Schlagwort-Archiv: peykerê kor û ala sor

Delîv û Derfeta Rizgariyê,Peykerê Kor ,Alaya Sor

Delîv û Derfeta Rizgariyê,Matador û Ganêr û Ala Sor

Hevrikaneya Lehengên Nebinavkirî

Ganêrê gemirandî li matador meydanê dixwîne.
Her ku Ganêr erdê pêkol dike , ji simên wî ên ji birqa rojê wek zêr dibirûsin pirîsk difirin,gava ew bi kelekelê dihelime di bêvîlên wî re cihê bûxê agir difûre. Çavên wî ji xwînê sor bûne, her ku diore erd û ezman dilerize û diricife.Çawa devebiharî ku pereng dikevin erdê û ji wê bûx hiltê,wisa hilmebûx jê pişta wî, ji çermê wî radibe.

Li hemberê wî mirovek zirav û dirêj û zincafî,lezok ,bezok û cansivik dixuye. Bi teql û pêlawaz dimeşe û bînevanên şengîn û bengîn bûne bi qurretiyê silav dike û bejna xwe a şitil li hemberê wan bi nazikî ditewîne.Bi cil û bergên kevneşopî,piştrast,şanaz û serfiraz bi çavek boxeyê harkirî dipelîne bi çavê din temaşevanên xwînbirçî dipişkinîne.Bînevan ji birçîtiya xwîndîtinê şeng û beng bûne û sebr û arama wan ji zû de qediyaye ku êdî nema li benda wê mirêsdariya mezin dadiwestin.

Şerek dijwar û xeternak destûpê dike. şer şerê mirin û manê ye. Yekê bimire û ê din wê bimîne. Her dû alî bi coş û canxirûş dicengin heta dawiya pertavên xwe. Çek û ajarên aliyekî girî ,girsî,gewretî,wêr û stiriyên wek xençeran in .Çek û ajarên aliyê din jîrekî,fetlokî û fenekî ye,helbet yek jî şûrê pola ye.Qelsiya aliyekî ximbilî û debengî ye,ê din lawazî û sivikî ye.

Her du alî hevûdu diwestînin, hevûdu depelin û dipişkinîn. Li qelsiyên hevûdu digerin .Dem tê derba dawîn. Her du alî berbi hev dibezin ,bi ser hev de dierişin.Bîsta dawîn wê biryarê bide wê kî bijî kî bimire,kî zindî bimîne kî mirî ji qade bê hildanê,kî kûjer be û kî mirar be.

Bîstekî din yan qiloçên wek xençeran di ser dilê mestbûyî re herin, yan şûrê pola di ser dilê bizot ê dî re here.

Encamên hevrikaneyên matadoran ji me hemûyan ve kifş û diyar in. Em gişt dizanin ku li dawiyê vê pêşbirka bêhevkêşe wê çawa biqede.

Herzaniya Nirxa Canê Mirovan li Tirkiyê

Li Tirkiyê xwîna mirovan pênc peran nake,heta pênc qirûşan jî nake,bira qirûş û dînar li vê hêlê dawestin,xwîna mirov û însanan li Tirkiyê pênc pûlan jî nakin.

Em her roj vê bobelatê û gozertmatê temaşe dikin. Gava em wênegûhêzên xwe di malên xwe de vedikin û temaşeya bername û kanalên tirkan dikin , em dibînin ku çawa mirov li Tirkiyê bêsebeb û bê sedem,birr bi birr ,kom bi kom dimirin. Hin ji wan bi gerûşeyên tirimpêlan û her cure amyarên din dimirin. Hinek ji wan di bin hilweşîna kan û madenan de dimînin û can didin. Hinekî ji wan jî bi gellek gerûşên sosret dimirin. Hinek xwe dikûjin . Hinên din malbata xwe dikûjin.

Televizyonên tirk vê rewşa behîtane ku devê mirovan li hember vekirî dimîne weke sînema û şanogeriyek bi girnijîn tîne ser ekranan. Tu dibêjî qay ew pesna Tirkiyê dike. Ewqes dilşa ewqes bi kêf û şadûmanî.

Çima ,ma çima nirx û hêja jiyana mirovan li vê welatê bêyom û bêbext tune ye.

Gelo sedema vê yekî çiye ?

Hîç…

Bihaya Alaya Sor,Xwîna Sor a Mirovên Xor

Dîsa mirov li Tirkiyê tiştekî din govanî dike,dibîne ku nirx û heja alaya tirk gellek zehf e. Mirov adetkî vê alayê dipereste. Her kes wê li ser serê xwe digire û dadiawizîne. her ku diçe qîmeta vê ala tirkan jî dizêde. Her ku arîşeya kurdan bi ser wan de tê, ew xwe diavêjin vê alayê ku qay mirov dibêje bi alaya tirk stargehê mirovan e. Her ku koş û hewla kurdan jibo azadiya xwe dizehife,eşq û evîna tirkan a ala wan jî dizehife.

Dema dûgela tirk ,dêlegura devbixwîn di serê sedsalan bîstan de hatî damezirandinê,ûşta wê neteweparêziya balkanan ,nemaze a yewnan û bulgaran bû. Em îro dibînin ku neteweperêzî li Tirkiyê werçerxiye neteweperestiyê ,tew ew gihîştiye asta nijadperestiyê.Nijadperestiya tirk îro xwe li dij kurdan fesilnadiye. Her ku termên leşkerên tirk digihîjin rojavaya Tirkiyê ev nijadperestiya tirk li ser stuna dijkurdayetiyê dizexime û xwe disû.

Wan li her deveran stunên gewre bi alayên gewre daçikandine. Ev fûrîna evîndariya alaya tirk a di xwîna kurdan da hatiye alandinê, gihîşte wê radeyê ku ,ne tenê dûgel hem vêre pargîdaniyên curbicur heta kesên tenya jî di nava kefteleftek mezin de keftine nava pêşbirkek alaperestiyê,herkes ji aliyê xwe de dixweze stuna herî dirêj bi alaya herî mezin li ber mala xwe dabiçikîne.

Tade û Şkence,Dihol û Zirne Tevde di Bin Alaya sor a Tirkan de

Rewşa ji van hê xirabtir û bedtir jî ev ku hê kurdan jî dev ji alaya tirk a xwînî bernedane. Her çiqes êdî di dilê kurdan de cihê alaya tirk nemaye jî,wan bi tevahî xwe ji wê ala tirk, direfşa quraftina kurd û ermenî û rûm û sûryaniyan e dûr nexistine. Hê jî kurdinên me di zavendên xwe di dîlanên xwe de carinan alaya tirk bi ser xweniyê xwe de dikin. Min ev bi çavên xwe govan kiriyê.

Ma ev kişamet û girameta me kurdan ji vê ala gemar û di xwîna reben û hejarên kurd de,di xwîna ciwanên bejnşitil de alandî re çima heye ?

Heta nûha min tucar nedîtiye kurdan alaya tirkan şewitandine. Ev hinde çalakiyên protesto li dij stem û pest dûgela tirk tên li darxistin, ev hinde kurd li dij dûgela tirk têkoşînek mezin direwînin,min hîn li tu deveran nedîtiye û nebihîstiye ku kurdan alaya tirk a mirar şewitandine an avêtine bin lingen xwe,hingaftine.

Gelo sedema vê tabûya alaya tirk a di nava civata kurd de hê jiyana xwe berdavam dike çiye?
Bira tirk li hêlekê dawestin, ma ev rêzmendî û kişameta kurdan ji vê alaya mirar re ji ku de tê ?

Ger em îcar li helwesta tirkan binêrin dibînin ku wan hurmeta xwe ji tu alayên li ser cîhanê tune ne. Min bixwe hezar carî dîtiye ku tirk bi her delîv û derfetê dibezin û derdikevin ser papûr û kolanan sûk bazaran ,meydan û qadan dest dirêjî alayên welatên din dikin wê dişewitînin ,diçirînin û hê jî firşa wan a tengizî naferihe wê ala belengaz û bêbext diavêjin bin lingên xwe wê dihingêvin û diperçqîninl.Ji serî da alaya DYA`ê,alaya Frans`ê û Îngîlistan`ê a Îsraîl`ê,nizanim a Îtalyê û hwd. Çawa her tiştê kurdan li bal tirkan `qaşo` ye,wisa alaya kurd a rengîn,a mîna bûkan ,a mîna keskesorekê jî li bal tirkan `paç`e an `qerpal` an `gincir` e. Min hê tucaran nedîtiye ku tirkan alaya kurdan şewitandine ,çimku ew nago tirk wê ango alaya kurdan a rengîn `qaşo` liyaqê şewitandinê jî nabînine.

Ma çima kurd alaya tirkan naşweitînin û nahingêvin ?

Wê ala hanê rengê sor ji ku hilgirtiye ,ma ne ji xwîna goriyên kurd û xwîna gelên din ên berstem?

Li pey hizira min ev kişamet û hûrmeta kurdan ji alaya tirkan re ji wê tê ku kurd ,em hê dirûst bibêjin hin kurd wê hê jî wek nîşaneya misilmantiyê hildijmêrin.Ji hezar salî pêve alayên bi hîv, ên bi stêrk nîşaneyên misilmantiyê ne ,heta nîşaneyên nasnameya hevbeş a gelên rojhilata naverast in. Bi rastî çi dibe bila bibe,hê jî nasnameyek hevbeş ku misilmantî jî di hindûrê wê de,a gel û neteweyên rojhilata naverast jiyana xwe di dilên me û di mêjiyên me de dikudînin.Belam tenê ev nasnameya hevbeş a gelên rojhilata naverast tenê di dilê kurdan de maye,ê din ev ji zû de jibîr kirine.

Em îro dibînin zilm û zora dûgela tirk,dêlegura devbixwîn li ser gelê kurd ê berstem gihîştiye asta herî bilind.Her roj dûgela tirk ,dêlegura devbixwîn bi dehan ciwanên kurdan dikûje,bi sedan pêşawayên kurdan sicin dike,bi sedhezaran leşkeran li ser kurdan pest û zexta xwe dizêdîne ku êdî kurd nikarin di mala xwe de binivin. Teşke û avrûya kurdan di bin gîzmeyên leşkerên tirk de hatine perçiqandin.Aboriya kurdan bi erdê re yeksan bûye. Kurd li ser tixûba nêzê dijîn. Ji her aliyan de gulle û bombe dibarin. Li Suriy`ê,li Îran`ê li Îraq`ê û li Tirkiy`ê li her çar dûgelên dagirker jî li ser kurdan agir dibare. Helbestvanê mezin Ehmedê Xanî ta sala 1695 ango berî 317 salan wiha nivîsandiye di `mem û zîn` a xwe de;

`Herdu terefan, qebîlê kurmanc`
`Bo tîrê qeza, kirine amanc`

Tevgera kurd hema her rê ceribandin û azimandin . Belam sî sal e hê jî kurd di bin zilm û zora dûgela tirk,dêlegura devbixwîn de dinalin.Tevgera azadî çi kir çi nekir,riyek nedît ku desthilata Tirkiy`ê li ser kurdan bişkîne.Îro sazûmanek navnetewî heye kû hêza dûgela tirk ,dêlegura devbixwîn ji wir de tê. Sazûmana navnetewî ji çi sedemê alîyê dide dûgela tirk,dêlegûra devbixwîn ?. Ji sedemek tenê . Ew naxweze pergala cîhanê a nû bipelişe. Wekî din tu sedemên xwe tune ne. Sazûman ji aliyê dûgela tirk ,dêlegura devbixîn digire, lewma ew dikare hemî cure çek û ajarên fenî ê herî peresî bistîne û bikirre. Alikariya wan a siyasî jî dide hêla xwe . Bi vî awayî dierişe ser kurdan û wan bi darê zorbaziyê bi tank û panzêran , bi helîkopter û balafirên cengê kurdan di bin serweriya xwe de digire.

Hevkêşeya Xuşûşî

Em îro dikarin derawaya cengê di navbera kurdan û dûgela tirk ,dêlegûra devbixwîn de wek hevkêşeya xuşûşî ango hevkêşeya bêsitewîl bişayesînin.

Ev rewş dijwateya hevkêşeya sitewîl e.

mirov çawa dikare vê rewş û asûna xuşûş ber bi hevkêşeya sitewîl biperesîne ? Mirov çawa dikare rewşa kambax û bêyom werçerxîne rewşa serfiraziyê û bextewariyê ?

Dûgela tirk, dêlegura devbixwîn li ser dehsalên 1990 dest bi lêgerîna stratejiyek encamengîz kir. Gava wan ferq kirin ku kurdan ji bermayiyên xweliya xwe wek sîmirê zimrûdîn ji nûve afirandin an diafirînin,tirseke gellek kûr û giran bi jan û tajan keft nava dilê wan. Wan tê derxistibûn ku hê kurd zindî ne û dikarein xwe ji bendetiya hezar salan rizgar bikin û carekî wan xwe rizgar kirin wê hemû gemar û pîsiya dûgela tirk ,dêlegura devbixwîn ku hezar sale bi nepenî didome derkeve ber çavên raya giştî a cîhana xwedan wîjdan.

Stratejî ew bû ku kurdan ji welatê wan dûrbixin.Kirin jî.5 Hezar gundên kurdan ku kelepora mirovatiyê bûn hilweşandin û gelheyên wan wek bende û kole sergomê rojava kirin. Cînîgariya Kurdistan`ê kulmek mezin xwer,lê xwe ji nûve afirand,ji nûve şîn hat.

Dûgela tirk zeman heciland,lewre kurdan jî bereyek din bi destê xwe xistin.

Cenga mirin û mayînê li ser vê xêzê kudand. Kurdan serweriya dûgela tirk,dêlegura devbixwîn şikandin,lê bi kulmek dawîn yeka encamengîz nikarin xwe ji bin zilma leşkerî a dûgela tirk rizgar bikin û bifilitînin. Dûgela tirk dilê kurdan winda kir ,ku hê dikare wan wek barîte di destê xwe de bigire.

Ev e hevsengiya xuşûşî…

Girrê Tirkan Gihîşt Stêrkan

Îro ew stratejiya dûgela tirk ,dêlegura devbixwîn li serê wan bûye bela.Çim ku kurd li rojavayê tirkiyê bicihûwar bûn û dilgermiya wan a bizava rizgariyê neşikest.

Belam nefrîn û kîna gelê tirk li dij kurdan gihîşt asta dawîn. Tirk xwe li dij kurdan gellek zor xwe radigirin. Kurd jî ji tirkan natirsin. Serdestiya giyanî a kurdan li hemberê tirkan diyar û penî ye.

Kurd û tirk nema tevde dijîn. Hêvî berba bû. Hemû koşên aştiyane vala man. Tu rê û rêç neman ku her du netewe di bin banê dûgelek demokratîk,federal,mirovane de jiyanek asa,aram û bextewar bidomînin. Bi qinyata min ev êdî nema gengaz e.

`Kristalnacht` ango şeva belûrî ne li dûrê ye

Erişkirina tirkan bi ser kurdan de arîşeyek bîstekê. An în e an şevîn e. an îro ye an sibe. Wê tirk erişê kurdan bikin. Çim ku ew di rewşegiyaneke pirraniyê de ne û embazek di serê wan de heye. Ew jî quraftina gelê ermeniyan e. Ew dibêjin wê em wan jî ango kurdan jî mîna ermeniyan biqurifînin. Tirk bi dûgela xwe ewle ne. Ew sewgir in ku wê dûgelê nexşeyek enterne kirina kurdan amade kiriye.Bi devşomiya qaşo bîrewerên tirkan bi tune kirin ,quraftin û neyandina kurdan re dibêjin `enterne` kirin.

Ji rewşê peywir derxistin

Tev ev jî felata kurdan e.

Ger têkiliya kurdan bi rojavayê Tirkiyê re bê qetandin wê hemû kurdên li rojava dijîn ji nû ve koçê Kurdistan` ê bikin.

Çawa dibe bila bibe,îro yan sibe wê rojek nêzik matadorekê kurd bi direfşê Kawayê hesinger di sukên metropolan da bihezîne, wê emê bibînin çawa li sûkên metropolan xwîna ganêr û ciwanega û golikên beredayî û teyisî lûle lûle diherike.Kurd êdî nema berxikên bêdeng in. Wê ewê berevaniya xwe û mal û mewda û teşke û avrûya xwe bikin. Ev tiştekî bê guman e.

Wê alaya nîşaneya tadekaran, gunehkaran qîjeqîj bê şewitandin

Tenê matadorek hewce ye ,yekî simbêlpîj û bejndirêj…

xweewle, kone û wêre…
hinên bezax,dilêr û bisteh

Ew matador wê alaya tirkan di sûk û kolanên şar û metropolên tirkan de bihezînin wê ganêr bi kîn û girr û bi firştengiyek mezin erişê matadorên kurd bikin.

Wê matador kulma dawîn, xençera kurd di dilê ganêrên çavsor re bikin .Gava laşên wan ên ximbil li hember erdkêşiyê nema berdihilîze,wê oreora wan di ezmanê heftan ango di berzaxê bigihîje. Wê gellek tirk bimirin …wê gellek kurd jî dimirin…

ji pirra pir ji hindika hindik dimirin.

Wê kurd serpêhatiyên xwe li rojava bi dawî bînin. Wê vegerin welatê xwe û li wir bicîh bibin.Wê welatê xwe ji nûve ava bikin.Rûpelek spî di jiyana xwe û di dîroka cîhanê de bijon.

vaye dawîya wê hîngah stemkariya hezar salî a mongolîzmê li ser dad û feryada rebenên `robaristan`ê ango welatê navçeman, mezopotomyayê bê.

vaye wê demê ceng diqede û kurd rizgar dibin .

Êdî nema wisa diçe…

bîstek û prîskek pê divî

Kêliyek û çîkek

pêçek û çirûskek…

În,11 Mijdar 2012