Meyrê gava keçik hê tu têkiliyên zayendî nekiribû bi pakijî Îsa welidand û Lewma dibêjin navê wê Meyremoka Doter e ango Dayika Meyr a keçin. Di wan heyaman de têkiliyên zayendî hinekî guneh û binas dihate pejirandin.

Deyrû Bikr bi Sûryanî tê wê watê ku Kilîseya Dayika Meyrê ye bi tirkî Meryemana Kilisesî ye. Ev dêr hê jî li diyarbekrê ye û bi navû deng e, salê bi hezaran geştiyar diçin serdana wê.

Ma çima dûgela tirk dixweze dirokê biguherine. ?

Min hê tucaran fêm nekiriye. Kifş e ku ew şêl û tevgere îşmara nexweşiya derûnî ye. Dûgela tirk dewletek nexweş e.

Dîrok tucaran nayê guhartin. Dûgela tirk bobelata serê mirovatiyê ye. Dûgela tirk karesata gelên herêmê ye.

Dûgela tirk û çemk û bîrîşa wê a li ser nijadperestiyê û li ser tertele û taracê,a li ser nijdevanî cerdevaniyê divê tavilê ji reh ve bê têk birin felişandin.

Îro êdî dûgela tirk şeytan e ,kê ew kevir kir mûmîn jî, misilman jî ê herî mezin ew e. Kê ew ricm kir mirovê herî bi xêr û herî bi kêr ew e.

Silav û rêz

Cellikanî

Zûrîx
15.05.2016

20 Gedanken zu „“

  1. Pingback: healer
  2. Pingback: Ninh Binh Tour
  3. Pingback: lequipe national
  4. Pingback: Teen Chat
  5. Pingback: Happier Citizens
  6. Pingback: wordpress website
  7. Pingback: bigpoker88.com
  8. Pingback: Share Movies
  9. Pingback: devis châssis
  10. Pingback: Submit music
  11. Pingback: Nikon

Schreiben Sie einen Kommentar

Ihre E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.