Çarînên Omer Xeyyamî bi Kurdî

178 çarîn ji farsiya resen bi pîşadî li pey fonetika wê hatin wergerandin Navê wergera îngîlkî wisa bû The Rubaiyat of Omar Khayyam for Students of Persian Literature û ji aliyê Kuros Amouzgar ve ji farsî bi îngîlkî hatibû wergerandin. Farsiya wê a resen ji a Fitzgerald ku yekemîn wergêrê çarînên Xeyyam ê nemir bi zimanî îngîlkî bû. Min rastûrê ji farsiya wan çarînan, bi alikariya îngîlkiya wê ew çarbêtiyên helbestvanê nemir hecilandine wêjeya kurdî.

Ez vê berhema mêjîn û bêna gaziyê diya xwe Rawkê Çîno a gorbihûşt dikim

Naverok

Gûrîzgeh
Îcar min jî xwest ev helbestên efsûnkar ên bêna û mêjîn ên Omer Xeyyamî bizivirînim. Ez nizanim çima lê çarînên Xeyyam wek kevirê karevîn dilê mirovan dikişîne. Min jî ji mêj ve belên dabû xwe ku van çarînên wek mirariyan li kurdî wergerînim. Bes heta nika ez li pey bêtên Xeyyam ên resen bi zimanî farsî digeriyam û min ew nepêdandin. Gava ev pirtûka navborî ji aliyê hevalekî min ê hêja li min hat perû kirin êdî min ji xwe re got `kurê min Betto! Ka bifekire êdî bafik neman ku tu wergerandina van bêtan bitexilinî.
Wele ji wê kêliya hanê pê ve min bi coş û peroşek bêhempa û bêpayan ev bêtên Xeyyamî ên navdar di demeke kurt de zivartin kurdî.

Omer Xeyyam kî bû ?
Derbarê jiyana Xeyyamî û kar û barên wî ên zanistî wêjeyî gelek pirtûk,nivîsar û bi gelek zimanan dikanin bên peyidandin. Bi zimanê kurdî jî derheqê wî de kitêb jî gotar jî zehf hene. Ji vî alî de ger mirov binêre, ew mirovekî bextewar e ku di nava ew qender wêjekaran de de cihê xwe ji ber herkesî dagirtiye,her çi hinde wî di biwarê wêjeyê de tenê ev pirtûka helbestvan nivîsandî be jî.lewma mirov ji wî didexise. Çimkû hindazeya navbera qender û mêjera kar û barên wî ên wêjeyî û navdarî û dengdariya wî a ku kesibandî de terqeke mezin heye.
Ji bona zîstin û mirin a wî her çi hinde agahdariyê kîp nîne jî j gelek aliyan ve têt pejirandin ku ew li sala 1044 piştî zayînê zîstiye û li sala 1123 çûye ser dilovaniya xwe . Xweda piyariya xwe li wî ke. Ew li paytexta Xorasanê li şarê Nîşapûrê ji dayik bûye ku ew şehr îro di nava tixûbên îranê de dimîne.Navê wî ê rasteqîne Qiyasettîn Ebdûlfettah Omer Îbnî Îbrahîm Nîşapûrî ye. Ew jî ji ber her tiştî wek bîryar û stêrnas û ferzane dihê niyasîn. Wî dawiya temenê xwe de navdariya helbestvaniyê ji kir ser navûdengên xwe.
Di heyna wî de Xanedana Sêlçûkiyan a di navbera 1055 û 1194 de li seranserê Îranê û hawirdorê li ser serweriyê bû û hemheynê wî ên wek Nizam ûl Milkê navdar û Hesen Sebahê hêzdar rêberê dînê îsmaîliyan jî di wan deman de jiyan û mirin. Dibêjin ew her sê kesên nasyar jî şagirdê Imamê Muwaffaqê Nîşapûrî bûne tevde xwendine hevûdu nas dikirine û bandor li ser hevûdu beramber çêkirine. Mamosteyê wan jî wek wan û ji wan bêtir Mamosteyekê birûmet û rêzdar bûye.
Xeyyam ji aliyê zanistî ve gelek tevkariyên xwe xistin nava zanista mirovatiyê. Mirovatî jî ev bihujkariyên wî berz hildisengîne. Nemaze wî li ser bîryariyê pirtûkek wek „Meqelat fil cebr û Mûqebelat ango `arîşe û bergindên cebîrê`

Wî salnameyeke nû bi navê `Al Tarix ûl Celalî` ango `dîroka celaliyan` nivîsandiye û bi vî awayî salnameya li pey heyvê vequlpandiye Salnameya Rojê.
Wî du pirtûk jî hê li ser sofitiyê nivsandine ku navê wan `Risalat der Wucûd` ango `nameyên hebûnê` û `Newrozname`.

Tevde îro deh pirtûkên wî di dest mirovatiyê de ne û nêzikê 30 pirtenivîsên xwe jî hene û îro di destê zanyarên cûrbecûr de ne.
Helbet wî helbest jî nivîsandine. Weke herkes pê dizane îro helbestên Xeyyamî ku li bal me hene ji aliyê Fitzgerald de hatine wergerandin û gihiştine pirtûkxaneyên me. Nika ew hê dengdar bûye bi helbestvaniyê ji ber bîryariyê, stêrnasiyê û zanyariyê.
Mirov wisa dikane biangêşe ku tixûbên ku ew bi stêrnasiyê gihiştî ên ku ew bi bîryariyê gihitştî mecal û derfet nedane ku ew hîn wê de biçe,lewma tixûbên ku wî bi zanistê kutihandine têra wî nekirine,îcar xwestiye ku ew bi riyên helbestan ûşta gerdûnê û jiyanê amaje bike. Lêbelê wî hê bêtir di helbestên xwe de neçariya xwe vepastiye.
Sihê helbestên wî de ew rastiyeke tenê eşkere dike ,ew jî tênegihiştin û nezanîna razê heyistê,razên gerdûnê,razên jiyan û mirinê ne.
Xeyyam wisa dixuye ku ew mirovekê agnostîk e û lewma wek çare hedonismê pêşniyaz dike.Agnostîsm diwate ku ûşt û sedema jiyan û hebûnê û gerdûnê nayê zanîn. Hedonîsm jî diwate ku divê mirov sihê jî ji ber wê hindê xemê nexwe berevajî tam û çêja kêlika tê de bistîne û bes. Lewma dirûşmeya wî a jiyanê wisa bûye,„rastî nayê zanîn lewma jiyana xwe bitamije„.
Ew dixweze di bîska nahatû û rabirdûyê de li tenişta jin û mey û newayê jiyana xwe bibihûrîne û ji hemû kesan re jî vê pendê diwekilîne.

Çarînên wî

Derbarê wergerê de
Ew tiştinên û xalinên min li jor nivîsandine jiberkirî û îmaja Xeyyam a di nava mirovan de hatiye pelişandin û pijilandin.
Nika jî ez dixwezim li ser fesal û naveroka van bêtên Xeyyam , derbarê têgihiştin û fêrisandina ew kesê dengdar de raman û mengên xwe ên bijarte û giranbiha bi kinahî eşkere bikim.
Gelek xalan di van bêtan de bala min kişandine. Ez dikanim wan wisa wek li jêr bend bi bend birêzînim.
Farsiya Nûjen Wek Zimanê Hezarsalî
Zimanê van bêtan ango farsiya ku bêt pê hatin nivisandin ne zimanekî kevn ber hezar salî hatiye nivisandin. Ger ez pendî bibêjim gelek kes wê bişewişin,lê ez pêwistim ku rastiya dil xwe bibêjim ku ew zimanê bêtên Xeyyam farsiya rojgarin a îro ye ,ango farsiya modern û nûjen e,ne farsiya berî hezar salî ye. Ew tê wê wateyê ku ew çarîn û bêt ne resen in ne jî xwerû û orîjînal in. Ew di demek nêzik te herî kevin di nava sed sala 20 de hatine nefilandin û li Xeyyamê bêguneh hatine dehifandin. Bel e ku hinek bêt ên Xeyyam bixwe ne, lê piraniya wan ji aliyê morfolojiyê de, ji aliyê semantîkê de an jî ji aliê dîdaktîkê ve jî awêne ye ku ne ên Xeyyam bixwe ne. Gengaz û şîmane ye ku hinek bêtên orîjînal jî di nava wan de hebin. Lê zehfaniya wan bi farsiya sedsala 20 a hatine nivîsandin. Yan şiklê wan hatiye xirab kirin an jî bi tevahî bêtinên şapînoz hatine nivîsandin û bi ser Xeyyamî de hatine wergêrandin.

Fire-Nivîskariya Çarînan
Bêt ne tenê ji aliyê nivîskarekî ve hatine danivisandin. Bi hizra min ev çarîne ji aliyê gelek kesên nenas ve hatine vecemandin û kom kirin û li Xeyyam hatine mal kirin,bi ser wî de hatine dehf kirin. Wate,hindav û xêza bêtan ne wek hev e û ne jî ji destek tenê hatiye derketin.

Lapetiya Mengên Dûlgeyan
Di wateya çarîneyan de ji ferzanetiy bigire heta kesera daxweza jiyaneke bohemî jiyaneke derbiderî di nav û naveroka helbestan de bel û azlû ye. Ew jî diwate ku fikr û ramana van bêtan ne ji aliyê kesekî tenê ve hatine veqewimandin,berevajî ji aliyê gelek mirovên nenas ve berhemeke anonîm hatiye sazandin û li Xeyyam hatiye mehr kirin.

Wekilandina Bêtan

Gelek caran heman fikir di bêten cûrbecûr de hatiye wekilandin. Carinan jî heman peyv û kelîme di bêtên cûrbecûr de hatiye dûbare kirin. Ew jî tê wê manê ku kesinên guhrede di deminên ciyawaz de eynî fikir û meng wek bêtên Xeyyam danivisandine û dîsa kesinên cihêreng û di heyninên felq de heman peyvê bi beşawend ji xwe re kirin bêt û çarîne û dûlge.

Sê cure Bêtên di pirtûka Xeyyam de hene
Cureya yekem: Bêtên resen ên Xeyyam bixwe
Der dora 50 bêten resen û xwerû di pirtûka wî de dixuyin. Ew çarînan bi rastî jî hem bi bstûra xwe hem jî bi peyama xwe awêne ye ku ji aliyê mirovekî ferzane ve hatine honandin.

Cureya duyem: bêtên şapînoz jî bi qendera bêtên resen hene mirov dikane bibêje ku sêyekek ji bêtan bêtên ku ji aliyê kesinên din ve hatine dexilandin pêk tê. Sêyekek jî bêtên dûcare pêktên. Sêyekek mayî ji resen in. Bêtên li ser navê Xeyyam hatinî nefiland û li bêtên wî hatin şingilandin piraniya wan ên bohemî ne. Her çi wan kesan xwestine wek Xeyyyam peyama bêtê dirûst bidin jî nikanîne û ji asta zanistî daketine asta derbiderî.
Cureya seyem: Wekilandina çarînan gelek zehf e. Di pirtûkê de gelek caran çi çarînen Xeyyam ên resen dibin,çi çarînên dexel ên şingilandî dibin her çarîn pir caran hatiye dûbare kirin.Lewma jî Çarînên di pirtûkê de hevcemandine dinotilin hevûdu.

Aşopî Û Nîgaşiya Xeyyam
Xeyyam ne helbestvanekî rasteqîne ye ,ji xwe ew yekî fesane bûye û me jî ew wek rast dipejirandiye. Ew wek Yûnûs Emre ê tirk ê şapînoz ku ji tuneyî hatiye dexilandin û vesazandin. Omer Xeyyam helbet hebû lê Helbestnûsê navdar Omer xeyyam mixabin sedhezar car mixabin tune ye fesane ye,nîgaş e û aşop e. Bel e ku xewn û xiyalên gelên bindest şimşatek wisa afirandine.

Coş û Sirûş û Peroş
Bêtên li ser navê Xeyyam bi rastî jî ne bêtinên wisa ji aliyê coş û peroş û sirûşê ve boş in ne jî ew qender ji aliyê pendanî û destanî ve wisa mişt in . fikr û ramanên bi hezar sale li cînigariya tavistanê ango welatê rojê di nava gel de cih girtine bi awayekî sayî, sivik, kin hatine vegotin.

Nêzikahiya Zimanê Helbestê A Xeyyamî Qaşo Helbestvan Bi Kurdî
Zimanê Xeyyamî ango farsî a ku pê van helbestan hatine ristin bêguman gelekî nêzike kurdî ye. Piraniya peyvên di van helbestan de di kurdî de jî hê bi heman wate tên siviyandin. Bel e ku berhevkar û hilçinendeyê van çarînên hêja, berhemên Xeyyamê Dengdar ji aliyê kurdekî me ve hatiye rewandin. Zimanê helbestê zimanekî kin û sayî ye,zimanekî zelal û delal e ,lewma zimanê helbestê ê farsî dinêze zimanê kurdî ê nika. Helbet her du jî ji regek piraştine û wek du xwîşkên delal tevde jiyana xwe li tenişta hevûdu rabihûrandine. Min berê jî gotibû ku çavê min her tim li xwîşka kej ango li kurdî ye.

Çarîn
Min 178 çarîn wergerandin zimanê kurdî ji farsiya keno resen û orîjînal. Min bi vê havî li ser vê awayî karê xwe kutihand û hatime dawiyê. Min di wergerandina bêtan de du xal dan ber bal û dênê xwe. Yek ji wan lîrîzm ango sirûşa bêtan a di jî didaktizm ango peyama bêtê bûn. Ango em dikanin têgînê mixrik vebêjin ku sirûş û peyam di pêkhateyên helbestê ne ku mirov bê wan hergêz nikane wergerekê sertemam û têkûz bike. Lewma her çi ji destê min hat min kir ku peyam û sirûş winda nebe. Wisa jî bû ez gelek dilxweş im jibo ku wergera min pir caran ji bêtên resen ên bi farsî hê bi sirûştirin û peyama wan hê darîçav e. Daraza dawîn a derbarê van wergeran de bê dayîn wê di destê xwendevanan de bê helbet.

Zimanê wergerê

Helbet tu kes ji min napê ku ez bi zimanê gundan ,bi zimanê gundiyan bi zimanekî gundewarî çarînên Xeyyam ên di hindûrê hezar salî de belûrî bûne ,bi sedan kes li ser xebitîne,ji mehza gelek kesên têvelbawer de dawerivîne wergerînim. Ev ne gangaz e,ne jî pêwîst e. Mirovê ku dxweze helbswetan bixwîne û ji wan bitamije, fer e zimanekî berfireh bievîse. Çimku helbest hunereke ku xwe bi peyvan derbirin dike, hew bi tiştek din. Lewma min nişmiyane peyvê xwe vebijartin û bi cih kirin. Ez tê koşiyam ku bira peyvên kurdî wek yên farsî di hebestê de hatine siviyandinê bin daku hem teşe hem wate wek hev bin. Ez bawer dikim ku min wergereke bi rastî jî serkeftî bi dest xistiye. Lê belê dawiyê dawingê daraza misoger ji aliyê xwîneran ve tê darêjtin.
Peyvname
Min peyv û kelîmeyê di hemû bêtan de dibihûrin lê hindik tên bikaranîn bi kurdî li piştî pirtûkê eşekere kirina . ango min ferhengeke biçûk xiste dawiyê pirtûkê ku gava xwnendevan pêwîst dît serdana wê bike û serwext bibe. Bêt û Helbest helbet hertim ferhengeke bi vî rengî divê. Sedema wê sirûşta helbestê bi xwe ye ku dixweze boş peyaman bi peyvên kin û kurt bi kesên hemberê din. Mebest ew bû ku xwendevan gava helbest xwendî bi awirekî peyva watenenas demildest nenêre dênê xwendevan xwe tenê li ser lîrîzma helbestê vecemîne. Gava xwîner xwest dikare serdana peyvnameyê bike wateya peyvê bielime. Pêşniyara min ew e ku ji berî her tiştî û ji berê ku xwîner bêtan bixwîne hinekî li ser peyvnameyê bixebite hê baştir e. Min wisa guncan dît û wiha eciband û enderza min a xwendevanan ji her ev. eciband. Ez bawerim ku helbestperwer jî wê wisa dilxweş bin.

Derbarê Fêhrist û Serenav û Rûpelan de
Min ji her çarînekê înê re rûpelek cihê vewêrtiye. Lewma divê jimara rûpelê bi jimara çarînê ve hevaheng be daku peydakirina çarînê hêsantir be. Li aliyê din min ji her çarînekê re navek hilbijart,seba ku xwîner derbarê çarînê de hizrek û wênek bi dest bixwe. Her nav li dûv naverokê azadane ji aliyê min ve hatiyê hilbijartin û danîn. Ew gelekî fêrisandina peyama çarînê hêsan dike. Heta nika di wergera çarînên Xeyyamî de min tiştekî wisa bi vî rengî nedîtiye. Lewma ew xwerû wên min bû ku navan lê bikim.

Fêhrîst
1. Bextên Pûşîlî
2. Hîveron
3. Ayetên Hemgelê
4. Pizêziya Meyxûriyê
5. Firîwiya Bedewiyê
6. Azadiya Babidest
7. Nêçir û nêçirvan
8. Giriyê Tirî
9. Dema Xedar
10. Nirxa Jiyanê
11. Şabaşa Temenî
12. Feleke Xiniz
13. Dema Dijmin
14. Tepa Girs
15. Perxana Spî
16. Avdanka Mizexwer
17. Gerdûna Gewre
18. Nahatû û Hilpast
19. Dêma Gulê
20. Bîbika Dilberê
21. Dojeha Herze
22. Kîn û Mîhr
23. Hemî Çendemî
24. Pelê Şilêrê
25. Zarê Zîv
26. Gûr û Gor
27. Keysa Jiyanê
28. Heşyar an Mest
29. Raza Gerdûnê
30. Çerxa Mirinê
31. Afirandina Engast
32. Dinê Walî
33. Xewa xweş
34. Hêmaya Hemgelê
35. Sirûşta birişt
36. Perdeya Razê
37. Jîna Jakaw
38. Hêviyên Havî
39. Mizgeft û Kenişt
40. Hîçiya Mirovî
41. Horî û Trî
42. Dojeha Guneh
43. Belênên Berhewa
44. Hîveron
45. Raza Kamê
46. Yektiya Heyiyê
47. Temenê Cawîdanî
48. Çerxa Engast
49. Kewşa Çiştan
50. Bihûrbariya Bedewiyê
51. Xweliya Lalerûyê
52. Halan û Hû
53. Gav û Geh
54. Dab û Gerdolabê
55. Ûşt û Vîn
56. Gêra Bextê
57. Dax û Pax
58. Parsenga Razê
59. Qîla Aqilî
60. Wurşeya Mirovî
61. Qemûşka Giyanî
62. Sermayeya Sereta
63. Şalûra Şeng
64. Gerdûna Bêna
65. Riya Şadiyê
66. Xemrevîn
67. Rewendiya Giyanî
68. Serfiraziya Têkûz
69. Keysa Pelîseyê
70. Tawan û siza
71. Sermayeya firûmayê
72. Şopa Sûfîzmê
73. Bomikiya Meyfiroş
74. Hilpera Kûjinde
75. Hevsengiya Herzeg
76. Dînbazê Dilbaz
77. Dilnizmiya Derwêşîn
78. Werz û Temen
79. Gewza Jiyanê
80. Meya Gulgûn
81. Dîperestî dij Xweperestiyê
82. Engastî dij Têkûzî
83. Keysanîn
84. Firedîmeniya Gerdûnê
85. Neçariya Erdkêşiyê
86. Hilma Vala
87. Xirxala Bêdûm
88. Tinaziya Engiz
89. Parêz û Gûrêz
90. Mijaja Çêjê
91. Sîsikê Sirûştê
92. Sipehiya Sinêde
93. Razên Numa
94. Nexşeriya Jiyanê
95. Werba Demê
96. Hilaviya Hêja
97. Mînika Bimirês
98. Firaziya Hejarî
99. Şehta Demê
100. Jiyan û Viyan
101. Feleka Asîb
102. Sitargeha Kêliyê
103. Cehtera Ter
104. Tevza Cawîdan
105. Bûxa Meyê
106. Jiyana Buht
107. Zewra Şengistan
108. Ava Giyanî
109. Parsenga Bezmê
110. Bezû û Pilûç
111. Terqarê
112. Şengist û Giyan
113. Niwaza Berbangî
114. Dawinga Bêbext
115. Afirîn û Nifirîn
116. Hemî û Hîçî
117. Zewra Zever
118. Meya Abegînê
119. Bêgavaiya Cawîdaniyê
120. Riya Nemirtiyê
121. Westariya Demê
122. Nimûşên Fanosê
123. Keysa Keysxweran
124. Miciza Meyê
125. Nebî û Borî
126. Jiyana Deraqilî
127. Qedîm û Muhdes
128. Ferzanetiya Hemgeliyê
129. Ferzanetiya Xozaniyê
130. Sersedem
131. Çêja Teqez
132. Bihûjîna Jînê
133. Cil û Ecil
134. Tinaziya Ûrmiyanê
135. Şayişa Şiyanê
136. Nahatû û Rabirdû
137. Zendeya Jiyanê
138. Dora Gêrê
139. Bextiyar û Ferxende
140. Destûra Azadiyê
141. Vegehtin
142. Belengaz û Şanaz
143. Riya Riha
144. Ker û Ga
145. Kama Dil
146. Dad û Feryad
147. Bihîşta Vala
148. Merhema Dil
149. Fatûka Çêlû
150. Nexşa Bomik
151. Kewşa Çiştan
152. Mêrg û Merg
153. Nirxa Meyê
154. Tûteber û Şilêr
155. Sedem û Encam
156. Mey û Milk
157. Raza Pendî
158. Dirba Jiyanê
159. Şahê Merdan
160. Herze û Berze
161. Bihîşta Bibiha
162. Tu ê Netû
163. Xweziya Vejînê
164. Kewşa Tewş
165. Berzex
166. Dilxerengê
167. Rîsipiyê Bêgane
168. Ax û Av û Ar û Ba
169. Zirbihîşt
170. Destbesta Sernivîsê
171. Gil û Beşen
172. Ferwera Pêşîn
173. Kaniya Meyê
174. Karê Fizûn
175. Jiyana Çengane
176. Renc û Genc
177. Bextiyariya Dehbe
178. Zemheriya Temenî

Bextên Pûşîlî

Ho! hilo û bi lez bîne beş û behra dilên me
Verise bi sipehiya xwe bizmika pûşîlên me
De zû were, em kûzek mey binoşin dilaşoft
Hê ku kûz û dîz çê nekirin ji herî û gilên me

Hîveron

Hîç ne di destê kesî de ye karê spêdeya me
Mişt ji gir û rik in neyar ji dildar û dildeya me
Meyê binoşe li hîveronê ku çi roniyek delal e
Dê bibirûse heta kes neke sî li ser taldeya me

Ayetên Hemgelê

Qurana ku li hemûyan dike şîret û pendê
Carinan dike berbend, carinan jî pergendê
Li cama meyê ayetin hene bêtir terwende
Hîn dike raz û fendên gitiyê li her fersendê

Pizêziya Meyxweriyê

Meyê venaxwî lome neke ji mestan
Bafikan nebîne notila çîrok û destan
Naz û fîza neke ku tu meyê venaxwî
sed xaxî dixwî tu bêtirê meyperestan

Firîwiya Bedewiyê

Her reng û bêhna te xweş û zîba ye ji me re
Nola pelê lalê û fena serwê bala ye ji me re
Ne numa ye ku hinceta vê axa sar a goristanê
Çi xeml û şeml e ji nexşkarê bêna ye ji me re

Azadiya Babidest

Ez û mey û mitrib mane li quncikê xirabê
Can û cam û dil û cil dikêşin derdê şerabê
Firk in ji hêvî û piyarî û ji tirs û xof û ezabê
Azad in ji çar çistan, ji xak û ba, ji agir û abê

Nêçir û Nêçirvan

Li wê qesra ku Cemşîdî cam digirt
Hirç û gur têjik anî, rovî aram girt
Kerbejî rav dikirin emrekî Behramî
Dewran dewirî, guran Behram girt

Giriyê Tirî

Ewr hatin tafil bi ser mêrgê de giriyan
Şên bû bax û mêrg û çî bi meya tiriyan
Ew mêrga ku îro seyrangeha hemûyan
Sibe çê dibe ji axa mêrgê, lana moriyan

Dema Xedar

Anha ku gula bextewariyê pir bi bar e
Te çi hinde mey vexwer ew hinde kar e
Meyê binoşe! dem dijminê her xedar e
Bihar e, derfetên rojên wiha pir dijwar e

Nirxa jiyanê

Mafir ku îro dahatûya te berzax û winda ye
Meger xema spêdê ne hêjayê piçek sewda ye
Ziyan meke vê demê, ger dilê te ne şeyda ye
Ji vê bermaya temen re bihayek ne peyda ye

Şabaşa Temenî

Heylo! tu hatî ji gerdûna giyanî bi kaş û berkaş
Li hember pênc û çar û heft û şeş mayî tev şaş
Fermo meyê biziqine cihê hatina te ne awêne
Cihê çûna te tarî, bizane emrê mayî wek şabaş

Feleka Xiniz

Heylo çerxa felekê! xirabî ji kîna te ye
Sitem û Bêdadî ji şêweya dêrîna te ye
Hey axa reş! eger nav dilê te veqelêşin
Vayê gewherê dexel li nav xwîna te ye

Dema dijmin

Heylo dilo dem dilebitîne dilê xemnaka te
Ji nişka ve radikişe ji beşenî giyanê paka te
Li mêrgê rûne, bi xweşdilî bijî çend rojên dî
Hê ku mêrgek jî nerûstiye li ser gor û xaka te

Tepa Girs

Ev behr jixwe ve xeftila pêk hat ji nixaft
Tu kes nîn e ku gewhera zikê wê hingaft
Her yekî ji sewdasera xwe dozek angaşt
Lê hê tu kesî perdeya rûyê wê nepişkaft

Perxana Sipî

Ev kûzê ku wek min aşiqê awarê bû
Bendeya kezîzeran û zilf û nîgarê bû
Ew perxana sipî, sîng û bera gewher
Bixwe jî lep bû li ser perxana yarê bû

Avdanka Mizexwer

Ew kûz ku goya avdanka mizexwer e
Ji milê şahî, ji dilê kizîr,ji pîlê wezîr e
Her kasê meyê ku di destê meyxwer
Ji gepa evîndaran e, ji lêvên kezîzer e

Gerdûna Gewre

Wek xaneke kevnar e ku ev gerdûn bêaram e
Asayî û aramî şev û rojê jê wê re her heram e
Bezma şeng û şox e ku sed Cemşîd jê vemane
Qesr û kaxa wurşe ye, sitargeha sed Behram e

Nahatû û Hilpast

Heta bêjî yek du se roj, temen guhastê
Wek ava ber bi cobarê, bayê ber bi bestê
Tucar xema du rojan em nehiştin bi tenê
Yek roja hê nehatî, ê dî jî roja ku hilpastê

Dêmê Gulê

Dema li ser dêmê gulê wezîna newrozê xweş e
Li ser seyrangeha mêrgê jî rûyê dilsozê xweş e
Her çi bo duh tu dibêjî ku bihûrî û çû ne xweş e
Roş baş ! duhî bihêle lê îro gobla bahozê xweş e

Bîbika Dilberê

Ji ber min û te şev û roj gelek hebû
Wergêrê felekê kar û bar xêlek hebû
Fekir her ku te gav danî rûyê zemînê
Li wir bîbika dilbereke çavbelek hebû

Dojeha Herze

Tahû felekê ne hindik xişt li pişt xwe hilîştin
Ez bêzar im hê jî pûtperest li kenîştê rûniştin
Xeyyam! Ka kî dibêje li dojehê mirov biriştin
Kê jî got ez çûm û hatim ji bihîştê, bêrewişt in

Kîn û mîhr

Ma gewherê piyalê ji çi hatiye bestin
Şikestin ne xem e bo ewên ku mest in
Çend sîng û berên rûfiroşê û pî û dest
Ji mîhrê hatin bestin, ji kînê jî şikestin

Hemî Çendemî

Ma ev çêj û gewza sirûştê hîç didome herdemî?
Rûbiken bijî eger hebe jî li ser te zever û sitemî
Tev meyxweran be! ku havêna can e, meya meyî
Hemû bager û bawez û bagêje û bahoz çendemî

Pelê Şilêrê

Çawa li newrozê berbangî ewran pelê şilêran şûst
Hilhêze! badê di camê ke, bi bisteh û pihêt û dirûst
Ma ew mêrga hanê îro temaşegaha min û te nîne?
Serê sibengê vaye! ew mêrg li ser axa min û te rûst

Zarê Zîv

Çawa bilbila mest dibîne riya bax û bîstanî
Rûbigûl jî cama badê dibînin ji dil bi çîstanî
Bilbilê bi zarê zîv li guh min hêdî pistikand
Haydar! Emrê ku çû cardin nayê ber asîtanî

Gur û Gor

Çer çerxa felekê di çêja meyxwerekî negihîştê
Ha te felek heft hêjmart ha te hêjmart heyştê
Car mirin tê, xwezî û hêviyan dihêle li paş piştê
Çi mûrî dikevin gorê, çi gur dadikevin nav deştê

Keysa jiyanê

Çawa şilêr li newrozê îstekanê dike dest
Pelê şilêrê bêhn ke ger keys hebe bihest
Bes meyê binoşe bi coş li vê çerxa kevnar
Nişk ve derhat marê eclê gewriya te gest

Heşyar an Mest

Çi tonî tune ye rastî û misogerî li dest
Neçar şik û gûman li nava dil bêrawest
Haydar cama meyê tu nêxin ji kefa dest
Bes ax û mirin e dawî, çi heşyar çi mest

Raza Gerdûnê

Kusa tune her çi heye, hîç nîn e hew babidest
Wisa heye, her çi heye dîsa bi kêmasî û şikest
Seh ke her çi di gerdûnê de heye, watirê nîn e
Bişitir ku her çi li gerdûnê tune, qest û mebest

Çerxa Mirinê

Ax û xaka ku li jêr lingên te lê, ho nezanê!
Bisk û keziyên senemekê an dêma cananê
Her xişta ku li ber deriyê eywanê û asîtanê
Lep û gepa wezîr in yan sing û berê Sultanê

Afirandina Engast

Gava girdîgarê gerdûnê rûxarê sirûştê arast
Ji gerdûnê çi darêjt her qels û kêm û nerast !
Ger her têkûzî bûya ka ji ku derhat ev şikest?
Ma ne şermezarî ye herder kêmasî û engast?

Dinê Walî

Li paş piştê perdeya razê tu rê û rêgah nîne
Ji hîkmeta giyanê û jiyanê tu kesî agah nîne
Nav dilê axa reş de dijne nînê aramgah nîne
Meyê binoşe bêdira, zir û delkan îstgah nîne

Xewa Xweş

Bilîmet xamoş li guhê min kir kurtepist
Di xewê de ji kesî re bextê xweş lênexist
Bêgavî ye gava ecil giyan ji beşenî verist
Meyê binoşe! kî ket bin axê, bêna nivist

Hêmaya Hemgelê

Ho! bi lez û bez werdiçerixe li me gerdûn
Ta paşiya wê nepenî, pêşiya wê sernixûn
Gelo rast in hêma û nimyên wê an efsûn?
Ne kifş e ka kî têkçû, kî jî der çû ji ezmûn

Sirûşta Birişt

Li werza biharê, tev horî û zeriyên sirûştê
Meyê bînin, keyf û seyran e li ger û geştê
Her çi gel lome dike bo karên şerm û ziştê
Bila ez sebav bim, vir bihêlim, biçim bihîştê

Perdeya Razê

Bifekir! tu divê ji giyanê wê de bizanî sinêde!
Tu dixwezî li dij razên paş perdeyê bikî cerde!
Hê nizanî tu ji ku hatî! nebe mandî! binoş bade!
Şabaş, Hê tu nizanî kû de biçî, li xwe neke tade!

Jîna Jakaw

Meyger binêre gul û mêrg besyar şeng bûne
Bifekire ku hefteyê pêşendê, tevde jeng bûne
Meyê binoşe, binefşan hilçine herçend te kanî
Nişk ve mêrg bû kef û rijî, gul nola xeleng bûne

Hêviyên Havî

Bextê li min tu car nekir rast, xwezî û hêvî
Her felekê aramî kêm kir, zêde kir bêgavî
Sipas li wî yezdanî ku her mezin û dilovan
Cê neke min ji xelkê, neke min ji wan havî

Mizgeft û Kenişt

Werza gulan hat dema berçem û ger û geştê
Tev çend kezîzer û horî li mêrgê li der û deştê
Bîne kûzê meyê ku badexwer ta serê sibengê
Ji mizgeftê dûr bimînin, asê bin ji dêr û keniştê

Hîçiya Mirovî

Gava şahê ser textê tevna bextê te rist
Tîna roja dema jînê stûna termê te êxist
Konê canê te ku bes tenê sîwan e ji te re
Xwe nesipêre wê çarmîxa hanê kas û sist

Horî û Tirî

Hinek kes dibêjin li bihîştê horî xweş e
Lê ez dibêjim li vir bêtir ava tirî xweş e
Ên pêşîn bistîne, ên bi deyn bişemirîne
Bes bihîstina dengê diholê ji dûrî xweş e

Dojeha Guneh

Goya dawiya serxweş û mestan dojeh e
Lê mebesta dilê şeyda kêf û seyrangeh e
Ger dildar û meyxwer dê bikevin dojehê
Mey û mêrg û kezîzera bêxwedî guneh e

Belênên Berhewa

Tu xema min nîne kê çêkir gitî û sirûşt
Hin kir ehlê bihîşt, hin ji ehlê dojeha zişt
Îstekana meyê, kezîzer û tebmûr li geşt
Ev her sê li me pêşîn, li we bideyn bihîşt

Hîveron

Heyvê bi roniya xwe kirasê şevê pişkaft
Meyê binoş îşev, me kêliyek bicoş hingaft
Dilxweş be, neşayişe ku hîveron e hew bes
Dê biîse, ta axê xwîna me yek biyek xunaft

Raza Kamê

Mey noşîn û şabûn perestin û ayîna min e
Firk û dûr bûna ji kûfra dîn, her jîna min e
Min pirsî ji bûka dehrê ku ka mehra te çiye
Got dilek şa, tembûr, bade û badîna min e

Yekitiya Heyiyê

Mey akunda bihûjtî ye ku qerqef jî kana wê
Beşen e piyale, şerab e her can û giyana wê
Seba mey rûken e cama bilûrîn û îstekana wê
Dilopa rondikê heye ku xwîna dil mircana wê

Temenê Cawîdanî

Tama meyê biçêje temenê cawîdanî ev e
Kama hemû encamên jiyana ciwanî ev e
Hingama gul û bade û yarên sermest ev e
Arama dil ku xweşiya xamoşiya jiyanî ev e

Çerxa Engast

Başî û bedî ji xû û xwerista mirov û beşer e
Kam û xem ku sedem hertim qeza û qeder e
Gilî nekin feleka tirhêw ku bixwe derbider e
Hê hezar car wêl û tor e, bêbîr û bêbawer e

Kewşa çistan

Li her deşta ku lê lalezar hêbû
Ji sorbûna xwînê şehriyar çêbû
Her şaxê binfeşê ku ji axê dirûze
Ji încana ku bi gila rûnîgar çêbû

Bihûrbariya Bedewiyê

Her dergela ku li axa nava zemînê bû
Ji ber min û te taca li serê Şermînê bû
Gevzika ku ji rûyê nazenînê gelf dimaşt
Bixwe jî deminan ji rûxarê nazenînê bû

Xweliya Lalerûyê

Her ew mêrga ku li bin siya dartûyê rûst
Bişitire ku ew li ser lêva Firiştexûyê rûst
Gava xwe li ser mêrgê bi tundî neke xwar
Hişyar! ew mêrg ji xweliya Lalerûyê rûst

Halan û Hû

Gulpeka meya meyî ji milkê Kawûsî baştir e
Ji textê Qubad û ji mewdanê Tawûsî baştir e
Serê sibengê ew halana li bezma meyxweran
Ji hûya zikra derwêşên çaplûs û alûs baştir e

Gav û Geh

Gava temen qediya tehl û şîrîn tu necuda
Gava piyan bû tije, ha li Belxê, ha li Bexda
Gava ez û tu mirin gitî dimîne, her binoşin!
Gav û geh zehf kin in mey divê şeva Yelda

Dab û Geredolab

Ewên ku kanî û behra nerît û dabê bûn
Kesên stewî û gihiştî li nav eshabê bûn
Li şeva tarî şeqizîn gelek şermezar bûn
Xemşok gotin û siwarê geredolabê bûn

Ûşt û Vîn

Ewê ku bi çolistana ûştan hinartin
Bi wê hemû karên xwe hilpesartin
Kesên rastî şemartin, bafik feşartin
Sibê wê hemû car din bên nîgartin

Gêra Bextê

Hin kevn û bî ne û hin hê nûgîn û keçinin
Her kes bibextê xwe, yek yek û çin bi çinin
Ev cihana kevn ji tu kesî re mayîde namîne
Hin çûn, hin diçin, hin nû çandin dê biçinin

Dax û Pax

Ewê ku zemîn û felek û çerxa bengîn danî
Bêdira dax û pax jî li ser dilên xemgîn danî
Besyar lêvên wek akund û biskên wek misk
Li ser erdê xwezgîn û li ser xaka jengîn danî

Parsenga Razê

Hinekan tînin, ên din direvînin
Li ber tu kesî razan naşikêvînin
Dijne qeza û qederê nanimînin
Parsenga emrê meye, dipîvînin

Qîla Aqilî

Hêwirze ku şêniyên van navendan e
Ûşt û sedema xişûşa xiredmendan e
Haydar serişteyê xiredê tu gom neke
Hin berhingar in hin ji pergendan ne

Wurşeya Mirovî

Gerdûnê ji hatina min wernegirt tu fêde
Dê ji çûna min ne wurşe ne jî firazî dizêde
Her du guhên min ku nabihîzin wê tu car
Armanca çûn û hatina min tu nebû pêde

Qemûşka Giyanî

Ger ji rencê vekişînî mirov dimîne hur
Wek dilopa dîl di dilê sipend dibe dur
Beşen nemîne, can dimîne bêqemûşk
Gava îskana pir peyda, a vala dibe sur

Sermayeya Sereta

Alha sermaye ji kefê dest çû û şemitî
Ji destê ecilî bêdira dil û cîger qemitî
Kes nehat ji dinya din ku ez lê bipirsim
Ka ji mêvanên cihanê kî ma û kî belqîtî

Şalûra Şeng

Alha pelga kûlîlka ciwaniyê tev qurmiçî
Ev bihara ter a jîna jovaniyê tev gelviçî
Şalûra şeng ku ma navê wê ne xortanî
Kîngê derçû ji hêka kovaniyê kîngê wiçî

Gerdûna Bêna

Tahû! ku em mirin dê zaf bimîne cihan
Ne tu nav dimîne ji me, ne jî nav û nîşan
Dema em nebûn ev dê hîç nabe xopan
Gava em çûn jî ew cîhan dimîne heman

Riya Şadiyê

Hewnê ku li rêgeha şadiyê vedipirse
Her rojê sad carî li guhê te dipispise
Bifekira kêliya tu tê de, têr bitamije
Sîsikê çandî dirûze, herwisa didêrise

Xemrevîn

Ev karwana jiyanê xil û sosret dibihûre
Bifekir da dem bişadî û şahinet dibihûre
Meyger ma bi te çiye kovanên sibengê?
Badînê bîne, şev şox be, hesret dibihûre

Rewendiya Giyanî

Milên min li binê barê demê xûz in
Loma kar û barên min xil û girûz in
Çer giyanê min ber bi çûnê hemikî
Û got fekir xanî bi ser te de diqilûzin

Serfiraziya Têkûz

Li ser çerxa felekê kesî nebir zor
ji mirovan têr nebû axa reş û şor
Şanaz be hê li te venegeriye dor
Hêdî hêdî ne dûr e tu bibî kelepor

Keysa Pelîseyê

Bifekir felekê rûxar û çavên te çi xweş arastin
Hoho bizane ku tu kesê aqilmend jî neparastin
Bêdira wek te gihîştin û bêdira ji ber te şikestin
Bixwe nesîbê xwe zû, hê xwîna te jî nemarastin

Tawan û Siza

Ji bo min nexşerê xêz kiriye qelemê qederê
Bes bo rind û xirabiyê nika çima li min digerê
Duhî bê min îro bê min û te wekî par û perar
Sibengê bi çi hêncetê bo dadê li me diqehirê

Sermayeya Firûmayê

Ta kîngê bibî dîl û êsîrê mal û sermayê
Ku dilberê dil bir, ha pîrejin e ha xamayê
Bêsûde çi ava jiyanê çi kaniya zemzemê
Hafil ma nakevî nava dilê xaka firûmayê

Şopa Sûfîzmê

Li rêgeha evdalan rencê neçêjî nabe
Li rûxarê xwe xwîna dilî nerêjî nabe
Fena dilsojan sewdaserê nepêjî nabe
Bes çila nava dilê xwe nerevêjî nabe

Bomikiya Meyfiroşî

Ji zemîn û ezman heta heyv û gelavêj
Meya paqij e ku xweş û jînbexş e biçêj
Pir metal mam li meyfiroşê bale û gêj
Bes mey da li dews dê çi bikire bimiçêj

Hilpera Kujende

Çawa roja emr boşî û kêmiyê reş dike
Bes boşî û kêmî jî dil bi xemê reş dike
Her karê min û te çi wêna min û te ye
Wek mirov bi destê xwe şemê reş dike

Hevsengiya Herzeg

Girdîgarê ku bi şikû serî û rû çê dike
Herwiha ligel kar û barê netû çê dike
Qerqef ha bû misilman ha jî bû gawir
Li bal te çawa pesend be kedû çê dike

Dînbazê Dilbaz

Ji gula teze hildikeve dîsa misk û awaz
Pitê ! îskana meyê bide min bi hindaz
Ne horî û zebanî û ne jî dojeh û bihîşt
Firk û dûr rawest ji dîn û ayînên dilbaz

Dilnizmiya Derwêşîn

Ger li darê dinê tu hebî nanek
Li ser rûyê cihanê tu hebî lanek
Ne wek noker bî, ne noker hebî
Bi şadî û bextewarî bijî jiyanek

Werz û Temen

Cotyarê qederê gelek wek me çand û dirû
Xem û şayiş bêsûde, bêhûde ye mirês û şikû
Mişt ke îskana meyê, bide kefa dest zû bi zû
Her binoşim heta ku a bûnê bû a çûnê jî çû

Gewza Jiyanê

Îro heyam xweş e geş bûye sirûşt
Ewran bipûte pelên gulan malişt
Bilbilê bi zimanê hal got gula zer
Hawar û gazî ke meyê binoşin gişt
Meya Gulgûn

Hê feleka xiniz çerxa te nekir dernixûn
Fermo meygerî! bira bîne meya gulgûn
Kangê naşî ma tu nizanî tu ne zêrê zerî?
Ku heta dûma dinê bimînî wek şahstûn

Dîperestî dij Xweperestiyê

Ka heta kîngê emr bi xweperestiyê bibihûre
Yan jî li pey serdestiyê û bindestiyê bibihûre
De meyê binoşe wî emrî ku ecil li pey digere
Çêtir e bi nivistin an jî bi sermestiyê bibihûre

Engastî dij Têkûzî

Ne kesî hevkêşeya raza ecil veşikaft
Ne jî kesî bo rastiyê gava xwe hilgaft
Ka binêre ji şagirt heta mamoste gişt
Engastî ye kêliya li zik diya xwe teraft

Keysanîn

Kêm ke timahiyê ji gitiyê, her bijî çavtêr
Xwe bişo ji rindî û xirabiyê, bike karê bikêr
Destek li cama meyê êdî li biskên kezîzerê
Zehf dem bihûrî tu nema rojên bi xêr û bêr

Firedîmeniya Gerdûnê

Her ku xem û renc li min zorbaziyê dike
Li te jî, gewz û şadûmanî serfiraziyê dike
Xwe nesipêre her du cîhanan ku ev felek
Li paş perdeyê cûre bicûre fenbaziyê dike

Neçariya Erdkêşiyê

Gerdûn ji gulên zemînê her tim bêpar e
Her kes ji ber kêş û vekêşa wê bêzar e
Ger ewrên baranê avê li ser axê rabigirin
Heta dûma dinê xwîna ezîzan wê bibare

Hilma Vala

Ger hilmek jî vala ji jîna te bibihûre
Nehêle bê şadî û şadûmanê bibihûre
Hişdar be! semyanê sewdaya cîhanê
Emr e, ku bi şayiş û nîgeranê dibihûre

Xirxala Bêdûm

Qaşo ku li bihîştê horî û dilrevîn hene!
Hê mey û kezîzerên lêvhingivîn hene!
Ma ne karê me li vir her dilber û mey e?
Nexwe li wir jî wiha bezm û civîn hene?

Tinaziya Engiz

Dibêjin bihîşt mişt ji horî û esmer û kewser e
Çem û robarên wê bi mey, şîr û hingiv perwer e
Dagire îskana badê û bihîne li ser kefê destan
Hezarî biqewl nola pîle û yeka pêşîn gewher e

Parêz û Gurêz

Gotin her ew kesên ku dilnizm û biparêz in
Watirê ewê bimirin û piştre cardin hilhêzin
Ma ez bi meyê û dilberê jixwe ne ji wan im
Her bijî ku wê wan jî wek me ji agirî bigurêzin

Mijaja Çêjê

Meyê vexwe daku ji dilê te keser û kulan bimale
Her kovan û keserên heftê û du netewan bimale
Parêziya meyê negire ku ew kîmya pir jînbexş e
Gulpek mey binoşe wê hezar derdê dilan bimale

Sîsikê Sirûştê

Ferzane vedişêre di dilê xwe de sirê
Her divê sir hê nependî be ji Sîmirê
Sipend bi xerpişandinê çêdike durê
Ji dilopek raza dilê deryayê dide girê

Sipehiya Sinêde

Sibengê li rûyê şilêrê dimale xunav
Xûz dibe li binefşê bejn û bala zirav
Her çi xonçeya wan dixuyin dilrevîn
Dora mirinê tê yek bi yek gav bi gav

Razên Numa

Tucaran dilê min ji zanistê ne bû mihûz
Hinek kes mane bêpar ji sir û razên girûz
Heftê du salan ponijîm şev û roj piştxûz
Numa nebû li min hîç tiştê zexm û têkûz

Nexşeriya Jiyanê

Hew dendika hêviya me li dêr û gêr dimîne
Tew bax û kax bê min û te bêcamêr dimîne
Ji zêr û zîv û dirav bigire heta daneyekê cê
Li bal kezîzeran bixwe, nexwe bêkêr dimîne

Werba Demê

Dost û yarên delal hemû ji kefa dest çûn
Li jêr piyên ecilî yek yek pelît û pest çûn
Gava min noşî meya meyî li bezma alemê
Dora me ji gelek kesan gîro bû, ji mestçûn

Hilaviya Hêja

Îstekanek şerab ji sed ayîn û dîn hêjatir e
Gulpek mey ji welatê Çîn û Maçîn hêjatir e
Ji mey û badeya lal bêtir nîn e li rûyê zemîn
Hilaviyek tehl e ji hezar canê şîrîn hêjatir e

Mînika Bimirês

Dilopek av bû, li nava behrê gelmişî
Dinokek ax bû, di nav erdê de terişî
Armanca hatina mirov ya gitiyê çiye?
Mîna mînikan ji nişk ve peyidî û felişî

Firaziya Hejarî

Di emrê du rojan de nanek e para me mafir
Ji kûzê şikestiyê demê aveke sar nîn e bêtir
Danexwe ber hîç kesî ne şêx, ne beg ne jî mîr
Kesî re neke nokerî ne wî, ne wê, ne jî ê dîtir

Şehta Demê

De zû meya lal bi piyaleya sade bîne
Ligel hevalên qelender û azade bîne
Tu dizani maweya vê dinya derewîn
Nola ba ye, zû dibihûre, de bade bîne

Jiyan û Viyan

Ho hogiro! ji debara vê cîhanê nekesire
Fikrên bêsûde hîç li dil û mêjî nehêwire
Şeng bijî û emrê dinê bi şadiyê bibihûre
Kesî qedera te hê nenivîsî, qet neqehire

Feleka Asîb

Felekê ji xemê bêtir tiştek nekir zêde
Tiştek neda te tew ku ji te nekir wê de
Kesên nûza bizanin ku em çi dikişînin
Hîç nedihatin dinê her wisa pê di pê de

Sitargeha Kêliyê

Ho dilo! nexwe xemên cihanê ên tûj û sû
Derdan bihêle, bi kulan re nemîne rûbirû
Çawa a bûyî bihûrt û a dê bibe jî hê ne bû
Her dilgeş be, te tirê xem ne hat û ne jî çû

Cehter

Ho dilo! bixwe nîmetên dinê her çi te xwest
Bistîne bax û bûstan ên bi gul û cehter arast
Tu wê şevekê wek xunava ser pelê cehterê
Ramedî li ser mêrgê û ta cardin bûyî piştrast

Tevza Cawîdanî

Ew ehlê qebrê dê bibin ax û xûbar
Her dinokek wan dê bibe par bi par
Ho ew çi şerab e ku ta roja hêjmarê
Xayis û bêhay dike ji hemû kar û bar

Bûxa Meyê

Xiştika binê îskanê ji milkê Cem xweştir e
Bêhna meya lal ji nanê Meyrem xweştir e
Tahû berbangî hilmebûxa devê sermestan
Ji xişt û niviştên melên mehtirûm xweştir e

Jiyana Buht

Bihizire li wê gerdûna digere bi zewrê
Kêşa îskanê ye giştan dike nava dewrê
Gava dora dewra te jî gihîştê neke gazî
Binoşe meyê bixweşdilî dewrê bi cewrê

Zewra Şengistan

Duhî min kûzkerek dît li bazarê
Ling li ser goga gilê dikir xwarê
Gilê bi zimanê hal kir gilî û gazî
Ez jî wek te bûm, lê ketim azarê

Ava Giyanî

Ji wê meya ku jîna cawidanî ye binoş
Kûtal û kalêra ku çêja ciwanî ye binoş
Her çi yara dilsoj agir e bes ne xem e
Sazendeya agirkûj, ava giyanî ye binoş

Parsenga Bezmê

Her badê divê libal kesên arîşen vexwe
Yan ligel yarên lalerû û devliken vexwe
Fizûn venexwe, xem neke, neke feşartin
Hindik û rindik, car bi car û nepen vexwe

Bêzû û Pilûç

Berê berbangê ye de zû hilo ho lawikê rîwal!
Vê îskana bilûrîn mişt ke bi badeya sor û lal
Li vê gava bideyn de di vê geha bi payan de
Bes nagihê dest kesî herwisa keys kûrê delal

Terqarê

Li nava hemû rêwingên vê riya ku pir dirêj e
Ma kî vejî ku ji me re razên dûv mirinê bêje
Li terqa riya xwaz û daxwezê em dişengizin
Ne dihêlin kes bibihûre ne jî dihêlin ragihêje

Şengist û giyan

Ho ho pîrê xiredmend dawingî nêz e hilhêze
Binêre ka li naşiyê ku axê dikole çi bêtelêz e
Pendek bide ku bêje ka axê bikole hêdî hêdî
Ew ne ax e mêjiyê Keykabûd û çavê Perwêz e

Niwaza Berbengî

Ho dilbera çavmixêr, hilhêze berbanga sibengê
Badê vexwe û nerm nerm, biniwaze saz û çengê
Jîna dinya vî alî xweş e meyê binoşe bike hengê
Ên çûn nehatin ji cîhana dî, ji cihana agir û cengê

Dawinga Bêbext

Min kundek dît veniştiye li ser dêza Tûsî
Li ber pêşa xwe daniye kiloxê Keykawûsî
Bi kiloxî re digot pepû pepû xwelî li serî
Ka çi bûn heynên bimirês, sûtal û çaplûsî

Afirîn û Nifirîn

Cam e ku ji hewnê re aferî dijene
Sed maçî li ser dêmî bi hêvî dijene
Pirûdê heynê jibo çi cama amêjen
Pêşde diafirîne, piştre bi zevî dijene

Hemî û Hîçî

Xeyyam ger ji bade mest û mişt î kêfxweş
Bi yara rûronî re tev rûbirû rûniştî kêfxweş
Mafir dawiya kar û barên cihanê hîçî nîn e
Her hebî çiye tune bî çiye tê gihiştî kêfxweş

Zewra Zever

Wê rojê çûm dîdara kargeha kûzkerî biperoş
Min dît du hezar dîzên zîz keno razane xamoş
Nişk ve dîzek ji nav kûzan rabû kir qîr û xiroş
Got tahû! ka li ku ne kûzker, kûzkirr û kûzfiroş

Meya Abegînê

Zewra heynê jiber kesî tu nake şerm û neng
Xema rojgarê nehewîne ên dilbirîn û dilteng
Ji abagîneyê meyê binoşe li bal nalenala çeng
Hê abegîne neketiye xwarê, nebûye pesdeng!

Begaviya Cawîdaniyê

Ji beşenê gila reş heta sertara Keywanê
Çareser kirin hemû gelemşeyên cihanê
Vezinand min îşkên hişk bi delk û fendê
Her korgirê verisî ji bilî mirin û nemanê

Riya Nemir

Li bal yara bejnbala wek gurza nêrgîzê
Nehêle cama meyê, fistana keç û qîzê
Vaye bayê ecil e bi vîzevîz bi me dilîzê
Kirasê emrê me wek kirasê gula peyizê

Westariya Demê

Ho ho hogiro! em biderdê sibengê nehincirin
Ka were! em sata demê wek gilahe bihêjmirin
Berê berbangî em ji vê cihana bidawî bihûrtin
Tu kes nabêje ji miriyê heft hezarsalî diwexirin

Nimûşên Fanosê

Ev çerxa felekê ku em gişt hejmekar in.
Fanosa nîgaşî ye ku mişt nexş û nîgar in
Roj kaniya ronî ye û zemîn jî wek fanos
Mirûç û nimûş in ku em li piştê sîwar in

Keysa Keysxweran

Car were meyê vexwin hilhêz ji xewê!
Hê ku çerxa felekê ji me navê gerewê
Wê zewr nagah li dev me bide celewê
Hew keysê dide ku em vexwin avdewê

Miciza Meyê

Bihêlin ez hilhêzim û bade noş bikim
Rûyê xwe mîna rengê sincî xoş bikim
Vê aqlê zana ku bo cirek mey xûz dibe
Kulmek li dêm bijenim û xamoş bikim

Nebî û Borî

Li ser xweliya erdê sar ta bi ta nivistine
Li jêra zemîna tarî û hişk de dabiristine
Gava li qad û nêvenga hîçiyê dinêrim ez
Dibînim nehatî bestin û çûyî her êxistine

Jiyana Deraqil

Heta kîngê dîlê hewn in wek kakilê gûzek
Çi sedsalî tu jî çi rojek, dawî wek piştxûzek
Zû dereng e bide kaseyek meya cawîdanî
Li ser kerga pirûdan hê tu jî nebûyî kûzek

Qedîm û Mûhdes

Ma ne cîhên me di vê karîgehê de ne domdar in
Lewma çewtiya girs e ger bêmey û keremdar in
Ta kîngê leca qedîm û mûhdes hêvî û sehmdar in
Gava tu mirî qedîm û mûhdes tevde aramdar in

Ferzanetiya Hemgeliyê

Roj di zikê gulê de niximî metal mam
Raz di heynê de setimî ker û lal mam
Hewnê ji behra mengan çi encimand?
Îcar dur ji sehmê xurimî paymal mam

Ferzanetiya Xozaniya

Dijminê min bi xeletî got ez im ferzane
Ez ne ew im, wî çi got, her yezdan dizane
Bes ewa ku ez xistim nava lenda kovanê
hafil qels e her ez xwe çi zanim naçîzane

Sersedem

Em binyada şadiyê ne û kanistana xem in
Semyanê dadê ne em û sedema sitem in
Hem pelît û bilind in hem jî kêm û kem in
Awêneya kelpitî ne em, her cama Cem in

Çêja Teqez

Ez ne ku meyê ji kovan û keserê vedixwim
An ji xema ruswatiyê û derdeserê vedixwim
Min mey bo xweşdilî û sewdaserê vedixwer
Anha ne ku jibo dilber an kezîzerê vedixwim

Bihûjîna jînê

Ez bîmar im bê meyê, tu nikanim bibijim
Bê bade, bêhna jiyanê nikanim bihilmijim
Ez li bendê wê demê me ku meyger bêje
Îskanek din hilgire heta nikanim bipelijim

Çil û Ecil

Her kes ji xwe de her çend dibêje ez im
Bi zêr û zîv im çeleng im û çi sorgevez im
Kêliya ku kar û bar dikevin pergal û ristê
Tavilê ecil li dafikê dike gazî, ez teqez im

Tinaziya Ûrmiyanê

Kî ji me hoste, kî ji me mamoste
Şeng û beng in, kar û bar araste
Bibihîze dawiya şorê ka em çawa
Yek biyek ji gorê re dibin kereste

Şayişa Şiyanê

Rojek ji bendê alemê ne azad im
Kêliyekê ji hebûna xwe ne şad im
Şagirdiya rojgarê min kir ew hinde
Lê li karên cihanê hê ne hostad im

Nahatû û Rabirdû

Ji duhîn ku bihûrt hîç binbîr neke
Ji Spêde ku nehat hîç qîrewîr neke
Xwe tu nesipêre nahatû û rabirdû
Kêfxweş û dilciwan be xwe pîr neke

Zendeya jiyanê

Ey çavino eger ne kor in goriyan bibînin
Û vê alema dijwar û pir ji zoriyan bibînin
Şah û keyser û serwer tevde li bin axê ne
Rûyên wek heyvê li devê moriyan bibînin

Dora Gêrê

Hilhêze e û tu nexwe xema cihanê
Danişe û tu nehêle şoxî û şadmanê
Ger li vê dinê pabendî hebûya goya
Dîsa ne dora te bû, tu neke gumanê

Bextiyar û Ferxende

Hafilî dawiya mirovan li vê şoristanê
Tiştek nîne dijne dirinc û renc û janê
Bextiyar ew e ku bilez diçe ji gerdûnê
Ferxende ew e ku hê nehatiye cîhanê

Destûra Azadiyê

Ez carekê hilkiştim hafa bêdadiyê
Tu havil nebû li min dijn bêşadiyê
Ma kî ji mirina min digire dilşadiyê
Divêt standibe ji ecil pelga azadiyê

Vegehtin

Min derwêşek dît rûniştî li ser hêşayê zemîn
Ne gawir e û ne misilman ne dine û ne jî dîn
Ne heq ne heqîqet ne şeriet, bê dirûd û ayîn
Li navbera du cihanan, li Gelawêjê ye dilodîn

Belengaz û Şanaz

Ez tu nabim ferxende bi hestiyekê rût a kergezê
Mêvanê xwana belengaz, im tev dikêşim merezê
Bila min hebe nanê cê, hem miz, hem bi çêja çê
Baştir e bo mîr û began bikî kar û barê herewezê

Riya Riha

Hişmend diponije ku li ser riya dîn e
Derwêş dihênije ku li ser riya yeqîn e
Ditirsim rojek bangek vedide ji xeybê
Bibêje ne ew ne jî êdîn, riya rasteqîn e

Ker û Ga

Gayek heye li ezmanî ku navê wî Perwîn e
Gayekê din jî nixaftiye li tewr jêrê zemîn e
Çavê hişmendiyê pir veke li ser rûyê yeqînê
Li nava Jêrî û joriya her du ga, keran bibîne

Kama Dil

Xwezî min bişiya wek yezdanê dilovanî
Hilgafta min wê ev felaka xiniz bi jovanî
Min wê hemû gerdûn biafiranda cardin
Dê bigîha her kes kama dil bi mîhrîvanî

Dad û Feryad

Guh nede kesî gava tê dengê çengê
Meyê bivê ku hat dengê şox û şengê
Ma ne ev cîhan e qad û gasina cengê
Ji erjengê tu kes venegerî hewşengê

Bihîşata Vala

li peyê sergerdan seraza mey aşaftin
Hê baştir e li dûv derwêşî hilingaftin
Ger şîrjawî dojehê ne aşiq û sermest
Tal û vala dimîne bihîşt, tê hinşiqaftin

Merhama Dil

Hey wax! min dilê şadî peritand bi xemê
Emrê xwe vala bihûrand bi mineta demê
Ma kê xeber anîne ji berzex û cehenemê
Bezma dilê bisehmê, li cem mey û senemê

Fatûka Çêlû

Kaxa ku li rûyê cihanê darişt şikû
Li şîpaneya wê şahan dimalişt rû
Gava li bircan venişt fatûka çêlû
Bi kul û keser digazî û diqişt kûkû

Nexşa Bomik

Ev çûn û hatina me kê kiriye pêwîst?
Ma tevna hêviya temenê me kê rist?
Çi qender serpiyên navziravên gitiyê
Rewisîn û bûn kef û rijî, ka kê bihîst?

Kewşa Çiştan

Gava ji beşenî çû giyanê pak a min û te
Cotek xişt datînin ber serê xaka min û te
Dema dora xiştên gorên din hat çarneçar
li qewarê dixin îcar axa agirnaka min û te

Mêrg û Merg

Mey binoş ku felek dav û daka min û te
Qesda xwe heye ji canê pak a min û te
Li seyrangehê rûne û vexwe meya zelal
Ew mêrg besyar helmijî ji xaka min û te

Nirxa Meyê

Ji bilî meya lal her çi tiştê bikutahî baştir e
Belê mestî û qelenderî û gumrahî jî baştir e
Gelo ne ji perestina pûtên bêagahî baştir e
Gulpek meyê ji hemû heyv û ronahî baştir e

Tûteber û Şilêr

Fekir bayê gur dawênên şilêran pişkaftin
Tûteber ji ber bedewiya şilêran dilaşoftin
Xwe li binê siya wan vezelîne û têr binive
Hê ku şilêr neçilmisîn û axê ew nexunaftin

Sedem û Encam

Heyî û tuneyî vala ye bo çi dikişînim xemê
Car bixweşdilî bijî, bihêle encam û sedemê
Îskanê badê tijî ke ku li min her eyan bûye
Ne kifş e vedim, bêhna ku dikêşim vê demê

Mey û Milk

Gulpeka meya kevin ji milkek nû baştir e
Her çi ne riya meyê, mirov der çû baştir e
Meya berdest ji textê Feridûn sed car çê!
Xişta ser denê meyê ji milkê Xisrû baştir e

Raza Pendî

Ma ne mebesta vê jiyanê noş û poş e
Meger ne netê ye jê wê de hew bikoşe
Mafir ku bermaya jiyanê şîrjawa nînê
Bes temenê giranbiha herzan nefiroşe

Dirba Jiyanê

Kes nebêje ew şah û key e
Bi ku ve direve ecil li pey e
Meyê bixwe û xemê nexwe
Xem jehr e, derman mey e

Şahê Merdan

Min ji kûzkerekî kirî bû kûz
Rave kir li min raza giyansûz
Şehînşah bûm bicama zerîn
Kewişîm, bûm kûzek piştxûz

Herze û Berze

Ho em encama çar û heftan e eger
ji sedema heft û çaran disojin meger
Ma min negot hezar carî meyê binoş
Dager misoger e, mixabin tune veger

Bihîşta Bibiha

Ho dilo! tu tu car di razên tinazan nagihijî
Di mamik û pasqala zîrekên ferzan nagihîjî
Hê li vir î ji meya lal çê ke jixwe re bihîştek
Li wir bihîşt hebe jî, bibihayî erzan nagihîjî

Tu ê Netu

Ho! Dostê rastiyê ma te hê nebihîst
ligel sîngewherê û meya lal rawest
Ê ku gitî afirand şemirand demildest
Felekê bi simbêl û rihên me de mîst

Xweziya Vejînê

Xwezî cihekî vêsînê û rihayê hebûya
Bila gihîna wê dijwar li paş çiya bûya
Goya ew li pey sed hezar salî jî bûya
Vejîn hebûya ji zik axê fena giya bûya

Kewşa Tewş

Gava min cêra camîn li zinarî jend, derizî
Bes sermest bûm êdî ji kirarên wisa şeqizî
Paş îstekan hat ziman û li min kir gilî û kizî
Mêj wek te bûm ez, tu wê wek min bî nêzî

Berzex

Li şaxê hêviya min wê fêkiyek bikira peyda
Ji teşiya gewca xwe re bidîta seriyek seyda
Ji mêj ve min wê di zindana tenga beşenî de
Vekira deriyek winda, ber bi berzexa şeyda

Dilxerengê

Hilgire piyalê û cerê, lê zeriya dilxerengê!
Ber fireh danişe li ber çemî û li ser mêrgê
Çerxa bedxû qender qenco kirin ax û dax
Kir wek îskan û cêr, pêt berda dil û cergê

Rîsipiyê Bêgane

Min rîsipîyek bîna li quncê meyxanê
Taf lêpirsî ku ka ên çûyî xeber danê
Got meyê vexwe boş, ên wek me bes
Çûn û bûn dengpes, pêjna wan kanê

Ax û Av ,Ar û Ba

Heta kîngê çîroka pênc û çar, ho avyar!
Arîşe ne yek be bila sed hezar, ho avyar!
Xiş ax in em ka dengê çengê, lê lê çengî!
Fiş ba ne em kanê badeya givar ho avyar!

Zirbihîşt

Ez her ku li derdora dinêrim dem demê
Li baxî diherike çem û zê ji ava zemzemê
Çolter wek bihîşt e çemê kewser jê kêm e
Daniş li bihîştê binoş meya wek merhemê

Destbesta Sernivîsê

Peyda kirine dildar û dîdarên te ji mêj ve
Nivisîne sibe û par û perarên te ji mêj ve
mijara çi bikim bê pêşniyarên te ji mêj ve
Dabirîn biryara kirar û biwarên te ji mêj ve

Gil û Beşen

Ber bi kargeha kûzkerekî daketim rê
Li ber lingên çerxan min dît ûste li pê
Destî û derdanka kûzan dilêr dikir çê
Ji gila padişahî û ji lepên parseka dilsê

Ferwera Pêşîn

Li guhê dilê min got felekê bi nihanî
Ferwera ku qewimî divêt ji min bizanî
Li gêra çerxa jîna min hebûya desthilat
Minê xwe bisitira ji stêletiyê bijovanî

Kaniya Meyê

Li ser kûz û cêran mey tu car nake ziyanî
Mişt ke îskanê vexwe cardin wekû ji kanî
Ho Senemê! ku ji ber hemûyan tu dizanî
Ji gila min û te dê kûzan çêbikin bi hêsanî

Karê Fizûn

Hatina min di dest min de bûya nedihatim
Bes feleka fenek digel dilê min ez nîgartim
Xwezî mirov hîç nehata vê devera derewîn
Ma çi pêwîst e hatin û çûn û cardin hinartin

Jiyana Çengane

Ger min derfet hebûya ji ardê genimî nanek
Bextê min bûya kûzek mey, hin goştê ranek
Li bal kejeleke lalerû bûma li quncê bûstanek
Dabara min dibû ne karê her mîr û sultanek

Renc û genc

Ger karê felekê bi dad û senc bûya
Her aliyê gerdûnê hemû genc bûya
Rewşa jiyanê bê arinc û renc bûya
Wê cihan gişt cihê ehlê qenc bûya

Bextiyariya Dehbe

Ho kûzker hilo eger hişyarî
Ta kîngê bikî vî karê gemarî
Tiliyên Feridûn û lepên Xisrû
Dikî kûz û cêr wiha bextiyarî

Zemheriya Temenî

Berbang e ho senemê! hê tu li pêyî
Awazek bijene wergire meya meyî
Ma dawî ax nîn e, ha nokerî ha keyî
Werza biharê hatî li payîzî çûyî qeyî