Tombalacî Recep ango Recoyê Terpilbaz

Siyaseta Dewleta Tirk, Rêjîma Erdoxanê Gurcînijad li ser siyaseta rehîneyê hatiye ava kirinê.

Derbarê girtina serok Selehadîn de dewsa protestoyekê ez vê nivîsarê jibo xatirê wî diwesînim. Ez silav û hûrmetên xwe ji kek Selehedîn û hevalên wî ên bêhempa û berhilîstkar re dişînim. Wêr û aramiyê jî û wê hevalên wî re dadixwezim.

Ez wê Erdoxanê gurcînijad û nijdevan û cerdevanên wî hemûyan bi qurbane binê lingê kekê Selehedîn bikim

Azadiya we azadiya me hemûyan e ! Rizgariya we dahatûya me ya ron û rewşen e !

Dûgela tirk ,rêjîma Erdoxanê Gurcînijad ê zorbaz peşar û siyasetmedarên kurd ên pêşeng û serkeftî, ên delal û dilsoz tevde girtin û binçav kirin piştre jî derdest kirin.

Em pê mirin û biheciyan û peqiyan! Te zikê me êşand , Xwedê jî zikî te biêşîne ho Terpilbaz Reco!

Dûgela tirk ji heynên şahînşahiya Osmaniyan pê ve delk û dolabek fêr bûye û wê delkê her tim disiviyîne. Ew jî siyaseta rehîneyê,ango peşariya barimteyê. Dewleta tirk tu caran gelê xwe berpeyv pejir nake. Ew tim bi dewletên din ên gir û girs re mixatab dibe û gelê xwe jî wek rehîne bi kar tîne ango gelên di bin hûkmraniya xwe de wek barimte û gereweyan bi kar tine. Ji hêrsa rûsan gelê ermenî qelaço kir, ji hêrsa îngîlan gelê rûm qir kir. Ji hêrsa emerika nika gelê kurd qir dike. Di mêjiyê dûgela tirk de merdanî,lewendî,mirovanî,lehengî tune,li dêl wê boketî,berimtegirî,dagirkerî, lîstik û firîwî hene.

Erdoxanê zorbaz û gurcînijad vê taktîkê vê leyistokê vê rêwaziyê her har û hov bi kar tine. Girtina hevserokê PDG ango Partiya Demokratîk a Gelan birêz Selehedîn û hevalên wî ji qehra Amerika ye ku Erdoxanê Zorbaz tevlî operasyona Reqqeyê nekirine. Wî hêrsa xwe, kîn û rika xwe ,kerxa xwe a li dijî Dûgelên Yekbûyiên Emerika bi sicnkirina newengerên kurdan ên ezîz û delal derxist. Wî wek bavekî kiholxur û araqxur jin û zarokên xwe barimte û gerewe digire û li hemberê polêsan wek sîper û senger bi kar tine, gelê kurd û newengerên wî hovane hetikane avêt hindûr û bi vî awayî xwest kurden xore bike,biçûk biêxe û ser de jî Emerika gef û gûr bike.

Pêvajoya çareseriyê jî ku dûgela tirk navekî ecêb û sosret danîbû ser proseya veristina kêşeya kurdî jibo armancên xwe ên nihênî wisa bi nav kiribû ji nişkan ve da bû ber kurdan nika hê baştir tê têgihiştin ku wan ji sedema şerê sûrî anîne agahnameyê.Wan xwestine ku `bi pelekî sê kelan` wergerînin. Armanca wan a sereke û binyadîn dagirkirina Helebê bûye. Armanca Recebê tombalabaz a duyemîn jî rûxandina KCK û PKK bûye û armanca sêyemîn jî qeleçokirina kurdên sûriyê bûye. Nika hê azlûtir û hê awênetir derdikve ber roniya rojê. Dûgela tirk bi rastî jî leyistoka xwe a herî xiniz herî xwînrêj amade kiriye û nexşeya xwe xêzandiye û dafika xwe jibo kurdan daniye. Lê belê bi saya birêz Ocalan û bi arava Qendîlê ava plana qirkirina kurdan şehitiye.

Wan xwestin PKK û birêz ocalan iqna bikin û berdin ser Sûriyê û hemû gerillayan di wî şerî de bidin kuştin û kurdên Binxetê jî perîşan û şerpeze bikin û xwe bi firîskekê re jî ji PKK û gerillla riha û Rizgar bikin. Xweşbextane birêz Ocalan bi wan nexapiye,hê ser de jî ew xapandine û ewiqandine û gêzirandine daku kurdên Binxetê ango kurdên Rajavayê Kurdistanê xwe berhev bikin,xwevecivînin. Kurdên Binxetê wisa jî kirin. Nika bi operasyona Reqqeyê serkeftin û serfiraziya rêwazî û artêşgêriya Ocalan û PKK ango aliyê kurdan bi zelalî derket mazatê. Êdî kurdên Binxetê hevalbendên hêzên serekî ên navnetewî ne. Êdî dûgela Tirkiyê tu caran riya wan nikane kend û kosb bike.

Derdê wan ew bûye nika hê bêtir hat berçavan,hê bêtir hat fehimandin. Kifş bû dewleta tirk ku tucaran serweriyê bi kurdan re venabehrîne. Birêz Ocalan û PKK jî bê serwerî ku ew dibêjin `niyasîna vîna gel` ango naskirina îradeya gel tu caran bi hinek şikeste û kurtêlan naxapin, dev ji daxaziyên kurdan naqerin.

Wisa baş jî kirin..

Pêşengên azadiya gelê Kurdistanê jî bi rastî hem zîrek û hem ji bi zereng in bi hêsanî fen û fûtên dûgela tirk a firîw naxapin. Ew jî dilê me diferihîne û di ferixîne.

Recebê Tombalabaz ango Tombalaci Recep, Recoyê Terpilbaz firîwê herî mezin di nav rêveberên dûgela tirk de ye. Ew ewqes firîw û delkbaz e ku ji Kor Kemo û ji Enwerê Çerkez jî wêdetir e.Bi rastî wî hêgîniyeke taybet heye. Hêgîniya wî ji berê de tê. Ji biçûktiya wî de pêve tê. Gava min guhdarê nasekî wî ê biçûktiy kir, min helwest û şêla wî a dolivandinê hê baştir fêhm kir. Ew hevalê Erdoxanê Gurcînijad nas dike wî bi pîşadî di demên zaroktiyê de nas dike. Ji min re hinekî behsa wî kir . Şêl û tevger û lebata Erdoxanê Gurcînijad sihê li behsa hevalê Erdoxan tê, li wî dişike. Min ji wî bawer kir ku bi rastî jî gotinên hevalê Erdoxanê Gurcînijad li wî bi xwe dirikibin. Lewma min jî gotinên wî li jêr bi wer e vebehrandin:

„Ez wî nas dikim mala me li Dolapdere` ya Stembolê bû. Min çayfroşî dikir li ber sînemaya Kurtuluşê, gava ez deh salî bûm. Wî kabrayî, ango Erdoxanê Gurcînijad bavê xwe li Kasimpaşayê beqalî dikir, beqaliya xwe hebû. Erdoxan gava dihat dikanê bavê wî ew nedikir hûndir. Çim ku bi wî ne bawer bû, wî dizî dikir,pere ji bavê xwe didizîn,tiştê dikanê ji bavê xwe didizî. Ew xortekî tirsonek bû wer tirsonek bû ku tev hevalan digeriya û lewma jî piştre çeteyeke biçûk damerzirand.. Ewilî wî Tombalabazî dikir û mirov difirîwandin. Piştre wî çend komên Tombalabazan ava kirin û ji wan xerac distand. Deminan cerd ango çeteyek ava kir . Çeteya wî ji pênc û şeş heb xortan pêk hati bû. Wan li devera Kasimpaşa,Dolapdere Kurtuluş û Pankalti`yê cerd dikir ango ew cerde bû Wî ji Tombalaciyan xerac top dikir, paşê dest bi sûkereşiyê kir. Biletên sînemaya Kurtuluşê û Pankaltiyê ên filmên rind,ên balkêş ji pêş de dikirîn û li sûkereşê bibiha difirot. Bi xwe jî ji fîlmên Mankurt û ên Kartal Tîbet û Cûneyd Arkin hez dikir û belaş temaşa dikir. Ew fîlman bi sedan caran seh kirine û binê karîgeriya wan fîlmên şovenîst de maye. Di nava kolanan de gogpê dilîst. Mirovekî xeracxur bû. Bi tenê jî pir tirsonek bû. Bavê wî lewma ew da Debiristana Mele û Axundan (lîseya Îmam û Xatiban) daku ew hinekî bimirov be û heramiyê neke. Dîplomê wî sexte ye. Wî ew dîplope xwe bi sêsed hezar dolar kirî û bû serokwezîr. Carekî gundiyek me hebû tombelecî bû hat cem min bi min re got; ez perişan bûm! Min got;çima ? Got: „îro çeteya Kasimpaşayê ango cerdeyên Tombalacî Receb ez şêlandim û hemû cixare û pareyên min ji dest min hilgirtin. Çima ku min xeraca wan bi derengiyê xistiye„. Carekî yekî din li devera wan bilêt standin ji sînemayê û xwest ji xwe re bibiha bifroşe. Lê çeteya Tayyib ew girtin û li wî dan û duta ceza lê birîn.„

Bi rastî jî gava mirov li şêl û şêwaza wî a peşariyê dinêre ,dibîne ku ew mirovekî Tombalabaz bûye. Ger mirov wê bizivirîne kurdî dibe terpilbaz. Terpilbaz ew hem tûrê tombalayan diterpilîne,hem jî mirovên tên wir û dilîzin diterpilîne. Ang leyistok di nava leyistokê de heye. Erdoxanê gurcînijad leyistokên hêsan û sayî hez nake ,ew yên dijwar û gelemişe hez dike. Leyistoka Çareseriyê jî di derbarê kurdan de bi rastî jî leyostokeke gelekî tevlihev û xelitî û piçikî bû.

Lê kurdan ev leyistok bi serkeftî bihûrand. Nika êdî li Sûriyê jî Kurdistanek ava bûye. Bi biryara Emerika a dawî ku bi tenê QSD ango Hêzên Sûriyê ên Demokratî tev li operasyona Reqqeyê bibin,xuya bû ku êdî Emerika û welatên Ewropa biryara xwe dane ku bila kurdên Sûriyê jî mafên xwe ên Siyasî bistînin hindiktirîn di nava federasyonekê ango hevsondiyekê de jiyana xwe û welatê xwe ji nû ve ava bikin. Bi kurtasî kurdistanek jî li Sûriyê êdî ava bûye. Bi vê encamê Ocalan heta niha du kurdistan ava kirin yek li Îraqê ê din jî li Sûriyê. Helbet dê beşa Kurdistanê a li bakûr jî rizgar bibe. Ew rojên hanê ne dûrin. Rizgarkirina Welatekî wek Kurdistanê ne hêsan bû û ne hêsan e jî.

Lewma Erdoxanê terpilbaz wek gayekî çavsor û seyekî devbigiliz raserî kurdan dike

Erê ewê cane kurdan biêşîne bi gez kirinê lê e mew qes zêde ne ku li dawiyê dawingê didan di devê wî de namînin û ew nema kesî din gez dike.

Serkeftin nêzik e

Her serkeftî bin

Cellikanî

Zûrix

10.11.2016

Schreiben Sie einen Kommentar

Ihre E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.