Schlagwort-Archiv: Xûalgû û Cengîz Xan

Mîmariya Erdoxan,Hûlagû û Cêngîz Xan

We got em dê `cihê ku ji aliyê terorê ve hatin rûxandin` cardin li pey `mîmariya osmanî` û `Sêlçûqiyan` ji nû ve ava bikin

Erê we wisa got..
Mala we bişewite …kund li ser dundê we bixwîne
Hey lo Kurê Dawûd,Erdoxanê Gurcînijad,Mehdiyê derewîn û Ensarîoxlîyê alûs vaye mîmarî û taqsaziya we û kalikên we osamniyan,mongoliyan û sêlçûqiyan aha ev e qesrbendiya kalikên we Cengîz Xan û Xûlagû. Ew dîmenên li Sûrê,li Cizîrê,li Geverê,li hemû Kurdistanê vaye mîmariya we nîşanê hemû dinyayê dike.
Em we ji mêj ve nas dikin, em we ji heynên berê de nas dikin. Ji zemanên Tîmûrleng û ji qirnên Xûlagû de, ji Yawûz Selîm de heta Enwer paşa û Kor Kemo ,em hemûyan ji mêj ve û ji nêz ve nas dikin.
Hîç behsa mîmariya xwe nekin ,em mîmariya we baş nas dikin. Em xopan kirina welatê Ermeniyan,em qirkirina Sûryaniyan ,Rûman baş dizanin em rûxandina 4 hezar gundên kurd hê di bîra xwe de baş digirin.
Hûn meraq nekin….
Em Qesrbendiya we ya bapîr û zinciyên we ji Balkanan de bigirin heta Çaiyayên Qafê bi hûrgûlî nas dikin ,bi kîtekît nas dikin
Me bêdira dît me bêdira hest kir.
Me dît hûn çawa gundan hildiweşînîn dişewitin. Me dît hûn çawa bajar û taxan didin ber guleyên zirepûşan û guleavêjan. Me dît kalikên we çawa ji seriyên miroan pîramîdan ava dikin
Ev e mîmariya ey kurê Dawûdê mengîperest
Hûn ji endam û bedenên pizêz ,ji çavên belek ,porên hermûş ên xortên ciwan û dilberên xama laşên riziyayî çê dikin . Ev e mîmariya we,ev mirovatiya we.
Me dît hûn çawa kêf didin û bi qêrînên bêz û pirkam Cizîr û Geverê dişewitînin
Erê me dît hûn çawa mirovan tev dişewitînin ên mirî tev ên zindî daku kifş nebin ka sîvîl in an çekdar in. Me hemû seh kirin me hemû dîtin. Em dizanin nexşe û plana we çiye. Ev e mîmariya we,rûxandin e,hilweşandin,xeribandin û teribandin e.
Vaye mîmariya we, hovitî,wehştî û erjengî
Ev e terror û sawnakî ye
Tu 1 Nîsanê derketî hatî Amedê,hatî Ameda çavreş û çavbelek, ameda pîr, ameda westiyayî,ameda rengmisîn Tu gava hatî bi hezaran seyên har ji ber te derdora Sûrê rapêçan, te ji tirsa dilê xwe re xwe li wir nimand. Te digot „ehmo natirse,Ehmo natirse„.Lê belê ji tirsa zûtika te şeşferaş diavêt. Gava te devê xwe xwar dikir dilê te li ber gewriya te xuya dikir.
Ew hemû wêne û xuyang û dîmen dexel bûn, çêkirî bûn,sexte bûn. Wêr û cesareta te jî dexel bû. Gava tu diaxivî dengê te diricifî. Dilê te dikir gurmîn.xwêdan li te diket. Kefên destên te xwê didan. Xwê nok nokî li enîya te a reş qirêj dicivî di nava tîşa qûna te re sernişîv diherikî .Tirs di çavên te re dibilqijî. Tu digirnijî lê girnijîna te dexel bû,kenê te xilt bû,axaftina de qelp bû,serfirazyiay te serfiraziyeke lêp bû,
Kurê dawûdê mengîperest te xwe mîna roviya xwe bi nepenî avête Amedê ,paytexta Kurdistanê rojeka înê ku li wir bi xwîna ciwanên kurd, bi xwîna zarokên kurd, bi xwîna dayikên kurd ên ducanî destmêja xwe hilgirt û li Mizgefta Mezin a li ser sûrê bi nimêja roja înê a fetha Sûrê pîroz kir newisa ? Gava te dilêndêza firştiqandina Sûrê li hemberê gel li dar dixist te poşî ku nîşana kurdayetiyê bû xistibû patika xwe û du kurdên qeşmer Mehdiyê derewîn û ensarioxliyê alûs jî dabû tenişata xwe ne wisa ?
Lawo ma çi karî li mezgeftan li dêran heye hey bênamûs,pesto ,pelîto,pespaye !!
Lawo cihê te cihê zebaniyan e,cihê te bêxîretan e,cihê te cihê çekçemêjokan e lawo
Ey kûrê Dawûdê dêmrovî bira dîrok wê binivisîne ku wê rojek bê wê tê biçî li ber dîwarê Sûrê ,efûyê ji gelê kurd bixwezî ji bîr neke.
Gava te şerê qirêj li Sûriyê derxist, te digot wê emê di hindûrê hefteyekî de li Mizgefta Emewî a Şamê nimêja îna a serfiraziyê bikin.Te xwîna gelek ereb û kurdan ,bi xwîn gele ermenî û sûryaniyan destmêja xwe hilgirt lê Xwedê nimêja înê nekir nesîbê te.
Nake jî
Lê te çi kir te şida xwe ranegirt tu hatî Amedê dewsa Mizgefta Emewî a li Şamê, te Mizgefta Mezin a pîroz lewitand û şewiband. Her ku te li der şeqam xwerin,tu paş ve vegeriyayî û te jî şeqam li gelê kurd xist,her ku te li der ve kulm xwerin tu zivirîyayî te jî kulm li ser devê kurdan xist.
Ma wisa nîne he
Kurd bêxwedan dixuyin lewma he
Ma tu kurdan mehtirûm dibînî he
Hey li kurê Dawûd Erdoxanê gurcî nijad
Hûn van kirinin xwe ên xedar ji bîr nekin
Em ew çend mîlyon kurd we temaşe dikin van hemû kirariyên we ên gemar di xêv û bîra xwe dixwerpişînin
Me ew tiştan hemû tomar kirin
Me hûn seh kirin
Vê yekê tu car ji bîr neke,
Em kurd tu caran ji bîr nakinê wê wêneyê ku te ji derewan poşiyek avêtiye ser milên xwe xwedêgiravî bi vê poşiyê kurdan bixapînî.
Ev poşiya li ser milên te çi qes nîşana kurdewariyê çi hinde rast e, ew kesên li der dora te sekinîbûn û tu weke jehra Silêmanî li ser zerika zêrîn û kaseya zêrîn de tu îkarmê gelê kurd dikirin jî ew çend kurd in ,ew çend kurdawarî ne.
Wê dîroka wê jî bi rastî û binivisîne. Çawa Mehdî Ekerê qûnalês û Ensarîoxliyê solalês çawa bi girnijîneke derewîn û dexel tu radestî gelê kurd dikirin.
Hûn sê sotarî ji aliyê sersotarî ve ji aliyê Erdoxan gurcînijad ve hatin bûn şandin. Bi rastî karê we pîroz kirina firştiqanandina Sûra Amedê bû . Hûn bi mîsyoneke dexel hatibûn Sûrê, hûn hatibûn wir ku firştiqandina Sûrê pîroz bikin ,wek bijê diya xwe pêşkêşî teşkejenekî bikin we Sûr û Amed pêşkêşî qinarbazê xwe kirin
Artêşa osmaniyan û artêşa sêlçûqiyan jî gava şehrek talan dikirn diçûn di mizgefta şehrê de jî qaşo nimêja înê dikirin. Çim ku wan talan û tartale,tarac û paymal pîroz diberisandin. Wan jiyana xwe li ser xwîna mirovan ava kiribû.
Nika hûn her se,Dawûdoxlî,ensarîoxlî û mehdiyê dexel hatibûn li mizgefta sûrê nimêja serfiraziyê nimêja fethê bikin.
Lê bawer bikin ku wûn şehitîn,hûn şelipîn.We tu dever feth nekirin we tu dever nefirstiqnadin. We serfiraziyeke dexel li wir da pîroz kirinê. Wê dîrok we her sê sûtalan û Sersûtalê we Erdoxanê gurcînijad wek Cîhangîrên dexel binivisîne
Hûn dê di tirba xwe de bizirezir kin
Ez li vir lehengên nebinavkirî,ew kesên jibo sûr amedê,jibo cizîr û hezexê,jibo geverê û jibo her postek erdê kurdistanê canê xwe dayin bi dilsozî dibîr tînim û ew dê di nava xaka kurdistanê a pîroz de bên sitirandin wek tovê jiyanê hê zexmtir û xurtit şîn bên.

Ger xwedê nimêja talanker û dizan ,taracker û çûrkeran qebûl bikira ,divê îro gora kalikê we cêngîz xan ji zê bibûya.
Îro cêngiz jî hûlagû jî wek talanker tên binav kirin û wek hovtirîn mirovên cîhanê tên nas kirin.
Pîrependeke kurdî de wisa tê gotn
„Dûma her tiştî heye dûma zilmê tune ye„
Kifş û bel ku Erdoxan jî wek zilmkar û sitemkarên berê ê dûgela tirk tu encamp bi dest naxe. Lê belê ew wê di bîra kurdan de wek hovekî bimîne ku bi xwîna ciwana destmêja xwe hildigirt.
Ho ho kurê Dawûd te belên da ku tu Sûrê û şehrên din ên Kurdistanê cardin bi mîmariya Sêlçûqî û osamanî ava bikî
Ez bi te re dibêjim ku hey lo kurê Dawûd te jixwe li pey mîmariya selçûqiyan,li gor mîmariya osmanian û li dûv mîmariya mongoliyan şehr û bajarên kurdan hilweşandin. Hûn ji mîmariyê hilweşandin û rûxandinê fêhm dikin û we wiha jî karê xwe şîrjawê xwe kir û qedand.

Hê neqediya,hê nekutihî
Hûn derketin ser şano û dike weyna xwe da temaşekirinê

A niha jî dora me kurdan e. Îcar em derdikevin ser dike wê em nîşanê dine bidin ka em çi dikin ka em çi dikanin?
Em bi êdî bi we re nabêjin bicehimin û biqeşitin ji kurdistanê lê emê dê nîaşan we bidin ka besîva me ji bizava û lebata we re wê çi be.

A niha hûn jî dê mîmariya me bibînin. Hûn jî wê ji nêz ve taqesaziya be temaşa bikin

Hela bisekin ka qesrbendiay me çawa ye

Fermo em tevde temaşe bikin

Dê em jiyana xwe çawa bi dest û lepên xwe cardin ava bikin

Cellikanî

06.04.2016